|
Beþa Kurdistan
Xetera Þewba
Çûkan Gihêþte Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat.
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
18
Rêbendan, 2006
|

Hikumeta
Kurdistanê ber Þewba Çûkan tedbîran vergirt. |
Þewba çûkan
ku li Kurdistana Bakur bû sedema mirina 4 kesan niha jî ser Kurdistana
Rojhilat û Dewleta Federe ya Kurdistanê dibe egera tirs û xeterê.
Birêveberê giþtî yê tenduristî li Duhokê raihand ku pêkoleke mezin dikin ji
bo parastinê ji metirsîya belavbûna nexwaþîya Þewba Çûkan li parêzgehê.
Li
Duhokê Oda operisîyonên awerte hate avakirin ku pêkhatîye ji; Dr. Selîm
Zubêr berêvebirê vêtnerî û berhemên ajelan li Duhokê û Sê tîmên operisîyonên
gerok yek li Zaxo û yê din li Duhok û Amêdîyê û yê sisîyê li qeza Akirê û
Berdereþ li gel teqîgehên gerok, Dr. Mihemed Ekrem endamê Oda operisîyonê
dubare kir ku
karê
parastinê berdewame û bi taybet li xala Ibrahîm Xelîl yê li ser sînora
Tirkîya, û hemû berhemên mirîþkan yên ji Tirkîyê têne Kurdistanê hatine
qedexekirin herwiha operisîyona parastina otumbêlan berdewame û (2 Ton)
dermanê parastinê hatiye terxan kirin, li alîyeke din Dr. Mihemed balkiþand
li ser xola meþiqkirinê li ser mekîna (Îlayîza) yê taybet bi nexwaþîya Þewba
Çûkan û ev alav mekîne nûjentirîn cûre û ev xol dê sê rojan berdewam bibe,
herwiha balkiþand ku sedema serekî ji van parastinan ewe ku ev nexwaþîya
derbasî sînora parêzgeha Duhokê bibe di rêya çûkên koçber re yên ku ji
deverên sar têne deverên germ.
Her wiha li
gor nûçeya pna li Rohilata Kurdistanê daniþtîyên gundan alîkarîyek
baþ ji van giropene re dikin ji bo kuþtina çûkan.
Her niha jî
sînora bazirganî di nêvbera Îran û Tirkîye de bo mêvanên Tirkîye hatîye
girtin.
Li bajarê
Mihabadê li Rohilata Kurdistanê li 8 gundên wê navçeyê ku gûman bi hebûna
Þewba Çûkan lê dikin, mirîþk lê hatin kuþtin, li 40 gundên nêzîkî kenara
Gola Ormîyê ku cihê niþtecêbûna teyrên koçbere ji alîya berêvebira
tenduristî nimûneyek ji teyran birin. Herwiha li bajarê Mihabadê daxwaz ji
xelkê hate kirin ku ji bo kirîn û firoþtina wan çûkên kedî bûna xwe
biparêzin.
Hiþyarî:Ger di
nûçeyekê ravekirinek tune be ev nûçe ser
HKMG ya
HAWARDENGÛBAS.com e.
|