Dengûbas/Agahî        

 

 

Mal

 

Kurdistan/Rojev

 

Cîhanê

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

     Beþa Kurdistan  | HAWARDENGÛBAS.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beþa Kurdistan

 

Ala Komara yekem li Hewlêrê li ba dibe

Kurdistan-Rojev/Hawar Dengûbas                                                                                                                    

22  Rêbendan, 2006

 

Kurd Bi Hêvîya Dewletekê Serbixwe, Komara Kurdistan ya Mahabadê Bi Bîr Tînin.

 

Roja Îlan Kirina Komara Kurdistan ya Mehabadê

Berî niha bi 60 salî, di 22ê meha Çileya Paþîna sala 1946an de bi alîkariya Sowyetê,li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê hat îlankirin û Qazî Mihemed, di wateya modern de wek yekem serokê dewleta Kurd hat hilbijartin.

 

Di 11ê meha Sibatê de Qazî Mihemed, bi serokwezîrtiya Hecî Baba Þêx kabîneya hikûmeta Kurdistanê ku ji 14 wezîran pêkdihat îlankir.

 

 

 

 

Di meha Çileya Pêþîn de piþtî ku Sowyetê xwe ji heremê kiþand, Îranê berê êrîþ bir ser Azerbaycanê û piþtre berê xwe da Kurdistanê û herdû komar jî hilweþandin. Di 17ê Çileya Pêþîn 1946an de Mehabat ket bin destê hêzên Îranê û bi awayekî fermî dawî li Komara Kurdistanê hat.Di 30ê Adara sala 1947an de seet 6ê sibehê Qazî Mihemed,kurmamê wî Seyîf Qazî û birayê wî Sadir Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê, li ciyê ku Komara Kurdistan hatibû îlan kirin, hatin sêdarkirin.

 

Bi dagirkirina Kurdistanê re çapemeniya Kurdî hat qedexekirin û agir berdan hemû pirtûkên Kurdî yên ku bidest xistin.Generalê Artêþa Komara Kurdistanê,Mele Mistefa Barzanî teslîmî hêzên Îranî nebû. Alaya Kurdî ji Qazî Mihemed wergirt û bi xwesteka Serokkomar bê ku þer bike û bibe sebebê xwînrijandinê li Mehabadê, bi hêzê xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê... Piþtî 45 salan li baþûrê Kurdistanê dewleteke ku ev 14 sal in ji dagirkeran hatiye paqijkirin û roj bi roj çêtir þewqa xwe dide 40 milyon Kurd, hat damezirandin û ala Komara Kurdistanê li ser çiya û baniyên wê hat bilindkirin.

 

Îsal, di 60 saliya damezirandin û rûxandina Komara Kurdistanê de gelê Kurd þadî û xemgîniyê bi hevdû re dijî.

Bi boneya 60 saliya avabûna Komara Kurdistanê rojnameya Peyama Kurd, serdana kurê Pêþewa Elî Qazî kir. Elî Qaziyê ku weke Kurê Reþ tê naskirin, li bîranînên zarotiya xwe vegeriya û peyama xwe bi riya rojnameya me ji gelê Kurd re ragihand. Kurê Pêþewayê Kurd Elî Qazî wiha dest bi gotinên xwe kir, “Ez dixwazim berî hertiþtî 60 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên herçar beþên Kurdistanê pîroz bikim. Pêkhatina wê komarê, di dîroka Kurdistanê de bûyereke bê nimûne ye. Yekem car bû ku komarek bi navê Komara Kurdistan dihat damezirandin”.

 

Di derbarê pêvajoya damezirandina komarê û kamilbûna mercên damezirandinê de Elî Qazî dide zanîn ku Komara Kurdistan ne bi alîkariya Sowyetê, lê bi daxwaza kurdan hatiye îlankirin. Li gora axaftina Elî Qazî, Sowyetê nedixwest ku Kurd ji Komara Azerbaycanê cuda bibin û komareke serbixwe ava bikin.Lê Kurd guh nadin vê yekê û ew di roja 17.12.1945an de ala Kurdistanê li ser temamê dam û dezgehên dewletî bilind dikin.Li ser navê komarê jî Elî Qazî nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje, “Komar ne Komara Mehabadê ye. Navê wê Komara Kurdistanê ye û ev nav li ser gelek dokumentên wê demê tomarkirî ye. Ji bo Wezareta Ferhengê wiha hatiye nivîsîn, “Wezaretî Ferhengî Cimhûrî Kurdistan”. Wêne jî li cem min hene, hûn dikarin çap jî bikin”.

 

Li ser beþdarbûna kurdên ji beþên din yên Kurdistanê ji bo vê bûyera dîrokî, Kurê Reþ dibêje, “Bi taybetî ji baþûrê Kurdistanê, xelkekî pir bi serokatiya Mele Mistefayê nemir hatin rojhilat û di damezirandin û birêvebirina Komara Kurdistanê de cî girtin.Wê demê Mele Mistefa Barzanî þerê dewleta Îraqê dikir û di encama wî þerî de ew tevî xelkê xwe derbasî rojhilat bû. Lê Komara Kurdistan ji dewleta Îraqê netirsiya û pêþwaziya wan kir. Ne bi tenê pêþwazî kirin, di heman demê de Pêþewayê rehmetî di dema îlankirina komarê de Mele Mistefa Barzanî ji herkesî bêtir nêzîkî xwe kir û ev yek di wêneyan de jî diyar e”.Li ser pirsa ku Pêþewa Qazî Mihemed ala Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî kiriye jî Elî Qazî wiha axivî: “Li Îranê ev babet di pirtûkekê de gelekî vekirî hatiye nivîsîn. Dema ku di dadgehê de rayedarek ala Kurdistanê tîne û dixe bin lingên xwe, Merhûmê Pêþewa jê re dibêje, “Tu nikarî bêrêziyê li ala Kurdistanê bikî, ji ber ku min ew ala spartiye destê kesekî ku wê her berz bihêle û ew jî Mele Mistefayê Barzanî ye”. Ew al niha li cem Kak Mesûd

Barzanî ye”.

 

Weke gotina dawî jî Elî Qazî ji temamê serok û rêber û gelê Kurd daxwaz dike ku roja damezirandina Komara Kurdistan, bikin rojeke milî û her sal were pîroz kirin.Her wiha rojnameya me bi boneya salvegera wê bûyera dîrokî xwe gihand kevintirîn endamê PDK-Îran Ebdulqadir Debax ku berê endamê Komeleya J.K bûye û peyama wî wergirt. Ebdulqadir Debax bi vî awahî 60 saliya Komara Kurdistanê pîroz kir, “Di serî de li gel pêþkêþkirina pîrozbahiyên cejin û bîranîna damezirandina yekemîn Komara Kurdistanê, ez jibo neteweya Kurd serketin, gihîþtina armancan û jibo nîþtimanê xwe yê xweþtivî rizgarî û azadiyê ji Xwedayê Yezdan dixwazim”.Debax, peyama xwe wiha anî ziman, “Îro dîrokê erkeke giran xistiye ser mil û wijdana hemû mirovên Kurd. Pêwîste hemû jin,mêr, pîr û lawên rûniþtvanên Kurdistanê bi zimanekî xurt derdê êþ, bêbeþbûn û êxsîriya neteweya Kurd bigihînin Serokkomar, Serokwezîr û desthilatdarên welatê xwe.

 

Pêwîste hewara xwe bigihînin ber deriyê Yekîtiya Welatên Ewrupa û Yekîtiya Welatên Cîhanê.Divê em ji wan re bibêjin,werin ey desthilatdarên dinyayê karnameya wê yek saliya Komara Kurdistan temaþe bikin, ji aliyê dadwerî, demokratî, azadiya jinan, perwerde û hînbûn,pêþvebirina zanistê, cudakirina olê ji siyasetê, emniyet û asayiþê di giþt aliyên jiyanê de, ji aliyekî din ve temaþeya karnameyên dewletên dagirkerên Kurdistanê jî bikin ji hemû aliyan ve. Gelo ji wê salê û ta niha, ango di van þêst salan de dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi hemû hêza xwe ya maddî û manewî, karîne emniyet,asayiþ û dadweriya civakî li welatên xwe û tenê li derdora xwe

jî peyda bikin?.

 

Ez hêvîdarim ku neteweya min, neteweya ezîz ya Kurd bi her þêweyekê vî erkê nîþtimanî ku erkekî netewayetiyê wan e, cibicî bikin, da ku þad, serberz û bi azadî bijîn.Ji Peyama KURD

 

 

 

 

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com

 

PirtûkûWêje:

pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com  

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Kurdistan World:

kurdistan-world.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirokudewletenkurdi.com

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

I Reklam;

interactivereklam.net

 

Bo Navnîþanên 40  Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BEÞA KURDISTAN

 

 

Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî | Derbarê HD | About U

©Ev Weþana Hawar Kurdistan Media Group e.| Web Development by HKMG. Hawar Kurdistan Soft | agahi@hawardengubas.com

hawardengubas.com | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | Bike Malpera Destpêkê               

 

Ev Weþanekî    

 e.

 

1