|
Beþa Kurdistan
Qirika Seddam Di Destê Helebceyîyekî De Ye.
Rûniþtina heþtemîn ya doza Seddam duh pêk
hat.
30 Rêbendan
2006,08:30(G.D.K)
|

Dadgerê Kurd Reuf
Reþid Ebdulla ji Helebceya ku bi destê Seddam ji zêdetirê 5000 Kurd
hatibû þehîd kirin.
|
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan-
Duh danîþîna heþtêmîn ya Seddam Hisêynê pêk hat.Piþtî îstîfa kirina dadgerê
berê Rizgar Mihemed,ji bo doza Seddamê dadgerek din ya Kurd ji Helebceya
Þehîd bi navê Reûf Reþîd Ebdula hate wezîfedar kirin. Dadger Reþîd ji ber
helwestên xwe yên ne baþ Seddamê ji dadgehê qewirand. Kurd jî li hêvîya di
demekê zûtir de encamdana dozê de ne.
Duh li Bexdayê danîþîna heþtêmîn ya Seddam
Hisêyinê pêk hat.
Dadgerê berê ya vê dozê Rizgar Mihemed Emînî
ku ev jî kurd bû ji ber rexneyan dev ji karê xwe berda.
Bo Rizgar Mihemed Emînî hikumeta Iraqê
rexneya “nerm nêzik bûna hemberî
Sedam Hisênî û tawanbarên hevalên wî “
dikirin û ser vê yekê Rizgar Mihemed Emînî îstîfa kiribû.
Bo doza Seddamê dadgerek din ya Kurd ji
Helebceya Þehîd bi navê Reûf Reþîd Ebdula(61 salî) hate wezîfedar
kirin.Dadgerê nû berovajî dageha berê bi helwestên xwe yên desthilat balê
kiþand.
Dîktator û kujera bi sedhezarên Kurd Seddam û
heft cigîrên wî di vê danîþînê de ji
ber tawana qetl kirina 148 kesên bajeroka Duceyl li sala 1982 darizandin..
Dadger Seddam û
tawanbarên din ji salonê derxist
Di dema danîþînê de Berzan Tirkrîtî, dest bi
axiftineke dirêj kir û behsa nexweþîya xwe û rewþa xwe ya xirab kir ku xwes
ku bo vê yekê çareserîyek were dîtin.
Dadger Reûf Reþît jî niha dema nexweþîya te
nîne ka li cîyê xwe rûnê emê paþê li ser nexweþîya te bisekinin.
Lê Berzan Tirkrîtî,axiftina xwe domand. Li ser
vê yek di navbera wî dadwer Reûf Reþît de gengeþî çêbû û bêrêzîtîya Tikrîtî
bi hin gotinên din domand.
Dadger Reûf Reþîd ser
helwesta tewþ ya Tikrîtî wê ji salona dadegehê qewirand.
Bi mezinbûna kêþeyê û tevlîbûna Seddem jî bo
mineqaþeyê dadger Sedam Huseyîn jî ji salonê derxist.
Gelê Kurd li hêvîya
di demekê zûtir de encamdana dozê de ne
Sedam bû sedem ku nifþekî ji holê rabe.Her
wiha ji alîyê rejîma Iraqê ve dewlemendîyên siruþta Kurdistanê hat talan
kirin aborîya Kurdistan ji bingehê ve hat rûxandin.
Ji ber qeliam û zordestiyên Seddam Kurdistan
bi dehan salê xwe winda kir û ji pêþketin û dewlemnd bûyîne bêpar ma.
Piþtî avabûna Dewleta Federe ya Kurdistan di
sala 1993an de û piþtî sala 2003ê bihêzbûna Kurdan di rêveberîya Iraqê de
dîrok xwe dûbare nekir û Kurd nêzî mafê xwe yê çarenûsî ango Serbixwebûyînê
bûn.
Lê cemawerê Kurdistanê û malbatên bi
sedhezaran þehîdên Kurd wan rojan ji bîr nekirin û bo rûmetên xwe yên
neteweyî dixwazin zordestîya bidehan salan di þexsa Seddamê dîktator de bi
sizaya herî giran bersiva xwe bibîne.
|