|
Beþa Kurdistan
Nexweþxaneya Amedê;
Þopên Lingên Dewleta Kûr û Nijadperestîyê.
15 Rêbendan 2006,08:30(G.D.K)
Li Nexweþxaneya Amedê
Rêveberîyek diz û Faþist.
|

Amedî Ji Pêkanînên
Rêveberîya Nexweþxaneyê Nerazîne.
|
AMED,Kurdistan- Serhekîmê Yozgatî Dr. Fetin Rüþtü Yildiz, ji dema ku li nexweþxaneya
Amedê dest bi kar kiriye û heta niha bi helwest û biryarên xwe tovên
nijadperestiyê diçîne û dixwaze doktor û xebatkarên Kurd ji erkên
payebilind dûr bixîne.
Serhekîmê Yozgatî Dr. Fetin Rüþtü Yildiz, ji dema ku li nexweþxaneya
Amedê dest bi kar kiriye û heta niha bi helwest û biryarên xwe tovên
nijadperestiyê diçîne û dixwaze doktor û xebatkarên Kurd ji erkên
payebilind dûr bixîne.
Serhekîm Fetin Rüþtü Yildiz ji sala 2002an ve weke serhekîm li
nexweþxaneya Amedê dest bi kar kir. Ji rojên destpêka karê xwe ve wî dest bi
dijayetiya xebatkarên nexweþxanê, kesên nexweþ û gelê Amedê kiriye.Fetin
Rüþtü Yildiz ne tenê dijayetiya Amediyan dike, ew her wiha dibe sedema
nearamiyêjî.
Navê serhekîm li hundir û derveyî nexweþxanê tevlî gelek bûyerên ne li
rê û sextekariyê jî bûye.Serhekîm Fetin Rüþtü Yildiz, di nava xebatkarên
nexweþxaneyê de cudaxwaziya nijadî û þoven dike û bi vî awahî gelek xalên
Destûra Bingehîn ya Tirkiyê jî binpê dike.
Ew bi çandina tovên nijadperestiyê di nava xelkê de dibe sedema
rûdana bûyerên nexweþ.Gelek xebatkarên nexweþxaneya Amedê bûne þahid ku
serhekîm gotiye „Ezê li beþa X ya nexweþxanê Rojhilatiyekî (Kurd) bi tenê
jî nehêlim“ û wî bi vî rengî merema dilê xwe diyar kiriye.
Serhekîm cihê
xebatkaran li gora nijada wan hildibijêre
|

Rêvebirîya Nexweþxaneya Amedê
|
Fetin Yildiz cihê xebatkarên nexweþxanê li gora daxwaza xwe diguhere
û di guhertinê de guh nade ezmûn û jêhatîbûna karkeran, lê belê berê xwe
dide koka wan ya nijadî. Xebatkarên herî bi ezmûn yên emeliyatxanê,beþa
nexweþiyên hundirîn û beþên din, ji ber ku Kurd in ji aliyê serhekîm ve ji
wan beþan hatine dûrxistin û li þûna wan Tirk hatine bicîkirin.
Ew bi vî awahî hem cudaxwaziyê dike û hem jî xebatkarên ji nijada xwe
li derdora xwe kom dike.Kesên ku ji beþên xwe yê xebatê hatine derxistin,
di derbarê guhertinê de nehatine agahdarkirin û vê yekê hiþtiye ku nearamî
di nava xebatkaran de peyda bibe û radeya bikêrhatinê lawaz bibe.
Her wiha serhekîm Fetin Rüþtü Yildiz di dema saxtîkirina hundirê
nexweþxanê de,heqaretên giran li nexweþnêrên (hemþire) jin û xebatkarên
nexweþxanê dike, wan di nava gel de biçûk dike û kesayetê ji wan re nahêle.
Ew bêyî ku li derî bide dikeve odeyên nexweþnêrên jin û nîþan dide ku
ew tu nirxên civakî û exlaqî nas nake.Serhekîm Fetin Rüþtü Yildiz di bin
navê nûkirina nexweþxaneyê de çend karûbarên pînekirina avahiyê pêk anîne û
bi vî rengî ji birêvebirên berî xwe zêdetir pere xwarine û tevlî
sextekariyê bûye. Rüþtü Yildiz bi ramana „Ez çiqasî diyar bikim ku ez kar
dikim, ez hewqasî dikarim sextekariyê bikim“ tevdigere û heta niha wî
mohrek bi tenê jî li bin projeyeke ku nexweþxanê di aliyê teknîkî de pêþ ve
bibe nexistiye.
Di pêkanîna hinek projeyan de jî wî li þûna rêkûpêkkirina hinek
amûrên kevin, ji bo kurtêlxwiriyê amûrên nû û bêkêr anîne û bi vî rengî
bêrîka xwe dagirtiye.Rüþtü Yildiz di xebata nûkirin û restorasyonê de jî
siyaseta xwe ya cudaxwaz û nijadperest meþandiye.
Ji bo lêkirin û
nûkirina nexweflxanê karkerên Tirk tîne
Di xebata nûkirina nexweþxaneyê de wî temamê karkeran ji derve anîne
û nehiþtiye destê yek mirovê Kurd û Amedî bi kar bibe. Wî di aliyê aborî de
destkeftên wiha bi dest xwe ve anîne ku mirov tucaran nikare bi miaþê
serhekîmekî bi dest xwe ve bîne. Heta berî çend salan jî ew di avahiyeke
biçûk de rûdiniþt.
Lê piþtî ku ew li nexweþxaneya Amedê bû serhekîm, ew li Malên Hamravat
bû xwediyê 2 vilayên luks. Tirimbêleke modêla dawî û gelek mal û mewdanê din
jî li mîrata xwe zêde kiriye. Gelek karûbarên ne li rê, yên ku hîna sedî sed
nehatine misogerkirin lê cihê gumanê ne hene.Tê gotin ku wî hinek xebatkarên
nêzîkî xwe jî kiþandine nava vê tevna têkiliyên xwe yên ne li rê.
Ew bi taybetî jî qîmetekî mezin dide xanimên leþker û polîsan.Ev
cudaxwazî û nijadperestiyaku tê kirin, di nava xelkê bajêr de jî dibe sedema
nearamî û bêbaweriyê. Kesên weke serhekîm Fetin Rüþtü Yildiz û taxima wî, li
þûna ku sûdekê bigihînin rewþa herêmê ya ku ber bi baþiyê ve diçe, ew berê
xwe didin koka nijadî ya mirovan û tovên cudaxwazî û nijadperestiyê di nava
xelkê de belav dikin.
Li ser rewþa serhekîm berî niha jî gilî û gazin hatine kirin, lê
tevna têkiliyên wî heta niha jî ji bo Amediyan ne diyar e û nayê
zanîn.Têkiliyên xwe yên li gel rojnamevanên mîna Savaþ Ay û wekî din bikar
tîne, di derbarê xwe û nexweþxanê de nûçeyan bi wan dide çêkirin, wan
nûçeyan bi dîwarên nexweþxanê ve dike û bi vî rengî rê li ber rexneyên ku
werin digre.
Piþtî van agahdariyan, kesên ku
axivîn, gilî û gazinên xebatkarên nexweþxwaneyê jî wiha anîn
ziman:“Xebatkarên nexweþxaneya Amedê bi awayekî giþtî ji karê xwe sar bûne
û gelekên wan hatine ber destberdana ji kar. Jiyana kar bi tehrîk û
gefxwarinê derbas dibe û gihaye radeya dawî. Hinek xebatkar banga xwe
digihînin raya giþtî û doza hiþyariyê li wan dikin, dibêjin:“Em hêvî dikin
ku Fetin Rüþtü Yildiz ji kar were avêtin yan jî di derbarê wî de lêpirsînek
were vekirin û dawiya vê þermezariyê were. Mirovekî wiha li meqamê Hekîmiyê
nayê”.
Parêzvanên wî li
doktoran didin
Fetin Yildiz bi riya gefan gelek doktoran ditirsîne û bêdeng dike.
Herî dawî doktorê bi navê Abdullah (paþnavê wî veþartî) lêdan ji destê
parêzvanên Fetin Rüþtü Yildiz xwariye. Abdullah giliyê serhekîm kiriye û
doz berdewam dike.Kes û dor û berên ku bi vê pirsê re mijûl in, dibêjin “Me
gelek caran çapemeniya Kurdî û Tirkî di vê derbarê de agahdar kiriye, lê
kesî guh nedaye van gazinan û ev kirêtî nexistine rojeva raya giþtî”.
Diyar e ku gelek kes ji Fetin Yildiz ditirsin. Tê zanîn ku gelek
têkiliyên vî mirovî bi dewleta kûr û veþartî re hene.Ji ber girîngiya Amedê
ya stratejik, wan gelek mirovên faþîst, dijminê Kurdan û tarî anîne ser dam
û dezgehên weke nexweþxaneya Amedê û deverên din. Armanca wan kûrkirina dijayetiyê
û hilandina Kurda ye.Her wiha mirovên weke Fetin Yildiz ji aliyê hikûmetê
ve jî tên parastin.
Guman hene û tê gotin ku hin parlamenterên AKP, Fetin Yildiz
diparêzin û di vê kêþeyê de roleke girîng û nebaþ dilîzin.
Wisa xuya ye ku bi karên xwe yên
qirêj di bin parastina parlementer Ezîz Akgul, Fetin Yýldýz wê zêdeitr bibe
serê belayê Amedîyan.
(Ev raport bi hevkarîya Rojnameya
Peyama KURD û HAWARDENGUBAS.com
hatiye amade kirin)
|