|
Beþa Kurdistan
Li Kurdistana Bakur Alozîya Berfê
Li Kurdistana Bakur Berf Bû Sedema
Tevlîhevîyê
25 Rêbendan
2006,08:30(G.D.K)
|

Li Amedê Berf Bû
Sedema Tevlîhevîyê
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan
-Li Kurdistana Bakur ji ber barîna
berfê bi taybetî li bajarên wek Amed,Mûþ, Elezîz,
Bedlîs,Meletî,Qers,Enteb,Sêwas de
jiyana hemwelatîyan dijwartir bû.Bi taybetî li Amedê 3 roj ser hev barîna berfê û bû
sedema tengasîyên gihandin û elektrîkê. Her wiha hemû seferên firokeyan ji Amedê jî hatin
betal kirin.
Li bakûrê Kurdistanê berf
bû sedema tevlîhevîyê û jîyanê da sekinandin. Ji berfê bi hezaran riyên
gundên bakurê Kurdistanê jî hatine girtin.
Her wiha barîna berfê bû sedema gelek qeza û
tengasîyan.
Berfa Gur Li Amedê
Jiyan xist Tengasîyê
Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku çend
rojin ji ber barîna berfa zêde gelê Amedê di hin waran de tengasî dikþîne berfa
gur a ji duh biþev de dîsa destpê kir û hin jî didome.
Ji
ber berfê hemû seferên firokeyan ji Amedê jî hatin betal kirin.
Ji ber berfa gur li Amedê navendên krîzê hat
vekirin.
Erebeyên bêzencîr û bêtakoz naye hîþtin ku derkevin trafîkê.
Li bajêr li 3 herêmên cuda yên krîzê (Toplu
Konutlar, Fiskaya,Huzur Evlerî,Baxlar û Offisê ) dê hergav greyderek ji bo berf paqijkirinê
amede be.
Du tîmên krîzê 24 saetan dê di hundurê bajêr
de nobetê bigrin. 8 otobosên belediyeyê dê piþtî saet 22.00an belaþ servîsê
bikin. Kesên ku li ser rêyan bêçare bimînin ê tîmênan alîkariya wan kirin.
Ji ber berfê, cemedê
û sermayê gel di gelek waran de tengasî dikþîne.Li gelek deveran de kêþeyên
elektrîk,av,gihandin,rê û pirsgirêkên cûrbecûr heye.
Nexweþî Zêde Dibe.
Dîsa li gora agahîyan
bi sebebê zekemê û nexweþîyên ji sermayê jî gelek kes serî li nexweþxaneyan
dixin,
Rayedar û bijîjkan di wan wan waran de gel
hiþyar dikin;
●Dema
derdikevin derva pêlavên naþemitên têxin pîyê xwe û destê xwe jî nexin
birîkên xwe da ku diketinekê de bêkeys
nekevin.
●Bê
zencîr erebe bila dernekevin tirafîkê
●Ne
mecbûrî be bila kes ji malê xwe dernekevin
●Li
þûna erbeyên þexsî bila herkes otobusên giþtî bikarbînin.
Her wiha li
Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê betlaneya(tatîl) dibistana jî hefteyekê hate
dirêj kirin.
|