|
Beþa Kurdistan

Ji Ber Þewba Çûkan
Li Kurdistanê Mirinên Pêþî Pêk Hat û Vîrûs Berbirehtir Dibe.
8 Rêbendan
2006,08:30(G.D.K)
Þewba Çûkan li
Kurdistanê bû sedema mirina 3 kesê.
|


Vîrûsa H5N1 bo
mirovan xeterek mezin e.
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan- Þewba çûkan ku pêþî li welatên asyayê de
derketibû holê û bi lez belavbûna vîrusa þewba çûka li seranserê Ewrûpayê
dibe sebebê tirseka mezin.YEyê ji Tirkîyeyê kirîna goþt rawestandi bû Li
tirkîye rayedaren fermî daxûyanîya "xetera þewba çûkan nemaye"
dikirin ku li bajarê Kurdistana Bakûr Agirî-Bazîdê ji malbatekê 3 xwiþk û
bira ji Vîrusa þewba çûkan (H5N1) mirin.
Þewba çûkan ku pêþî li welatên asyayê de derketibû holê û bi lez
belavbûna vîrusa þewba çûka li seranserê Ewrûpayê dibe sebebê tirseka
mezin.
YEyê ji Tirkîyeyê kirîna goþt rawestandi bû.Li gelek weltan de bi
mîlyonan mirîþk û cûkên curbecur hatin îmha kirin.Ev vîrus dikare ji goþt û hêkên cûkan derbasî mirovan be.
Li gor pisporan îxtîmala xwe guhertin û bibandor bûna vê vîrûsê heye.
Li gorî agahiyan, di nav 2 rojên dawî de ji sedî zêdetir kesî bi
gumana þoba çûkan serî li Nexweþxaneya Dewletê ya Bazîdê dane.
Hate diyarkirin ku jinek bi navê Turkan Sonmez (38) jî serî li
nexweþxaneyê da û nexweþiya þoba çûkan pê re hat dîtin.
|

Wêneya vîrûsa H5N1
|
Piþtî ku li Beþa Acîlê mudaxaleya yekemîn lê hat kirin, sewqî
Nexweþxaneya Lêkolînê ya Wanê hat kirin. Hate ragihandin ku Sonmez, bi
ambulansek þandine Wanê.
Li gor agahiyên ku ji Hîndekarê Beþa Nexweþî û Tenduristiya Zarokan a
Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê Prof. Dr. Ahmet Faîk
Oner hatin girtin, Fatma Koçyîgît ku ev du roj in girêdayî cîhazê ye, ber bi
sibehê saet di 06.30'an de jiyana xwe ji dest da.
Pêr jî birayê Fatma Koçyîgît Mehmet Alî Koçyîgît bi gumana þoba çûkan
rakiribûn nexweþxaneyê.
M. Alî liv vir jiyana xwe ji dest dabû. Hate hînkirin ku li
Nexweþxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha YYU'ya Wanê cîhazên
bêhndanûstandinê pir kêm in.
|

Dayikê Kurd,Marîfet Koçyigît ji ber
þewba çûkan 3 zarokên xwe winda kir.
|
Serbijîþkê nexweþxaneyê Huseyîn Avnî Þahîn jî da zanîn ku hemû
cîhazên bêhndanûstandinê têne bikaranîn û nexweþ pê ve hatine girêdan.
Þahîn got ku ji bo di vê hêlê de tengasî nekþînin jî, ji Wezareta
Tenduristiyê cîhazan xwestine.
Li qeza Bazîdê alarm hat dayin, Bapêþa çivîkan li bajarê din li
Erzirom,Amed, Ixdir, û Hilvana Rihayê jî peyde bû.
Kurdên ku bi salan e ji ber þer û xizaniyê tengezar maye niha jî bi
þewba çûkan re rû bi rû ye.
Wezareta Tendûristî û Wezareta Karên Gundan û Çandiniyê ya Dewleta
Tirk hasasiyeta ku li hemberî þoba çûkan a ku di 10'ê Kewçerê de li Manyasa
Balikkesîrê hatibû dîtin nîþan da, li hemberî nexweþiya ku li Bazîdê derkete
holê nîþan neda.
Serokê Giþtî yê SES'ê Koksal Aydin ev helwesta Wezareta Tenduristiyê
wekî skandal nirxand û got ku bi vê nexweþiyê re careke din aþkere bû ku
'Projeya Veguherîna Tenduristiyê'
îflas kiriye.
Wezirê tenduristiyê yê Tirkiyeyê Recep Akdag ragihand ku zarokên ku
mirine ji bapêþa çivîkan mirine ne ji zattureyê .
Wek ku tê zanîn di destpêkêde dewleta tirkî ev virus veþart û gotin
zarok ji nexweþiya zattureyê miriye.
Li gor agahîyen dawî nexweþî heta Enqeraya Tirkîye gihêþtîye.Divê Kurd
jî derbarê îmha kirina mirîþkan de hestîyar bin û alîkarîya rayedaran bikin
û xwe û zarokên xwe biparêzin.
Dîmene li Mersîne ku bo mirîþken belaþ derketibû holê divê neye dûbare
kirin.
Yekîtiya Europa li ser vê bûyerê disekine û alarm da ku Ewropî li ser
vê bûyerê bisekinin. Dibên divê ev bûyer ciddi bê girtin.Her wiha Rexistina
Navneteweyîya Cîhanê WHO jî daxûyakir ku divê tedbîr bêne girtin lê bila
gel tengezar nebin.
Heta derbas bûna vê nexweþîyê divê hemwelatîyên Kurd ji xwrina
mirîþk,hêk û hwd. Dûr bisekinin û di cejna qurbanê de jî serjêkirina
qurbanan di nava paqijîyê de were pêk anîn.Divê malabatan jî zarokên xwe
miqade bin ku bi çûk û mirîþkan neleyzin.
|

Þewba çûkan di
serîde bo weþatên asya û bi giþtî bo hemû cîhanê dixe nav tirs û fikaran
|
Nîþaneyên þoba çûkan, diþebe
zekemê (grip). Kesê nexweþ bi serêþiyeke giran re rû bi rû dimîne, her wisa
hin nîþaneyên din jî ev in; kuxika hiþk, tengasiya nefesê, av ji poz tê, eþa
movikan ku di hemû bedena mirovan de xwe dide der, çav sor bûn.
" Ozbay, diyar kir ku nexweþiya
þoba çûkan di navbera 2 û 4 rojan de di mirovan de kurk dibe û got: "Heke di
dema wê de pê bê hesîn ji sedî 50'î ev nexweþî baþ dibe.
Lê ev nexweþî bi taybetî ji bo
kesên ku berê nexweþên diyabet û dil bin talûkeyeke mezin e û dibe sedema
mirina wan. Kesên ku nexweþên dil û þekir bin divê pir bi baldarî
tevbigerin, û biçin derziya zekemê (grîb) li xwe bixin".
Vîrûsa
þewba çûkan dema ku di 70 dereceyî de were kelandinê dimir e. Ji ber vê yekê
goþtê sewalên bi bask divê herî kêm di ava ku 70 santîgrat-dereceyî de were
kelandin (pijandin) dûre were xwarin. Dema ku baþ bê kelandin tu metirsî
navê, mirov dikare goþtê mirîþk û elokan bixwe.
Heman
tiþt ji bo hêkan jî pêwîst e. Divê hêk ewil bê þuþtin dûre jî di nava avê de
baþ bê pijandin.
|