|
Beþa Kurdistan
Li Kurdistanê
Cejnekê Bi Tengezarî û Layekê Jî Kêfxweþîya Yekîtîyê.
8 Rêbendan 2006,08:30(G.D.K)
Sala 2006 bo Neteweya Kurd bi 2 bûyerên girîng destpêkir.
|

Serokê Kurdistanê û
Serkomara Iraqê
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan- Gelê Kurd vê salê cejna qurbanê bi
tengezarîya nexweþîya þewba çûkan û layekî din jî bi kêfxweþîya yekbûna
Hikumetên Dewleta Federe ya Kurdistanê pêþwazî dikin.
Sala 2006 bo Neteweya Kurd bi
2 bûyerên girîng destpêkir.
Yekemîn belav bûna nexweþîya þewba çûkan û mirina 3 Kurdên li
Kurdistana Bakur,duyemîn jî yekxistina Hikumetên Kurdistanê bû.
Biryara yekxistina Hikumetên Kurdistanê salek berê hatibû girtin.Çend
roj berê bi biryarerek dereng mayî dawî
li rewþa ku hemû Kurdistanîyan eciz dikir û rê li hemû pêþketinan digirt
hat û her du îdareyên Hikumeta Dewleta Federe ya Kurdistanê hate yekxistin.
Serokê Kurdistanê di daxûyanîya yekxistina Hikumetan de wiha axifî;”
Herdû partî gihêþtine rêkeftinê bo yekbûna herdû îdaran, ev rojeke
dîrokîye û deskeftinek mezine jî bo gelê Kurdistan û rastersat piþtî cejnê
rêkeftin dihête pêþ perleman, ji bo li ser wê piþtrast bikin û piþtre dest bi
cêbecêkirinê bihête kirin.
Ez vê rêkeftinê weke cejnekê pêþkêþî gelê Kurdistan dikim û xudîyên
þehîdên serbilin, herwiha pîroz bahî li herdû partîyan û hemû gelê
Kurdistan her di xweþî û di serkeftinê de be.”
Ev biryara girîng û derengmayî di nava hemû Kurdistanîyan de bû
sedema kêfxweþîyek mezin.Erka sîyasîya Dewleta Federe ya Kurdistanê benda
ku hemû pêþketinan digirt û pozîsyona netewa Kurd li raya giþtîyê Cîhanê de
û di dîplomasîyê de bêbandor dikir ji holê rakir û ber bi Kurdistana
Serbixwe rê hinek din din jî hate berfireh kirin..
|

Gel Ji Kirîna Hemû
Ajalan de Bi Gûman e
|
Li Kurdistan Bakur rojevê de nexweþîya þewba çûkan hin jî di rêza
yekem de ye.
Kurdên ku bi salan e ji ber þer û xizaniyê tengezar maye niha jî bi
þewba çûkan re rû bi rû ma. Wezareta Tendûristî û Wezareta Karên Gundan û
Çandiniyê ya Dewleta Tirk hasasiyeta ku li hemberî þoba çûkan a ku di 10'ê
Kewçerê de li Manyasa Balikkesîrê hatibû dîtin nîþan da, li hemberî
nexweþiya ku li Bazîdê derkete holê nîþan neda.
Encamê de jî li bajarê Kurdistana Bakûr Agirî-Bazîdê ji malbatekê 3
xwiþk û bira ji Vîrusa þewba çûkan (H5N1) mirin.
Her wiha bi hezaran kes li gelemperîya Kurdistanê ji ber gûmana þewba
çûkan serî li nexweþxaneyan dan.
Gel bi giþtî ji ber vê nexweþîyê tengezarê ji xeynî mirîþkan bo
xwarina goþtê ajalên din jî bi guman in.Her çiqas vê nexweþî tenê ji goþtêçûkan
derbasî mirovan dibe jî, kêm bûna kirînûfirotina ajalên bo qurbanê nîþan
dide ku gel ji ber þewba çûkan tama cejnê jî negirin.
|