|
Beþa Kurdistan
Dewleta Tirkîye
Xwedî Li Terora Xwe Derket; Çawiþ Hate Berdan.
Çawiþ Tanjû gûle
barandibû ser gelê Þemzînanê.
19 Rêbendan 2006,08:30(G.D.K)
|

Dewleta Tirk dixwaze ser skandala
Þemzînanê û terora xwe bigre.
|
Di bûyerên Þemzînanê
de Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku de
ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser gelê Þemzînanê û bû bû mirîna
Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgeha duh de serbest hate berdan.
Li Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut ku
10 Sermaweza 2005ê ji alîyê 2 serbaz û çawiþekî pispor bombe hatibû
avêtin û di encamê de M. Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da bû û Metîn
Korkmaz jî birîndar bû bû piþtî bûyerê gelê Þemzînanê êrîþ biribûn ser
erebeya ku ya serbazan
Bûyer wekî “Susurluka Duyemîn”
tê binavkirin.9 sal berê seyareyek ber riya Susurlukê(navçeyekê
Tirkîye) qeza kiribû û piþtî vê rûdanê têkîlîyên qirêj yên mafya,dewleta
tirk,polîs û hin serekêþîrên eslkurd derketibû holê.
Di bûyera Þemzînanê de jî serbaz telefonê kuþtarê bisedan Kurd xwînxwar Mehmet Aðar
kirin e û derdikeve holê ku dîsa lîstikên li dijî gelê Kurd heman avahî tê
meþandin û êrîþên ser Kurdan hin jî
ji parlemana Tirkîye tê birêvebirin ku Mehmet Aðar niha parlemeneter e û
serokê partîya DYP(partîya Çîller a hov) ye.
Dûh dadgehkirina sûcdarekê bûyare Þemzînanê Çawiþ pêk hat.Li gel ku
dozkerê dewletê bi sebebê kuþtina ciwanekî û pênc kes jî birîndarkirîye, bo
wî 30 sal ceza dixwast, Tanju hate berdan.
Hate dîtin ku li der dora dadgehe tedbîrên bilind bo asayîþê hatine
verirgirtin. Di runiþtina yekê de dadgehê ji þahidan li Fehmî Oguz gûhdarî
kir. Oguz got wekî ku tê îddîakirin tu kesî êrîþ nebirîye ser seyareya Çavuþî û ew rastîyê nabêje.
Tê zanîn ku Çawiþ û parêzerê wî îddîa dikin ku xelkê êrîþî seyareya
wî kirîye wî jî bo xwe biparêze bi çeka xwe bera wan daye.
Mehkeme wê bidome.
Bi biryara dadgehê careke din eþkere bû ku Dewleta Tirkîye xwedî li terora
xwe derdikeve dixwaze ser skandala Þemzînanê û terora xwe bigre.
|