|
Bi
taybetî bajarên herî girîng ya bakûrê Kurdistanê wek
Amed,Wan,Batman,Riha,Mêrdîn û hwd. de bikaranîna zimanê Kurdî di jiyana
rojane de kêmtir dibe.
Bê gûman
daketina rêjeya bikaranîna zimanê Kurdî di nava zarok û ciwananan de nebûna
perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.Bi awayekî xwezayî nebûna perwerdeya bi
zimanê dayikê ji bo hemû gelan encamek wisa an jî hin xirabtir mimkune ku derbixîne
holê.
Li gel
hemû qedexe û hewldanên 80 salî ya dewleta Tirk çewtî û îxmalkarîya Kurdan
jî dibe sedema xirabtir bûna encamê.
HAWARDENGÛBAS
li Amedê derbarê vê mijarê de nêrînên hin
kesên pêywendîdar vergirt.Di enmaca analîzên wan
kesan de hin xalên hevbeþ derket pêþ.
• Perwedeya bizimanê
dayîkê;
Berî her tiþtî ji bo parastin û pêþxistina zimanê Kurdî
perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîste.
Divê berê ji bo vê yekê hewl bê dayîn.Ne qurs û wekî din
divê hemû dersan ji dibistina sereta û heta zanîngehan bi zimanê Kurdî
perwerde were dayîn.Her wiha divê rexistin,partî,þaredarî û dezgehên Kurdî
hemû endam û xebatekarên xwe re hîn bûn û xwendina bi zimanê Kurdî ferz
bikin da ku di qedemeyên fermî de zimanê Kurdî were bi karanîn.
Ji bo bal kiþandina zimanekî divê ev ziman xwedî girîngî
û statuyekî fermî û aborî jî be.
Her wiha
hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana sereteyî de zorê
nekþînin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî dikin û hînî zimanê
Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter berdin.Divê zarokek
berî zimanê dayika xwe hîn bibe.
Zarokekî ku temamî zimanê xwe û çanda xwe
hîn nebe ev zarok nikare bi temamî hînî tu çandî na jî zimanî bibe û
avayekî xwezayî di vê zarokê de “bê nasnameyetî” derdikeve holê.
Malbatên
Kurd bo dibistinê dikarin piþtî 6 salîya zarokê xwe hinî zimanekî din
bikin.Her wiha malbatên Kurd li þuna ku hînî zimanê Tirkî bikin û meselya
dibistana Tirkî bifikirin divê ji bo destpêkirina
perwerdeya bi zimanê Kurdî bikevin nava hewldanan.
• Medya;
Sedemekî din ya herî
girîng helîna zimanê Kurdî bandora
medyaya Tirkî bi taybetî televîzyonên Tirkî ye.Medya bi taybetî televîzyonên
heyî yên Kurdî têrî îxtîyaca Kurdan bike.
Televîzyonên ku ji Kurdistana azad weþan dikin jî him bo bakûrê
Kurdistanê kêm weþan dikin him jî alîyê qelîteyê ne zêde pêþketîne û lewma
jî bala Kurdên bakûr nakþînin.
• Xwezî pê anîn;
Hinek Kurd hin jî girîngîya zimanê kurdî tênagihên.Zimanê
Kurdî wek zimanê gundê dibînin.Kêm be jî hinek Kurd ji ber xwezî pê
anîna û mezin dîtina zimanê Tirkî an
jî zimanekî din, zimanê Kurdî di bazar,kolan, restoran,”cîhen modern” û
avahîyên fermî de zimanê Kurdî bikarnayinin.
Her wiha gelek Kurd ji bo nezanîna xwendin û nivîsandina xwe ya
Kurdî gelek mane dibînin.Lê rastîyekî eþkereye ku bi buhaya cixareyekî û di
rojê de nîv saet her mirovek normal dikare xwendin û nivîsandina zimana xwe
ya dayikê fêr bibe.
• Stratejîya Çewt;
Beþekî ji Kurdên bi sîyaset û xebatên îdolojîk re mijûlin her
çiqas xwe wek xebatkarên doza Kurdî bi nav dikin jî hemû karên xwe bi Tirkî
pêk tînin.Bi taybetî gelek ciwan berî ku zimanê Kurdî hîn bibin di bin navê
Kurdeyatî de berê diçin bi tiþtên rojane û nereel re mijûl dibin.
Bi îdolojîyên kevn û bi sloganên ezber dem û enerjîyên xwe
winda dikin.Piranîya wan kesan mixabin zimanê Kurdî nizanin.
• Xwedî derneketina
hilberînê;
Di salên dawî de li gor salên berê di warên
mûzîk,edebîyat,çand,huner,çapamenî(medya) Kurdî de hin zêdetir berhem û
tiþtên baþ tê hilberînin.Wekî mÎnak 10 sal berêciwanekî Kurd nikarî bû ku
albûmên Kurdî bi þêweyên cîhanî
wek(pop,folk,rock,cazz…) berhemekî peyda bikin.
Niha ne wisa ye.Di her
qadê de hilberîna berhemên cihêreng
tê kirin. Lê belê gor salên berê firotina albûm,pirtûk,kovar an jî
hilberînên din yê Kurdî kêm bûye.Bê
gûman di mûzîkê de bandora mp3 û korsanan jî gelek zêde ye.Bo dewlementir
bûn Û pêþxistina mûzîk,wêje,çand û hûnera kurdî divê xwedî li hilberînê
were derketin.
Heman xal bo perçeyên rojhilat û baþûrê rojavayê Kurdistanê mirov dikare di cîh de
ye.Pêþketinekî di perçeyekî
Kurdistanê de bê þit bandora xwe li perçeyên din jî bike.Ji ber vê yekê
divê her Kurd wek erkekî rûmetî ji pêþketin û hîn bûn û ji bo pêk anîna
perwerdeya zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê hewl bidin û piþtre bi zimanên
din mijûl bibin û xwe di her warê jiyanê de pêþ bixînin.Ger neteweya Kurd
stratejîya pêþketina xwe ser bingehekî þaþ ava bikin wê demê mimkune ku
tiþtên heyî jî ji destê gelê Kurd biçe.Bingeh çawa bê danîn pêþketin jî bi
vê avayî dibe.Bingehek dirûst dahatûyek geþ,berfireh û pêþketî an jî
bingehek çewt û
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
Girêdanên
Pêywendîdar
Rewþa
Geþedan û Hilberîna Bi zimanê Kurdî
Zimanê
Kurdî
|