|
Beþa Kurdistan
Rejîma
Surîye projeyên regezperistîyê li ser Kurdan cêbecê dike û girtin û
zîndanîkirina Kurdan li Surîyeyê berdewam
26
Pûþper, 2006 07:26:47 (GDK)
Partîyên Kurdî
li Surîyeyê yên ku destûra wana hikumtê nedaye ragihandin: ku hikumeta
Surîyeyê projeyên regezperstyê li ser gelê Kurd li Surîyayê peyrew dike ku
li ser xaka xweya dîrokî jîyan bi ser dibe.
Malpera îlaf di peyamekê de daxuyanîya parta azadî û yekîtîya Kurd li
Surîyayê di bîranîna 32 salîya cêbecêkirina wê hêla akincîkirina Ereba li
parêzgeha Hesekê belavkirî ye û di pþkeka wê de hatî ye: bi dehan zevî û zar
li ser xaka Cezîrê û Dêrîkê û Serê Kanyê, hikumetê bo Ereban terxankirîne û
xwedîyê wan jî ku Kurdin jê bê behrbune.
Her wiha di daxuyanyê de hatî ye ku hikumeta Surîyayê li 24/ 6 /1974 were
hêla Erebandinê destpê kirî ye û berdewam bûye li ser sîyaseta regezperstyê
dij berî Kurdan û merem jî hejarkirin û birçîkirina Kurdane, her wiha bo
Erebandina deverên kurdane, lê em dijî wê sîyaseta hikumeta Surîyayê ne û em
bawerîn ku tev projeyên sitem û regezperistyê dê jinav çin û gelê Kurd jî
rijde li ser xebata xweya demukratîk û bi destxistina mafên xweyên netewî.
Hêzên emna
Surîyayê çalakvanê kurd endamê serkirdatîya parta dîmukirata kurdî li
Surîyayê( Ebdu Xelef Wilu) ji gundê Bir kifirê ser bi bajêrikê tirbe spyê li
parêzgeha Hesekê girtî ye.
Li hember
karên emna Surîyayê rêkxirawa mafên mirovan li Surîyayê di beyanamekê de
karên hikumetê þermezarikirin û li dijî destûr û yasayê dane zanîn û
daxazkir ku tev girtî bihên azadkirin.Rejîma Surîye projeyên regezperistîyê
li ser Kurdan cêbecê dike û girtin û zîndanîkirina Kurdan li Surîyeyê
berdewam
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|