|
Beþa Kurdistan
Serokwezîrê Kurdistanê; "Em Dev Ji Kerkûkê Bernadin"
11
Pûþper, 2006 12:19:21 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan --
Serok wezîrê Kurdistanê; "Kerkûk sembola xebata gelê Kurd tu carî Kurd dev
ji Kerkûkê bernadin, mesele ne meseleya neftê ye, neft li her cihekî
Kurdistanê heye li Zaxo, li Hewlêrê û li Silêmanîyê heye".
Serokwezîrê
hikumeta yekbûyî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê bi rojnameya Þerq El-Ewset de ser meseleya
Kerkûkê peyamên girîng da.
Serokwezîr
Nêçîrvan Barzanî dîyar kir ku Kerkûk sembola xebata gelê Kurd tu carî Kurd dev ji Kerkûkê bernadin, mesele
ne meseleya neftê ye, neft li her cihekî Kurdistanê heye li
Zaxo, li
Hewlêrê û li Silêmanîyê heye.
Di
berdewamîya raveya xwe de got;"Daxwaza
me ewe ku Kerkûkê vegere ser Kurdistana Federal ne ji bo Nefte ye, ew
nerîn jî þaþe, em çareserekê ji
pirsa Kerkûkê re dixwazin li gor destûra ku hemû Îraqîyan li ser erê kirî."
Derbarê
helwesta Kurdistanê li hemberî terorê jî Nêçîrvan Barzanî xuyakir ku gelek hêz
dixwazin terorê bînin Kurdistanê, lê tu cih ji wan re li Kurdistanê tunebû
û weha got: “em di vê warî de serkeftin ew jî bi egera hestyarîya sazîyên
asayêþê û welatîyan ku divê li dijî tîrorê rawestin, alîkarîyeke mezin di nevbera
sazîyên asayêþê û welatîyan de heye,
em ji vê alî de dilniyane ku ta niha jî amadene ku þerê terorê bikin.
Derbarê
mijara sermayeguzarîyê li Kurdistanê serokê hikûmeta Kurdistanê dîyar kir
ku: Bê guman em
sermayeguzarîyê
bîyanî dixebitin û di demeke nêzîk de dê yasaya sermayeguzarîyê ji alîyê
Perlemana Kurdistanê ve were erê kirin, ew jî dê ji biyanîyan re bibe hêsanîî
ku li Kurdistanê projeyên xwe encam bidin.
Kurdistana Azad
di mijarên Kerkûk û neftê de bibiryarin
Wekî tê zanîn
him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya Kurdistana
Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi eþkereyî diaxifin
û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest bi kolandina bîrên
neftê hate kirin.
Serokê
Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû; "Merc
nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê de jî
kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta Kerkûkê
ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di
axaftina xwe de zelal kiribû ku weka hemû dewlemendîyên serax û binaxa
Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike.
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|