|
Beþa Kurdistan
Serokwezîrê Kurdistanê;"Kêþeya Kerkûkê ne meseleya Tirkîye ye"
22
Pûþper, 2006 14:42:12 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan--
Nêçîrvan
Barzanî di hevpeyvînekî xwe yê bi rojnameya New Anatolian ya tirkîyeyê de
ser pirsa Kerkûkê gor meseleya Kerkûkê ne meseleyekî Tirkîyeyê ev pirsekî
navxwe ye û emê bi xwe vê kêþeyê çareser bikin.
Nêçîrvan
Barzanî serokê hikumeta Kurdistanê di hevpeyvînekî pêkeftinekê de li gel New
Anatolian de ronahî xiste ser giriftên Îraqê û çawanîya çareser kirna wan,
birêzî di beþekê axiftina xwe de amaje bi arîþeya Kerkûkê de,meseleya
Kerkûkê ne meseleyekî Tirkîyeyê ev pirsekî nevxwe ye û emê bi xwe vê kêþeyê
çareser bikin .Emê hemû hewla bidîn ji bona pêþveçûna têkîlîyên me li gel
Tirkîyê li ser binemaya rêz girtina beramber û dest tênewerdana kar û barên
hevdu.
Barzanî di berdewamîya hevpeyvînê de wiha axifiî û ser wan xalan sekinî;
-Herêma
Kurdistanê ji mêje were ji hemû alîyan ve hatîye paþguh xistin. Hikumeta
kurdistanê li vir û giropa Kurdî li Bexdayê ,herweha serok Talebanî li
Bexdayê û serok Barzanî ji hewl û xebitînên xwe berdewamin bo çareserkirna
vê giriftê.
Me gelek pênexweþe ku rojane kesên bêguneh di hên kuþtin û gorên bi kom jî
di hên dîtin,yek ji erkên me parastina tenahî û asayîþa herêmê ye, herweha
hemû þîyanên xwe bi kar di înîn jibona herêma Kurdistanê arambe û alîkaryan
tevaya partên Îraqê di keyn bo bi dawî înana rewþa aloz. Em weha bawer di
keyn ku pêkanîna hikumeteka bi hêz û demûkrat û fedral li Îraqê ku rêz ji
mafên welatîyan bi gre, baþtirîn rêye bo çareserkina pirsa asayîþê li Îraqê.
-Doza Kerkûkê meseleyek me ye û çareserkirina wê jî bi ronî di destûra Îraqê
de hatîye, di vê xelkê Kerkûkê bi xwe çarenivîsa xwe dîyar bi kin, di vê kes
di nêv Kerkûkê û dervey Kerkûkê de,ji wê yekê bi tirsî ku em dê fiþarê
texîne ser netewek. Kerkûk û deverên dinên ku ji Kurdistanê hatîn
veqetandin, pêdîvîye li gor destûra Îraqê bi awayek aþitîtîyane û demokrasî
vegerin bo ser Kurdistanê.
-Di qunxa îro de aramî ya sînûran gelek giringe bo asayîþ û pêþdaçûna
aburîya her welatekî, di vê sînûrên heru alîyan rêz jê bihê girtin, evê yekê
jî pêdivî bi dayelokê heye.kunsilekê navdar li Emerîka daxwaza dîyaloka sê
qolî di ke li gel Emerîka û Tirkîye û serkirdên Kurd sebaret asayîþa
sînoran, em bawerîn ku ev nêrîne gelek baþe û em amade ne beþdar bîn.
-Ser mesleya
PKKyê jî serokwezîrê Kurdistanê wiha axifiî "Dive her du alî jî ji sînoran
re rêzdar bin. Hebûna gefa þidetê ya di nav herêma Kurdistanê de li gorî
berjevendiyên wê nîne. Lê pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek leþkerî ye û divê ji
bo çareseriyê hemû alî tavîz û fedakariyê bikin. Ku ev pêk were, tiþtê ji
destê me jî bê emê bikin."
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|