|
Beþa Kurdistan
Salvegera 19'emîn ya kîmyabaran kirina bajarê Serdeþtê rojhilatê Kurdistanê
28
Pûþper, 2006 09:17:52 (GDK)
Îro Salvegera
19'emîn ya kîmyabaran kirina bajarê Serdeþtê rojhilatê Kurdistanê ye. Li
Kurdistanê yekem car gazên kîmyewî, çekên kîmyewî li bajarê Rojhilat
Serdeþtê hatin bi kar anîn û
paþê Helebçeyê dewam kir.
Sal 1987 roja 28 Hezîranê ye, saet 4 êvarê ye... Çend balafirên þer ên Iraqê
li ezmanên Serdeþtê difirin. Ev teyrên hesinî yên Saddam Husên, li ser xelkê
bêguneh ê bajarê Rojhilatê Kurdistanê Serdeþtê jehr barandin. Li ev bajarê
Kurdistanê ku bû yekemîn bajarê lê jehra kîmyewî hat barandin, bi sedan kes
mirin û bi qasî 8 hezar kes jî birîndar bûn. Komara Îslamî ya îranê ku wê
wextê bi rejîma berê ya Iraqê re di nav þerekî malwêran de bû, hîç girîngî
neda dermankirina welatiyan û ji ber vê yekê gelek kesên birîndar jî mirin
an jî seqet man. Di ser vî gunehê þer ê rejîma Iraqê re 19 sal derbas dibe.
Lê belê wêneyê trajediya bajarê Serdeþt û navçeyên din ên Kurdistanê ji ber
çavê Kurdan naçe. Ta îro jî ji hezran birîndaran ên jiyana xwe ji dest didin
hene. Piþtî 19 salan gunehkar di zindanê de ne, û dîktatorê ji textketî yê
Iraqê Saddam Husên tevî baasiyên din ên rêveber tê mehkemekirin. Yek ji
gunehkarên din jî yê çek firotin Iraqê Frans Van Anratê Hollandî ye ku niha
bi 15 sal cezayê zindanê tê cezakirin.
Di salvegera vê komkujiyê de xelkê kurd bi giþtî û bi taybetî jî mexdûrên
bajarê Serdeþtê û navçeyên din
ên Kurdistanê bang li aliyan dikin ji bo gunehkaran dadgeh bikin. Kesên
mexdûran dibêjin; di vê demê de ku em dixwazin zirarê mexdûran were dayîn,
di heman demê de em dixwazin Saddam û endamên din ên rejîma Baasê ji vî
gunehê þer ê li Serdeþtê û navçeyên din ên li Kurdistanê bêne mehkemekirin.
Rejîma Îranê jî bi guhnedana dermankirina birîndaran gunehkare û nabe ku
karesata li Serdeþtê ji bo
berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne. Xizmên mexdûran her weha dixwazin
dosyayên taybetî der barê komkujiya rejîma Saddam li Serdeþt û navçeyên
Alwetan, Zerde û Þino kir pêþkêþî dadgeha Iraqê û saziyên mafê mirovan ên
navdewletî bêne kirin.
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|