|
Beþa Kurdistan
Hezkirina Kurdan Bi Mehmed Uzun re ye
01
Pûþper, 2006 14:19:34 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,STOCHOLM,Swêd-- Nûçeya
nexweþîya Mehmed Uzun Kurdan û hemû dostên wî xiste xemgînîyekî mezin.Gelek
kes piþtî vê nûçeyê diçin nexweþxaneya
Karlonîskayê serdena Mehmed Uzun.
Nivîskarê
navdar ya Kurd Mehmed Uzun ji ber nexweþîya kanserê rakirin nexweþxaneyê.
Nûçeya nexweþîya Mehmed Uzun Kurdan û hemû dostên wî xiste xemgînîyekî
mezin.Hê ji nexweþxaneyê daxûyanîyek fermî nehatiye danîn.
Nivîskarê
navdar ê kurd Mehmet Uzun ku li Siwêdê dijî bi nexweþiya pençeþêrê ket.
Nivîskarê
kurd ê navdar Mehmet Uzun hefteya borî li ser nerihetiyek ji niþkave lê
peyda bû, li paytextê Stockholmê rakirin nexweþxaneyê.
Bijîþkên
nexweþxaneya herî mezin a Siwêdê Karlonîskayê danasîna nexweþiya pençeþêrê
li Nivîskarê Kurd Uzun kir. Bijîþkan anî ziman ku nexweþiya li cem Uzun
peydabûyî, gulka pençeþêrê a bi navê 'ura nebaþ' tê bi nav kirin.
Li Gor
agahîyan Bijîþkan got ku dê rêbaza tedawiyê ya îyot a radyoaktîf ji bo
Mehmed Uzun bikar bînin.Her wiha tê ragihandin ku di demekî nêzîk Mehmed
Uzun wê nexweþxaneyekî li Emerîkayê were rakirin.
Gelek
kes piþtî vê nûçeyê diçin nexweþxaneya
Karlonîskaye.
Doh jî
Wezîre Ciwanan û Sporê(Werzîþ) e Hikumeta Kurdistanê Taha Berwarî, li gel
þandeke hikumetê Kurdistan serdana Mehmet Uzun kir û hêvîya baþ bûna wî
kirin.
Niha
Kurd bi hezkirinên xwe li cem Mehmed Uzun in û li benda rihet bûn û ji nû
ve afirandina berhemên wî yên nû bo
wêje û çanda Kurdî ne.
Mehmed Uzun Kîye?
Wekî tê
zanîn Mehmed Uzun yek ji kesayatîyên herî girîng ya sedsala dawîn ya
neteweya Kurd e.Mehmed Uzun bi romanên xwe bergehek nû ji wêje û romana
Kurdî re vekir.
Di zindî
bûn û pêþxistina zimanê Kurdî de roleke mezin lîst.Bo romana Kurdî ne
destpêk be jî bi balkþiandina wî gelek Kurd vegerîyan zimanê Kurdî û gelek
kes jî yekem car bi xwendina romanên wî dest pê xwendina wêjeya Kurdî
kirin.
Behemenên
wî bo gelek zimanên cûda hate wergerandin.Bi serkeftinên xwe navê gelê Kurd
,zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî gihand rojeva Cîhanê.
Li
Tirkîye derbarê wî de gelek doz hate vekirin.
Mehmed Uzun
di sala 1953'yan de li Siwêrekê hate cîhanê.Mehmed Uzun ku ji sala 1977'an
û vir ve li Swêdê dijî heta niha bi kurdî, tirkî û siwêdî bi dehan pirtûk
nivîsandine û pirtûkên wî nêzîkî li 20 zimanan hatine wergerandin. Der barê
Uzun de ji sala 1985'an û vir ve dest bi nivîsandina pirtûkên xwe kiriye,
ji hêla Tirkiyeyê ve gelek doz hatine vekirin.
Mehmet
Uzun bi salan rêveberiya Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Siwêdê kir
û di kulubên Pena Siwêdê û Pena Navneteweyî de bi çalakî xebitî. Uzun ku
endamê Yekîtiya Rojnamegerên Siwêdî û Yekîtiya Rojnamegerên Cîhanê ye.
Her wiha
xelatên wek Xelata Pênûsa Azadiyê ya Torgny Segerstedt 2002'yan de, Xelata
Akademiya Staîna-Erîk Lundeberg a Siwêdê stand.
Navê
Mehmûd Uzun jî wekî sedan Kurdên dilsoz rastî û þaþîyên xwe ser rûpelên
dîrok û þaristanîya Kurdistanê re ji niha ve hatiye nivîsandin.
Berhemên Mehmet Uzun
TU,
Roman, 1985; Mirina Kalekî Rind, Roman, 1987; Siya Evînê, Roman, 1989;
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Roman, 1991; Destpêka Edebiyata Kurdî, Lêkolîn,
1992; Hêz û Bedewiya Pênûsê, Ceribandin, 1993; Mirina Egîdekî,
Destan-Lorîk, 1993; Världen i Sverige (Hemû Cîhan di Siwêdê de Ye),
Antolojiya Wêjeyê, M. Grive ile Birlikte (Ligel M. Grîve), 1995; Antolojiya
Edebiyata Kurdî, Antolojî, du cîlt, 1995; Bîra Qederê, Roman, 1995; Nar
Çiçekleri, Ceribandin, 1996; Ziman û Roman, Hevpeyvîn, 1997; Bir Dil
Yaratmak (Afirandina Zimanekê), Hevpeyvîn, 1997; Dengbêjlerim (Dengbêjên
Min), Ceribandin, 1998; Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê, Roman, 1998;
Zincirlenmiþ Zamanlar Zincirlenmiþ Sözcükler (Demên Hatîn Girtîn Gotinên
Hatîn Qeydkirin), Ceribandin, 2002; Hawara Dîcleyê, Roman, 2002; Diclenin
Sesi (Sirûnên Dîcleyê), Roman, 2003..
Her wiha herî dawî Uzun li ser nivîsandina romana jiyana
Auerbach bi navê 'Hêviya Auerbach' dixebitî.
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|