|
Beþa Kurdistan
Îstîxbat û sixûrên Tirkan,bi tirkmenan li Kurdistana azad bi taybetî li
Kerkûkê li dijî Kurdan karên tarî dimeþînin
17
Pûþper, 2006 09:17:52 (GDK)
Navenda
îstîxbarata Tirkiyeyê Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê ye. Ev balyozxane
hevdîtinan li gel
grûbên sunnî, serokeþîrên sunne û þîe re veþartî yan nîvveþartî civînan dike
Muxabîrê Ajansa Nuçeyan Mehmet Yaman ji Kurdistana azad raporek li ser
tevgerên îstîxbarata
Tirkiyeyê ên li Kurdistana azad, li Kerkûkûk û Bexdayê û yên li herêmên din
ên Iraqê þandiye. Rapor
dinivîse ku ji ketina rejima Sadam û vir de hin êrîþên terorîstî yên ku li
Kurdistana azad û li Kerkûkê rû
didin, gûmaneke xurt tîne ser karûbarên îstîxbaratî û veþartî yê
fînansekirina terorîstan ji bal Tirkiyeyê
ve.
Bi taybetî ew êrîþên ku li Kerkûk û Mûsilê pêk tên bi hevkariya îstîxbarata
tirk û rêxistinên tirkmen pêk
tên.
Li gor raporê Tirkiye ji bo rê li ber bigre ku Kerkûk û ew herêmên din ên
kurd têkevin ser Kurdistana
federe gelek pere dirijîne. Navenda îstîxbarata Tirkiyeyê Balyozxaneya
Tirkiyê ya li Bexdayê ye. Ev
balyozxane hevdîtinan li gel grûbên sunnî, serokeþîrên sunne û þîe re
veþartî yan nîvveþartî civînan dike,
û dixwaze cebeheya li hemberî kurdan firehtir bike.
Li gor raporê, bi dizî hevdîtina serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan
û sermiyandarê Sudanî
Fatih el Hasaneyn Hartun ê ku di ser Rojhilata navîn û Asyayê re alîkariya
diravî digihîne rêxistinên
îslamî dikare destpêka van peywendiyan bê hesab kirin.
Mecîd Sebah Nêrweyî yê ekonomîst û borsagêr ragihandiye ku di alîkariya
fînansî ya hêzên terorîst ên
îslamî de Tirkiye þirketên veberhên ên li Iraqê bikar tîne. Gelek caran
þirketên tirk pere weka ku xerac ji
wan hatibe stendin didin rêxistinên terorîst. Her wiha hin dikanên dovîzan
ên ku li Dihok û Hewlêrê kar
dikin jî di van karan de tên bikar anîn, di riya wan re transfera peran tê
kirin.
Mecîd Nêrweyî radigihîne ANF ku hin ji kesên ku di þirketên tirk de berpirs
in an kar dikin ji mixaberata
Tirkiyeyê ne Ev kes pereyen ku ji Trikiyeyê li gel xwe tînin li Mûsil û
Kerkûkê rasterast didin terorîstan,
ew merivên hizbullahê yan jî tirkmenan jî rasterast bikartînin. Nêrweyî
radigihîne ku gelek welat û
rêxistinên ereb bi xwe jî berê pereyên xwe dixin bankeyên tirkan û di ser
wan re li Iraqê digihînin ji
terorîstan re û hejmara transefera van pereyan bi milyonan dolar dike.
Îstîxbarata Tirkan li Kerkûk û Mûsilê rêxistinên mafyayî jî di van armancên
xwe de bikar tîne. Ev
rêxistinên mafyayî bi motîfên îslamî hatine xemilandin û bi temamî li dijî
kurdan operasyonan dikin. Ew
hin metodên revandina sermiyangêrên ku ji Tirkiyeyê hatine û peywendîdar bi
hukumeta Kurdistana
federe re li wir kar dikin jî bikar tînin. Ev rêxistin mehane hin þirketan
bi xeracê ve girê didin. Kesên
MHPyî û eskerên xaneniþîn endamên van rêxistinan perwerde dikin. Yek ji
armanca van rêxistina ew e
ku ew kurdên Mûsilê mecbûr bikin ew ji wê derê bar bikin. Di encama êrîþan
de bi vî awayî heta niha 4
hezar kurdan bar kir.
Hacî Salih Abdullah ku ji Mûsilê reviyaye û li Hewlêrê tevî malbata xwe dijî
radigihîne ku çeteyên
Mafiyayê ew tehdîd kirine û bi zorê 10 hezar dolar jê wergirtine û piþt re
wî barkiriye hatiye Hewlêrê.
Hacî Salih diyar dike ku yê ew tehdîd kiriye û pere jê girtiye Tirkmanek
buye ku tirkiya Tirkiyeyê jî xweþ
dizane. Ew dibêje ku tirkman bi erebên sunî re bi hev re li Mûsilê þerê
kurdan dikin. Riya pereanînê yek
jê jî di ser Sûriyeyê re di ser gumrika Mûsilê a Rabîayê re ye.
Ew þîrketên tirk ên ku li Tirkiyeyê tirkçî ne li vir dibin kurdçî û alaya
kurdan hildikin bi vî awayî karan,
digirin serbest digerin. Kurd li Mûsilê nikarin bi serbestî kar bikin lê
þirketên tirk serbest kar dikin.
Li gor rapora ANFê bi saya birinanîna petrolê di navbera Tirkiyeyê û Iraqê
de jî gelek pere di riya
tireyleran û erebeyên barkêþ ên din pere ji grûbên terorîst re diçin, heta
terorîst di van karan de cih
digirin û ji kara petrolê parekê distînin.
(amadekar:Mehmet Yaman,çavkanî :ANF)
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|