|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe Hiþyarî:Ger di nûçeyekê
raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Parlementoya Kurdistanê qanûna viberanînê giftûgo kir
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
29 Pûþper, 2006
Di
civîna parlementoya Kurdistanê de ku îro berî nîvro li Hewlêrê pêk hat,
endamên parlementoyê karberdana parlementer Çinar Seid Ebdilla qebûl kir û
bi teva dengan Dr. Rojan Dizeyî wek endama parlementoyê hilbijartin. Piþtre
rojeva civînê ku berdewamiya giftûgoya li ser projekta qanûna viberanînê li
Kurdistanê bû, dest pê kir.
Piþtî ko Komîteya Aborî ya parlementoyê dîtinên xwe li dor li ser kêm û
zirêdekirina xal û birigeyên projektê berçav kirin, serokê parlementoyê
daxwaz ji komîteya qanûnî kir ku di nava hin seetên bên de rapora qanûnî
amade bikin ji bo ku di civîna danê êvarê de ku seet þeþ li dar dikeve,
berçav bikin.Tê zanîn qanûna viberanînê projekteka qanûnî ya parlementoya
Kurdistanê ye û tê hêvîkirin ku piþtî pejirandinê, karên bazirganî û aborî û
projektên viberanînê yên hundir û derve organîze bike..(ktv)
Arteþa
Tirk gerîllayê esîr bi avayekî hovane kuþt
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
29 Pûþper, 2006
Bi
wêneyan hat tesbîtkirin ku gerîlayê bi navê Ebbas Emanî yê ji rojhilatê
Kurdistanê ku 25ê Tebaxê sala 2005an, di operasyona li Tepecîk a Batmanê de
dîl hatibû girtin, tevî 6 hevalên xwe hatiye þewitandin.Bi hezaran eskerên
ser bi Fermandariya Tûgaya Batmanê dema ku bihîstin wê 12 gerîla derbas
bibin, 22'ê Tebaxê sala 2005an li herêma behsa wê tê kirin, kemîn danîn. Li
ser vê yekê þer qewimî û di roja 3emîn a þerê de gerîla Ebbas Emanî yê bi
navê kod "Xebat Ciwanro" 'yê sala 1977an li rojhilatê Kurdistanê ji dayik
bûye, ji aliyê eskeran ve dîl hat girtin. Di vê bûyerê de ku bi wêneyan
hatiye îspatkirin, ji bo neyê fêmkirin Emanî gerîla ye, kincên eskeran lê
kirine û ew birine biryargeha li herêmê hatibû sazkirin û teslîmî rayedarê
operasyonê kirine. Ermanî li cihekî vekirî li kêleka erebeya Sipî ya bi
markeya Reno 19 Europa, dixin nav lêpirsînê, lê ji ber ku ti agahiyan nade,
guleyekê bera serê wî didin û înfaz dikin. Piþtre jî heta 3 kîlometro herêma
din a þer bi dû erebê de kaþ dikin. (dîha)
YE :Divê
Sûrîyê doza gelê Kurd çareser bike
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
29 Pûþper, 2006
Li gor daxuyaniyek Partiya Yekîtî
ya Kurd li Sûrîyê- rêxistina Elmanya-Þaxê Kurdistan Lijneya karên
derve ya Perlemana Ewrupa di civîna xwe ya di 7/6/2007 de pêkhatibû, bi
amadebûna pirraniya
endaman daxwaz ji serokatiya Yekîtiya Ewrupa kir ku fiþar û zextê li ser
rêjîma Baes bike da ku
girtiyên ray û nêrînan ên Sûryê serbest berde û pirsgirêka gelê Kurd li
Sûriyê çareser bike.
Lijneyê di dawiya civîna xwe de hin daxwaz û pêþniyazên giring amade kirin:
1-Azadiyên demokrat li sûriyê têr nakin û bervejoyî belgenameyên cîhanî ên
derbarê mafê mirovan e.
2-Siyaseta binçavkirin û girtinên ne rewayî, û ne serxwebûna dadgehan li
Sûriyê hêj heye û gellek
girtiyên siyasî arasteyî lêdan û êþkenceyên bedenî û piskoloci tên.
3-Em metirsiya xwe diyar dikin derbarê rengê têkiliya hin dewletên Ewrûpa
digel penaberên Sûriyê wek
Holenda û Qubrisê.
4-Tevlî ku gellek doz li Rêjîma sûriyê hatin kirin ku da ku doza gelê kurd
li Sûryê çareser bike hêj Sûryê
tu kirde nekiriye derbarê vê dozê.
5-Piþtgêriya oposesyona Sûriyê bi mebesta pêþvebirina dezgehên aþtane û
demokrat bi mergê ku ne
bervejoyî siyasetên Yekîtiya Ewrûpa be.
Li ser van pêþniyazan dê dîsa hevdîtinek di navbera lejneya derve ya
Perlemana YE û þanda kurdên
Sûriyê de di dema du heftiyan de pêkbê.(pukmedia)
|