|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe Hiþyarî:Ger di nûçeyekê
raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
7 hezar 400 malbat ji Kerkûkê derdikevin
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
26 Pûþper, 2006
Hate
dîyar kirin ku 7 hezar 400 malbat Kerkûkê terk dikin
Malbatên ereb ên di dema dîkdatorê têkçûyî Seddam Huseyîn de bi armanca
erebkirina Kerkûkê hatîn anîn, bajar terk dikin.Li gorî agahiyan 7 hezar 400
malbatên ereb biryara vegerînê dan. (dîha)
Dadgeha
bilind ya Tirk derbarê kongreya DTP de lêpirsîn da destpêkirin
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
26 Pûþper, 2006
Der heqê Serokê Giþtî yê DTP'ê Ehmed
Tirk de jî doz hat vekirin.1. Kongreya Asayî ya Partiya Civaka Demokratîk,
hînê di ser re rojek derbas nebû îro danê sibê ket ber lêpirsîna
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind. Serdozgeriyê di vê çarçoveyê de ji
Muduriyeta Emniyetê ya Enqerê agahî û dokûmanên der barê kongreya DTP'ê de
xwest. Di vê navberê de, der heqê Serokê Giþtî yê DTP'ê Ehmed Tirk de jî bi
sedema gotina 'Birêz Ocalan' bikaraniye, bi daxwaza 2 sal cezayê girtinê doz
hat vekirin. Lê belê, Dozgerê Mehkemeya Cezayê Sûlhê ya Amedê, doznameya ku
beyî îfadeya Ehmed Tirk hatiye amadekirin, bi sedema çewtiya di ûsûlê de
radestî dozgeriyê kir. Hat ragihandin, Serdozgeriyê jî li mehkemeya bilind
îtiraz kiriye. DTP'yî, mîna çûyîna kongreyê di dema vegerê de jî li zext û
astengiyan rast hatin. (dîha)
Gruba
Xebatê ya Kurd a Demokratîk û Neteweyî civîna xwe ya Elmanya pêk anî
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
25 Pûþper, 2006
Gruba Xebatâ Kurd ya Neteweyi û Demokratik di 25.06.2006an de li Elmanyayê
li Bielefeldê civîneke li dar xist.
Civîna ku kurdên Almanya tê de beþdarbûn, katjimêr 14:00 bi rêz girtina
þehîdên Kurdistanê dest pê kir û heta 19:00 dom kir.
Berê ku civîn destpê bike dîvanekê hat hilbijartin. Li ser pêþniyarê Mehmet
Ece, Seyîdxan Kurij û Sirac Kirici ji bo rêvabirinê civînê hatin
hilbijartin. Piþtî hilbijartina dîvanê endamê meclîsa Grûba Xebatê Sirac
Kirici bi kurteyî li ser dîrok, armanc û avahîya grûbê agahdarî da beþdaran.
Piþtra beþdaran li ser xebat, perspektîvên sîyasî yên grûbê, modela grûbê,
li bakûrê Kurdistanê rola grûbê ya siyasî û pêwendiyên grûba xebat û Kurdên
dîaspora û daxwazên grûbê ji Kurdên dîaspora, dîtînên xwe anî ziman û pirs
pirskirin.
58 kes beþdarê civîna Elmanyaya bûn, ji wana qasî 20 kes axaftin. Hemî kesên
ku qisê kirin kar û barên gruba xebatê pîroz dîtîn û ji bo piþtgiriya vê
xebatê amadebûna xwe diyar kirin.
|