|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe
Hiþyarî:Ger di nûçeyekê
raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Çalakvanên kurd Zeynelabidin Ozalp, Îbrahîm
Gûçlû û Sedat Ogur serbet hatin berdan
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
10 Pûþper, 2006
Li Amedê
çalakvanên kurd Zeynelabidin Ozalp, Îbrahîm Gûçlû û Sedat Ogur sebest hatin
berdan.
Wek tê
zanîn mehek berê Zeynelabidin Ozalp, Îbrahîm Gûçlû û Sedat Ogur li
Amedê ji bo piþtgiriya Kurdistana azad û þermezar kirina bicihbûna
hêzên tirk li ser sînorê baþûr dema ku bi çalakîyekî demokratîk
þermezar dikirin ji alîyê polîsên Tirk ve hati bûn girtin.
Doh Zeynelabidin Ozalp, Îbrahîm Gûçlû û Sedat Ogur hatin berdan lê dadgeh
kirina wan wê berdewam bike. (hawardengûbas)
Berhem Salih: Kerkûk dilê Kurdistanê ye
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
10 Pûþper, 2006
Foruma 2yê ya Aborî a Ereb û Tirkan li Stenbolê li Ceylan
Intercontinental Htelê bi beþdarbûna 600 kesan ku jiwelatên ereb þandeyên
resmî yên hukumetan, yên sermiyangêr û karsazên wan welatan, sekreterê giþtî
yê Komkara Erebî Amr Mûsa û þandeyên tirk beþdar pêk dihat de Dr. Berhem
Salih cigirê serokwezîrê Îraqê ku li ser navê kurdan di hukumeta Îraqê de ye
di forumê de axaftinek kir. Wî diyar kir ku gelek caran li ser giringiya
reservên petrolê ên Îraqê û herêmê tê rawestandin, lê bi baweriya wî
baweriya bi hêza însanî ya berhemhênanê giringtir e, divê aboriyeka xurt a
dînamîk bê avakirin û kar ji gencên Îraqê re bê peydakirin.
Li ser pirseka rojnamevanan a di derheqê Kerkûkê de jî Dr. Berhem Salih
diyarkir ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye, ew perçeyek ji Kurdistanê, lê ew
herwiha bajarê Îraqê ye jî. Ji bo çareseriya pirsgirêkê meddeya destûrê ya
140ê hatiye qebûlkirin û ê li gor vê madeya destûrê bê meþandin. Ji bilî vê
jî ew giringiyê didin ku statuyeka Kerkûkê hebe da li gor maf û
berjewendiyên hemû pêkhatîyên Îraqê be.(netkurd)
Serokê
hikûmeta Kurdistanê pêþwazîya þandê Netewên Yekbûyî kir
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
10 Pûþper, 2006
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê di avahîya
serokatîya wezîran de pêþwazîya þandekê bilind ji Netewên yekgirtî bi
serokatîya birêz Con marî Fixorî û hijmarek ji berpirsên Netewên Yekbûyî
li Bexdayê û barêzgehên bakur kir.
Di hevdîtinê de nûnerê birêz teybet Con Marî nûnerê taybet yê emîndarê giþtî
yê Netewên Yekbûyî kêfxweþîya xwe ji serdana wî re bo Kurdistanê derbirî û
bi taybetî ji wan pêþkeftinên di Kurdistanê de bi cih hatine di hemû waran
de, herweha mavbirî xuya kir ku karê wan yê serekî avakirine li gor programa
netewên yekgirtî, û binyazin li bajarê Kerkûkê nivîsgehekê ji netewên
yekgirtî re vekin.
Ji alîyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê xuyakir ku
netewên yekgirtî dikare alîkarîya herêma Kurdistanê bike di warê bihêz
kirina karê rêveberîyê û karûbarên hukim ji ber ku tecrîbe û zanînên li ba
netewên yekgirtî hene, herweha birêz xuyakir ku hikûmeta Kurdistanê amadeye
hemahengîyê û alîkarîyê li gel bike.
Herweha di hevdîtinê de behsa çonyetîya hemahengîyê û gavên girîng ji
avakirinê re û pêþkêþkirina xizmetxozarîyê ji welatîyên Kurdistanê re bi
giþtî û Îraqê re bi taybetî.(pna)
|