|
Beþa Kurdistan
Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur derbarê kêþeya Kurd, li YE
hevdîtinên girîng pêkanîn
17
Pûþper, 2006 21:23:36 (GDK)
|

|
Hevbendiya
Demokratika Kurdên Bakur li roja çarþembê (14.6.2006), birek hevdîtinên
bilind li avahiya meclisa Yekitiya Ewropa li Strasbourgê digel rayedarên
payebilind yên Parlementa Ewropa pêkanîn. Di van hevdîtinan de, danustandin
li ser çareser kirina pirsa gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li ser çarçeva
muzakereyan bi Tirkiye re, hatin kirin. Terefê kurd dîtin û pêþniyariyên xwe
ji bo çareser kirina pirsa gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê û jibo endamtiya
Tirkiye, rayedarên Parlemeta Ewropa re pêþkeþ kirin û giftogu li ser kirin.
Heyet ji Dr. Musa KAVAL, Nunerê Hevbendiya Demokrata Kurdên Bakur, Bayram
AYAZ nunerê PDK-B –(Partiya Demuqrata Kurdên Bakur ) û Suleyman ATAY Nunerê
PSK (Partiya Sosyalista Kurdistan) pêktêt.
Ji ber ku Serokê Parlementa Ewropa Birêz Josep BORRELL FONTELLES celseyên
civata giþti ya parlemeta Ewropa bi rêve dibe, di cihê xwe bi wekalet Joost
LAGENDIK ji bo van hevdîtinan bi heyeta Hevbendiyê re destnîþan
kir.LAGGENDIJK herwesan bi sîfetê xwe wek Serokê Komisyona hevbeþ
Tirkiye–Yekîtiya ewropa jî li Heyeta Hevbendiyê pêþwazîkir û pêre li ser
pirsa Kurd giftogu kirin.
Di heman rojê de, Heyeta Hevbendiyê ji layê Gruba Muhafezekarên Ewropa (PPE)
ve hate pêþwazî kirin. Li ser navê grobê João des Deus PINHEIRO cigirê
Serokê wê, û Arthur HILDEBRAND berpirsiyarê navnetewî yê heman grubê, bi
hevbendiyê re rûniþtin. PPE ji partiyên muhafezekarên 25 Dewletên endamên
Yekitiya Ewropa pêktê û ew gruba yekemîn e dý Parlamentoya Ewropi da.
Herwesan gruba Partiyên Sosyalistên Ewropa (PSE) jî, Heyeta Hevbendiyê
pêþwazî kir û li ser navê wê Jan Marinus WIERSMA û Xatun Pasqualina
NAPOLETANO, herwesan berpirsiyarê dosya Tirkiye Bruno MARASA û Rob van de
Water Nunere tekiliyen Navnetewi tevlî civînê bûn. Gruba PSE jî, ji Partiyên
Sosyalistên 25 Dewletên Yekitiya Ewropa pêktê û gruba duyemîn e.
Heyeta hevbendiyê di van hevdîtinan de, pêþniyarên giring ji bo çareseriya
pirsa siyasî ya gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê, pêþkêþî serokê Parlemeta
Ewropa kir. Heyet herwesan ev pêþniyaran jibo serokê PPE, Hans-Gert
POETTERING û jibo Martin SHCULZ serokê PSE pêþkêþ kirin.
Heyeta Hevbendiyê çareserkirina pirsa gelê Kurd û pêvajoya muzakereyan bi
Tirkiye re bi awayek berfireh bi rayedarên YE re niqaþkirin, pêþniyar û
daxwazên terefê Kurd anîn ziman. Daxwazên heyeta Hevbendiyê di van
hevdîtinan di van xalên jêrîn de têne kin kirin :
- Pêwist e ku pirsa gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê di demek nêzuk de bête
çareser kirin, ji bo vê yekê ji YE, ji Parlemetê Ewropa û ji partiyên sereke
li Ewropa tê xwestin ku inisiyativek bi cisaret wergirin û gelê Kurd bi
awayek resmî wek gelê duyemîn li Tirkiye nas bikin.
- Bila muzakere bi Tirkiye re li ser vê binaxê bêne destpêkirin û domandin
heya ku Tirkiye jî vê rastiyê qebulbike. Helwestek bi vî awayî rê li ber
çareseriyê vedike û dê bibe sedemê xurt kirin û serkeftinê jibo tagirên
careseriyê, jibo demokratparêz û reformxwazan li hundurê Tirkiye.
- Berdewam kirina siyaseta înkara gelê Kurd li Tirkiye tehlîkeyek mezin
peyda dike ji bo gelê Kurd û ew dibe sedemê asimile kirýna wî. Herwesan dibe
sedemê berdewam kirina gengeþan û bê istiqrariyê li Tirkiye. Pêwist e ku
Tirkiye dest ji vê siyasetê berde û mafên siyasî çandî, aborî û îdarî yên
gelê Kurd nasbike û bêxe di warê jiyanê de.
- Bila YE ji Tirkiye bixwaze ku zimanê Kurdî jî, jibo Kurdan bibe zimanê
perwerdeyê mecbûrî di hemu qonaxên xwendina resmî de.
- Sistemê dewleta merkezî li Tirkiye ne gora rastiyên tarîxî, çandî û dîroki
ye. Ev sîstem pir çandiyê û pirrengiyê înkar dike û bûye sedemê berdewam
bûna girifdariyên siyasî û aborî. Komara Tirkiye ji damezirandina xwe ve ta
îro ne kariye bi vî sistemê çu pirsgirekên xwe yê sereke çareser bike. Ji
ber vê yekê bila YE pistgiriya daxwaza hevbendiyê bo damezirandina sistemek
federal bike.
- Pêwist e ku ji niho paþve leþkerên Tirk bandora xwe li ser siyasetê rakin.
- Pêwist e ku azadiyên giþtî yên hevbeþ û yên ferdî neyêne teng kirin û
dewlet dest ideolojiya netewperest berde.
Heyeta Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakûr, ji xeynî van babetan, ji ser pir
babetên din jî bi YE re giftugo kirin û jê xwast ku ew di muzakereyan bi
Tirkiye re cih bigrin û li ser wan tawîz neyête dayin.
Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakûr
|