|
Beþa Kurdistan
Ereb Dijî Çareser Kirina Kêþeya Kerkûkê û Pêþketina Kurdan in
15
Pûþper, 2006 10:24:56 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan --
Niha ber îradeya sîyasîya Kurdistana azad de kêþeya Kerkûkê bi hemû giranîya
xwe li benda çareser kirinê ye.Derdorên ku pêþketina Kurdan naxwazin jî li
pêy asteng kirina vê meseleyê ne.Dîyar e ku çareser kirina pirsgirêka
Kerkûkê di di demekî zûtir de, bo Kurdistana azad mijarekî bingehîn e
Rebiwar KURDO / HAWARDENGÛBAS
Erebên
Iraqê û yên din wek Tirkan li dijî pêþketina Kurdan û Kurdistana azad in.Ji
bo çareser nekirina meseleya Kerkûkê hewlên mezin didin.
h
Her wiha
pisporên sîyasî dîyar dikin ku "Bexda" ji ber hewldanên Kurdan bo derxistina
neftê jî tengezar e.
Herî dawî
di þîroveyekê rojnameyekî Emerîkî bi navê Lon Angeles Times de hatibû
dîyar kirin ku ji ber derxistina neftê li baþûrê Kurdistanê hikumeta Iraqê
nerazîye û dibe ku di navbera Hikumeta Iraqê û rêveberîya Kurdistanê de
qeyranek derkeve.
Wek tê
zanîn hin grubên Ereb bo rûxandina aramîya li Kurdistana azad jî li pêy
çalakîyên terorîstî ne.Her wiha têkîlîya wan grûban bi rasterast Dewleta
Tirk jî heye.Di rojên dawî de jî bi taybetî li Kerkûkê êrîþên terorîst
zêdetir dibin.
Di cîhana
Ereban de jî li dijî Kurdan propagandayek nêyenî tê kirin û qaþo nasîhatê
Kurdan didin ku bila Kurd bawerîya xwe bi Emerîkayê re neynin.Bi vî avayî
eþkereye ku Ereb jî wek Tirkan rastîya Kurd û Kurdistanê tênagihêjin.
Ereb bi
giþtî pêþketina Kurdan naxwazin û Kurdan wekî “noker” dibînin.
Yekbûna
hikumetên Kurdistanê û pêþketina Kurdan di her waran de nerazîbûna wan
derdoran zêdetir dike.Niha ber îradeya sîyasîya Kurdistana azad de kêþeya
Kerkûkê bi hemû giranîya xwe li benada çareser kirinê ye.Derdorên ku
pêþketina Kurdan naxwazin jî li pêy asteng kirina vê meseleyê ne.Dîyar e ku
çareser kirina pirsgirêka Kerkûkê di di demekî zûtir de, bo Kurdistana azad
mijarekî bingehîn e.
Waliyê
Kerkûkê;Hikûmeta Îraqê heta niha tu gavek bo çareserkirina kêþeya Kerkûkê
neavêtiye
h
Walîyê Kerkûkê
Ebdilrehman Mistefa di hevpeyivînekê xwe de bo Kurdistanê Nwê dîyar kir ku
hikûmeta Bexdayê heta niha dest bi asayîkirina rewþa Kerkûkê nekiriye û di
warê aborî de ji wan re arîkar nebûye.
Piþtî
hilweþiyana rijêmê hinek ji wezaretên Bexdayî her bi qanûna rijêma berê kar
dikir. Me bêtir ji salekê hewilda li dijî wan biryaran rabiwestin û em þiyan
Kerkûkê ji wan biryaran biparêzin.
Ereb ji
serxwebûna Kurdistanê ditirsin
h
Di
nava rêveberîya hikmî ya Kurdistana azad de her çiqas wek gelek welatan
pirsgirêkên navxweyî hebin jî Kurd di riya pêþketin û avadanîyê de ne.Hema
hema tu waran de Kurdistana azad bi Iraqê re girêdayî nîne.Êdî neft jî bi
destê Kurdan li Kurdistana azad tê derxistin.
Kurd
niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên
aborî,avadanî,dîplomatîk û pirsa Kerkûkê nehatine çareser kirin.
Erebên
Iraqê û bi giþtî cîhana Erebî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û pêþketina Kurdan
naxwazin..
Iraq
jî wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav Ereban
de jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.Rewþa baþûrê Kurdistanê bi her avahî ji
Iraqê cûdatir,pêþketî û ewletir e.Ji hikumetê heta medyayê,ji ziman û çandê
heta taximên fitbolê, Kurd ji Ereban ji Iraqê cûdatir in û “dûr” in.Ger li
Iraqê rewþ ber bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji
Iraqê bi temamî veqetin.
Ji ber
ku ne mecbûrin ku di nav vê xirecirêde bimînin li baþûrê Kurdistanê bi her
avahî bingeha Dewleteke Kurdî hatiye avakirin û mafê Neteweya Kurd e ku di
vê beþê de ser bingeheke neteweyî ji bo parastin û pêþxistina heyîna
Kurdistanîyatî û hemû hêlên civak,aborî,çand hêza biryar dayînê li Cîhanê ya
gelê Kurd dewletek serbixwe avabikin.
Dewleta
Tirk û Erebên þoven li cem hevin
h
Tirkîye jî li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15
salên dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo
pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên
qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK,
“teror” û bi tiþtên vikuvala dixwazin êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji
bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê jî zexta ser gel tê zêde kirin.
Armanca
Tirkiyê ew e ku siyaseta xwe ya dijê Kurd û Kurdistanê bi wanê din jî bide
qebûlkirin, ku ew jî ne li dijin. Tirkiye dixwaze bi vê riyê dijê Kurdan bi
erebên Iraqê,bi îslamîstan re, bi cepheya Iran-Suriyê re planekî dijî
dewleta Kurdistanê amade bike.
Siyaseta Tirkiyê hemî ser pêþî lêgirtina damezirandina Dewleta Kurdistanê
hatiye danîn. Armanca wan ya esasî ev e. Û ji wê dakeve ji bo astengiyan ji
Kurdan re derbixin çi ji destê wan tê qet texsîrê nakin.
Tirkîye gelek
caran xwest bi hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê hilbijartinên li
Kerkûkê derxist holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên Tirkan pûç
derketin.
Kerkûk û Neft(enerjî) meseleyên bingehin û kilît in
h
Bajarê
Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên
vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Rêveberîya
Kurdistanê gelek caran dîyar dike ku derdê neteweya Kurd ne petrole.Petrol
di hemû Kurdistana azad de heye.Her wiha le baþurê Kurdistanê madenên din jî
heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê
de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva
Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke
Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kurd
di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû man
e.Tehrîbên mezin li ser Kurdistanîyeta vî bajarî hatine kirin.Hin jî ji
%50yê wan tehriban paþve nehatiye vegerandin.Kurd wek mafêkî rewa axa yê
dîrokî dixwazin.
Wekî tê zanîn
him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya Kurdistana
Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi eþkereyî diaxifin
û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest bi kolandina bîrên
neftê hate kirin.
Serokê
Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû; "Merc
nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê de jî
kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta Kerkûkê
ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di
axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û binaxa
Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike.
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|