|
Beþa Kurdistan
Ji
Sûcdarên Þemzînanê re 39 sal siza hate dayîn,Piþtre jî Seferî Yilmaz Hate
Girtin
Þevîn ARÎ / HAWARDENGÛBAS
22
Pûþper, 2006 15:21:12 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,WAN,Kurdistan --
Bi biryara
dadgeha Wanê sûcdarên bûyera Þemzînanê re 39 sal siza hate dayîn.Her wiha
piþtî vê biryara girîng xwedîyê pirtûk xaneya Umut Seferî Yilmaz jî hate
girtin.
Di dawiya daniþîna bûyera
Þemzînanê ku nêzî 5 saetan dom kir, ji ber ku parêzerê wî amade nebû,
dosyaya îtirafkar Veysel Ateþ hate veqetandin. Heyeta dadgehê li Alî Kaya û
Ozcan Îldenîz jî, ji sûcê avakirina çete salek, 11 meh û 10 roj, ji sûcê
teþebûsa kuþtina Seferî Yilmaz 12 sal, ji sûcê kuþtina Zahîr Korkmaz, 25 sal
û ji sûcê birîndarkirina Metîn Korkmaz 6 meh, bi giþtî jî 39 sal û 5 meh
cezayê girtîgehê birî. Daniþîna Veysel Ateþ jî taloqî 3'yê Tebaxê hate
kirin.
Daniþîna biryarê ya doza Þemzînanê
ku endamên JÎT'ê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateþ tên
darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin. Ji bilî Alî
Kaya ku hat gotin li GATA'yê tedawiyê dibîne, 2 bersûc anîn daniþîna ku 1'ê
pûþperê, li ser daxwaza parêzerên bersûcan a parastina pêvek hatibû
taloqkirin. Xwediyê pirtukxaneya Umutê ya hatiye bombekirin û hemû parêzerên
mexdûran tevli daniþînê bûn. Parêzerê îtirafkar Veysel Ateþ, Yurdakan Yildiz
hincet nîþan da û tevli daniþînê nebû. Di daniþîna ku ji aliyê gelek nûnerên
rêxistinên sivîl ve jî hate þopandin de, tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin
girtin.
Gorî regihandinên ajansên cûda, biryara dadgehê bi piranîya dengan hatiye
qebûl kirin.Endamê dadgehê yê cîgir Sînan Sîvrî daxwaz kiriye ku berbazên
mêrkuj ji xala 302 yan ku sûcên bi ’’çalakîyên li dijî yekîtîya dewletê
hatine kirin ’ bênê ceza kirin le dadgehê gorî dahiþtina dozger bi sûcên
’’kuþtina mêran, damezirandina çeteyan û ji pêngav avêtina kuþtina mêran’’
ve ew ceza kirine.
Seferî Yilmaz
hate girtin
Wek tol girtinê
jî piþtî biryara Þemzînanê xwediyê Pirtûkxaneya Umut a li Þemzînana
Culemêrgê ku di 9'ê Sermaweza 2005'an de hate bombekirin, Seferî Yilmaz bi
gumana 'Dibe ku endamê rêxistinê be' hate girtin.
Seferî Yilmaz
ku pirtûkxaneya wî di 9'ê Sermaweza 2005'an de ji aliyê endamên JÎT'ê Alî
Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateþ ve hatibû bombekirin, ji bo ku
têkildarî teqîna di gelawêja 2005'an de li Þemzînazê pêk hatî û 5 leþker
mirine, îfade bide, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê hate vexwendin.
Yilmaz ku
saetek û nîvan îfade da, Dozgerê Komarê Halîl Îbrahîm Selçîk, bi daxwaze
girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar hate kirin. Yilmaz ku ji aliyê
dadger Sînan Sîvrî ve nêzî 2 saetan îfadeya wî hate girtin, bi gumana 'Dibe
ku endamê rêxistinê be' hate girtin. Yilmaz ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên
berfireh de xistin wesayîta bi zirh a Miduriyeta Ewlehiyê û birin
Nexweþxaneya Dewletê ya Wanê, piþtî di kontrola tenduristiyê de hate
derbaskirin, birin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.
Dozger Ferhat Sarikaya ji wezîfe
hati bû dûr xistin
Dewleta
Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekiri bû bi beralîkirina arteþa Tirk û
herî dawîyê de jî Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya xwe hati bû dûr xistin.Hin
di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê vê
mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale
neguherî ye.
Tirkîye
jixwe tu pêþketinên bo Kurdan ji dil nekiribû û hemû hêzên tarî li pêy
xirab kirina rewþa heyî ya bakûrê Kurdistanê bûn.Niha jî bi yasaya nû ya
“dijî terorê” re dixwazin zextên li ser bakûrê Kurdistanê zêdetir bikin û
navê Kurdan bi hinceta PKK terorrîze bikin û piþtre jî bi heman hincetê jî
êrîþî deskeftîyên Kurdistana Azad bikin.
Ji ber
vê yekê divê rexistinên Kurdan li þûna ku banga hestîyarîyê li gelê bakûrê Kurdistanê
bikin, ji bo pûc derxistina planên dijminên Kurdan bi çalakî,meþ û xebatên
cur bi cur bi taybetî li nava welat bikevin liv û tevgerê.
Bûyerên Þemzînanê Çawa
Destpêkir
|

“Nexþeya Kuþtina
Kurdan” ku ji Erebeya serbazên Tirk Derketibû.
|
Li Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut 11 Sermaweza 2005’san de ji
alîyê 2 serbaz û çawiþekî pispor bombe hatibû avêtin û di encamê de M. Zahîr
Korkmaz jiyana xwe ji dest da bû û Metîn Korkmaz jî birîndar bû bû û piþtî
bûyerê gelê Þemzînanê êrîþ biribûn ser erebeya ku ya serbazan bû û bi rojan
çalakîyên gelê þemzînanê berdewam kiribû.
Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku
de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser gelê Þemzînanê û bû bû
mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgehêde serbest hatibû berdan.
Bûyer wekî “Susurluka Duyemîn”
tê binavkirin.
9 sal berê seyareyek ber riya Susurlukê(navçeyekê Tirkîye) qeza
kiribû û piþtî vê rûdanê têkîlîyên qirêj yên mafya,dewleta tirk,polîs û hin
serekêþîrên eslkurd derketibû holê.
Di bûyera Þemzînanê de jî serbaz telefonê kuþtarê bisedan Kurd xwînxwar Mehmet
Aðar kirin e û derdikeve holê ku dîsa lîstikên li dijî gelê Kurd heman avahî
tê meþandin û êrîþên ser Kurdan
hin jî ji parlemana Tirkîye tê birêvebirin ku Mehmet Aðar niha parlmeneter e
û serokê partîya DYP(partîya Çîller a hov) ye.
Di dîroka Komara Tirk de ser gelê Kurd bi sedan car bûyerên bi
vê rengî hat kirin lê yekemîn care ku ewqas vekirî sûcdarên bûyerê tên
girtin.Bi avayekî zelal dewleta Tirk bi her avahî (an bixwe-an jî bi destê
hêzên din) karên teroristî dimeþîne.
çavkanîyên
giþtî:diha,pna,ajansan
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.
|