|
Beþa Kurdistan
Serokê Kurdistanê;"Divê Em jî bibin Xwedîyê Arteþekî Pêþketî"
22
Pûþper, 2006 14:42:12 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan --
Serokê
Kurdistanê di civînê de got; "Divê bo parastina destkeftî û mafên rewa ya
neteweya Kurd pêwîstiya me bi ava kirina arteþekî Kurdistanê ya pêþketî
heye.
Serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî, 2 berê an go di roja 20ê Pûþperê li Havîngeha
Selaheddîn bi Serokê Hukûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê
Hukûmeta Kurdistanê Omer Fettah û wezîrên Kabîneya Pêncem a Hukûmeta
Kurdistanê civînekî li ser rewþa niha ya Kurdistanê li dar xistibûn.
Di civînê
de Nêçîrvan Barzanî û Omer Fettah ser rewþa giþtî axaftinek kirin.
Piþtre
Serokê
KurdistanêMesûd Barzanî axavtinek pêþkêþkir. Serokê Kurdistanêdi axavtina
xwe de damezrandina kabîneya nû pîrozkir û got: Di roja me ya îro de, dema
dijberiyê nemaye, roj roja hev qebûlkirin e. Di demên derbasbûyî de
derfetekî mezin ji destê gelê Kurdistanê derket, lewma pêwîste em bi vê
yekgirtinê qereboyê wê derfetê bikin. Ji tevahî wezîran tê xwestin bi yek
deng û rengî di xizmeta gelê Kurdistan de bin.
Derbarê hebûna gendelî di hindek saziyên hukûmî de, birêz Serokê Herêm got:
Basa hebûna gendelî di saziyên hukûmî de tê kirin. Ji erkê wezîrên Hukûmeta
Herêma Kurdistanê ye gendeliyê çareserbikin û vê diyardeyê ji binî ve
nehêlin.
Her wiha Serokê Kurdistanê dîyar kir ku divê parlamentoya Kurdistanê bi hûrî
agadarî karên hukûmetê be.
Ji alîyekî din ve Serokê Kurdistanê ji PDK û YNK xwest ku piþtîvanê hukûmetê
bin û dest nexin di nav karûbarên hukûmetê de û got: Tê xwestin kuhemû
partiyek ji bo xizmeta millet be. Eger dixwazin vî erkê xwe bi cih bînin,
pêwîste piþtgîriya hukûmetê bikin û bibne fakterê serkeftinê. Partî ne
desthilatin, desthilata wan ji bo xizmeta gel e.
Gel niha
li benda baþtirîn xizmetguzariye, lewma ji me tê xwestin em qanûn li ser
hemû tiþtekî re bibînin. Ezê hîç karekî ne pejrênim eger dijî qanûn be.
Serokê
Kurdistanê di vê civînê de ser hêza leþkerîya Kurdistanê jî axifî û got
"Divê bo parastina destkeft û mafên rewa ya neteweya Kurd pêwîstiya me bi
damezrandina leþkerekî Kurdistanî ya pêþketî heye.
Serokê
Kurdistana Federe di axaftina xwe de her wiha got: ’’Divê ev artêþ, ji bona
berjewendî û armanca
parastina mafên gel be’’.
Wek tê zanîn ev armanca Serok Barzanî, ji zû de ve heye, ku artêþa
Kurdistanê bê damezirandin, da ku
wextê desthilatdarîya partîyan yan jî a hikûmetekê bi qede ku erka wan
leþkeran jî bi wan re xelas nebe û
her dem artêþa Kurdistanê wekî dewletên moderin, ji bo parastina maf û
aramîya Kurdistanê, amade be.
Arteþ hêza
biryar dayînê zêde dike
Wek tê
zanîn di Hêza Leþkerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de kêþeya herî mezin
nebûyîna çekên girane.Ger hemû hêza leþkerîya Kurdistanê bi çekên
giran,modern û bihêz were arastin vê hêz, tevger,bandor,hêza biryar dayîna
Kurdistan jî zêdetir be.
Her wiha
ger gelê Kurd bixwaze di Cihanê de bibe hêzekî mezin divê Hêza Lêþkerîya
Kurdistan bi her avahî xwe modernîze bike û pêþ bixe.
Niha ji sedhezarî zêdetir hêza Pêþmergeya Kurdistanê heye.Her wiha sala
1997an de Arteþa Taybet a
Kurdistan(Arteþa Taybet a Zawite) hat avakirin.Lêþkerên Arteþa Taybet a
Kurdistan bi rêbazên nûjên tên
perwerde kirin.Sistema bipere tê bikaranîn.Ev tiþt jî dibe sedema
profesyonel bûyîna vê arteþê. Arteþa
Taybet a Zawite îspat dike ku gelê Kurd jî dikare xwedî arteþekî modern û
pêþketi be.
çavkanîyên
giþtî:pukmedia,kurdistantv,rizgari,ajansan
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|