|
Beþa Kurdistan
Terora Dewleta Tirk di rojeva
Parlemena Ewrûpa de ye
Li Stockholm û li Helebê jî
terora dewleta Tirk hate þermezar kirin.
6 Nîsan, 2006 08:34:12 (GDK)
|

Parlemena Ewrûpa
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-Parlemena Ewrûpa jî bo nirxandina bûyeran îro dicive. Dewleta Tirk her
çiqas nerazîbûna xwe li dijî vê civînê dîyar kiri be jî tu encam bi dest nexistin. Xwepêþandanên
ku li bakurê Kurdistanê dijî zextên dewleta destpêkiribû û di encama terora
Tirkîye de 15 Kurd jiyana xwe ji dest da bû niha di rojeva Cîhanê de ye.
“Hejmara kuþtîyên di encama terora dewleta Tirk de
15 ye, 550 kes hatin girtin.Kesên
binçav kirî bi îþkeceyên giran re rûbirû ne”
Parlemena Ewrûpa jî bûyerên li
Kurdistana Bakur û terora dewleta Tirk girt rojeva xwe.
Roja
pêncþemê îro di katjimêr 15:00’ê de li Parlemana Ewrûpa bo nîqaþ kirina
bûyerên li bakûrê Kurdistanê danîþtinek tê lidar xistin. Dewleta Tirk her çiqas nerazîbûna
xwe li dijî vê civînê dîyar kiri be jî tu encam nexistin
Parlementerên
YE'yê þideta dewletê þermezar kir û hiþyariya betalkirina muzakereyan kir.
Parlementerên
Ewropayê bi armanca destpêkirina diyaloga di navbera kurd û tirkan de
nameyek ji îmzekirinê re amade kir. Parlementerên hikûmeta Enqereyê û artêþ
þermezar kir xwest ku YE înîsyatîfa siyasî hilde destê xwe. Parlementeran
geflêkirina gelê kurd jî bi tûndî þermezar kir û hiþyariya betalkirina
muzakereyan kir.
Kurdên li Ewrûpa jî wê terora
Tirkan þermezar kirin
6ê
nîsanê roja pênc þemê li Stockholmê li meydana Sergels Torg bo protesto
kirina terora dewleta Tirk a li Kurdistana bakur û piþtgiriya têkoþîna gelê
kurd xwepêþandanekê hate li dar xistin.
Duh li
paytextê Swêdê li Stockholmê kurdan li hember parlamentoya Swêdê bi
xwepênîþandanekê, bi beþdarîya kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê terora
dewleta Tirk hate þermezar kirin.
Xwepêþandan
bi hevkarîya HEVKARÎ û FKKS hatibû amadekirin û gelek rêxistin û partîyên
Kurdan jî piþtgirî kir.
Komîteya
amadekar di daxûyanîya xwe de got ku; “Pirsa kurd bi tedbîrên polîsî, bi tedbîrên leþkerî û bi
gulebarankirina xelkê sivîl, bi kurtî bi bikaranîna þîdetê nayê
çareserkirin. Bi kar anîna þîdetê li hember gelê kurd rewþa Tirkîyê jî
aloztir dike, rê li demokratîzekirina Tirkîyê jî digire ku ev jî ne ji
berjewendiyên gelên Tirkîyê ye. Ev bûyerên han, bi pêvajoya
demokratîzekirina Tirkîyê re û bi haziriyên endametiya YE re naguncin.
Pirsa
miletê kurdi, pirseke sîyasî ye û tene dikare bi metodên siyasî û
demokratîk bê çareserkirin.
Em bangî
Hukumeta Swêdê dikin û ji hemû hêzên aþtîxwaz û demokratîk hêvî dikin ku li
hember van êriþan bêdeng nemînin. Em daxwaz dikin ku YE, NY van êriþan
þermezar bikin û mudaxeleya Tirkîyê bikin ku êriþan li ser gelê kurd
bisekinînin û ji bo çareserîyekê gavên cidî bavêjin.”
Li Helebê jî Kurdan terora
dewleta Tirk þermezar kirin
Îro saet
di 11ê de, bi vexwendinekê ji Partiya Þepêla Pêþeroja Kurdî li Sûriyê, nêzî
1000 kurd li pêþ avahiya baylozxaneya Tirkiyê li Helebê kombûn.
LeþkerênSûriyeyê
yên ku jimara wan bêtirî 4000 serbazî bû nehiþt ev çalakî pêk bê, rê li ber
ketin, derketin û nêzîkbûna balyozxaneya Tirkiyê girtin.
Li paytexta Kurdistana Azad Hewlêrê
îro terora Tirkîye ser gelê bakûrê Kurdistanê tê þermezar kirin
Di daxûyanîya komîteya amadekar ya meþa
prostesto û þermzarkirina êrîþên dewleta tirk diyar kir ku ewê îro li
Hewlêrê meþekê li dar bixin, her wiha bal hatiye kiþandin ku ser qonaxa
nazika niha gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê tê re derbas dibe ji bo
bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratîk, li bakûrê Kurdistanê jî
ev bûyer îradeyek e ko ew bi xwe birîyara çarenûsa xwe bide, ev jî bi saya
bi sedan qurbanî û fedekariyên gelê kurd çê bûye.
Herweha
li ser bûyerên li Amedê û bajarên din yên bakûrê Kurdistanê çê bûne û
êrîþên leþker û MITê û polîsên tirk li ser welatiyên sivîlên kurd û kuþtin
û birîndarikirin û girtina bi dehan xort û jin û zaroyan ko bi van gav û
reftaran Tirkiye dixwaze karaestên nû di dîroka mirovantiyê de çêke.
Komîteya
amadekara meþê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwazê ji parlemênta Kurdistanê
û partî û aliyên siyasî û neteweyî û demokratxwaz û rêxistiyên sivîl,
xwendekar, xort, afret û sendîka û kesatiyên serbixwe yên ronakbîr û
welatparêzan dike ko li hember vê karesata nemirovantî rawestin û helwêst û
erka xwe ya neteweyî bînin ziman û bêdeng nemînin.Daxuyanî daxwazê dike pir
aktîv beþdarî meþa cemawerî bibin ko biryar ew e sibe 6-ê mehê seet 11-ê
sibê li meydana Karkeran li Hewlêrê dest pê bike û here ber parlementa Kurdistanê.
Her li
ser vê yekê sekretariya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê jî daxuyaniyek
weþandiye û tê de tevî protestokirina dewleta Tirk, herweha jî daxwaz ji
raya giþtî ya cîhanê û Yekêtîya Ewropa kir ko helwêstekê li hember van
karên dewleta tirk nîþan bide û bi Tirkiye bi metalîteya serdemê û zimanê
diyalog û aþtiyê serederyê bi doza rewaya gelê kurd re bike.Navenda Çandî
ya Asosê jî di peyamekê de piþtgiriya xwenîþandanên bakûrê Kurdistanê dike
û daxwazê ji raya giþtî ya xelkê Kurdistanê û parlement û hukûmeta
Kurdistanê dike helwîsteka zelal li hember tundkariyên Tirkiyê yên li dijî
xelkê Kurdistanê bigirin.
|