|
Beþa Kurdistan
Sewqîyata mezin ya leþkerî
dewleta Tirk ber bi sînora Kurdistana Azad
Tirkîye li pêy girtina riya ber
her pêþketinekî li Kurdistanê ye
19
Nîsan, 2006 15:29:23 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Armanca sereke ya Tirkîye
têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr ye.Ji bo pêkanîna vê armancê jî
bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne
Tê ragahandin
ku Fermandariya Bîryargeha Hêzên Bejayî ji bo demekê ber bi Þirnexê ve bar
dike. Hat îdiakirin ku bîryargeh dê li herêma Gabarê bicih bibe û dê ji
hêla Fermandarê Hêzên Bejayî Yaþar Buyukanit û Serkanê (kurmay) hêzên
bejayî Ergîn Saygun ve bê birêvekirin.
Nûçe di
medyaya Tirkan de jî de cih girt û hate ragahandin ku Hêzên Artêþa Tirk li
dijî PKK operasyoneke mezin dest pê kir.
Di
berdewama nûçeyê de ev agahî tên kirin: "Ji bo operasyoneke mezin dest
pê bike, berî þeþ meh niha di nava Fermandariya Hêzên Bejayî de tayînên
yekîneyên nû hat kirin.
Koordinasyona
tugayên komando yên li Bolu û Kayseriyê û bi beþdarbûna tugayên ewlehiya
navîn û du tugayên din koordînasyonek pêh hatiye. Biryargeha li hêrêma
Gabarê bi konteynir û bereqeyên leþkerî û yên ku d ê koordinasyonê pêk
bînin hatine bicihkirin.
Lê
armanca sereke dîyar e ku Tirkîye wek 15 salên dawî dixwaze Dewleta Federe
ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa
Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk
amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin êrîþî Kurdistana Azad
bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê jî zexta ser gel tê zêde
kirin.
Her wiha
îxtîmaleke din ya sewqîyata arteþa Tirk ewe ku midexeleya DYE bo Îranê zêde dibe û dewleta Tirk dixwaze ku rê li
ber pêþketinekî erênî bo rojhilatê Kurdistanê bigre û bi her avahî rê li
ber gelê Kurd bigre.
Pêþveçûnên
dawî careke din nîian dide ku Dewleta Tirk bi her avahî dijminê neteweya
Kurd e û divê Kurd hêzên xwe bikin yek û rêveberî û dezgehên xwe xurtir
bikin û di her warê de çalak bin û planên Tirkan vala derxînin.
|