|
Beþa Kurdistan
Arteþa Tirk û Hêzên Tarî Li Pêy
Planên Qirêj De Ne!
Tirkîye li pêy girtina riya ber
her pêþketinekî li Kurdistanê ye
23
Nîsan, 2006 13:32:45 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Arteþa Tirk hêzekê
mezin sewqî ber sînora Kurdistana Azad dike.Armanca sereke ya Tirkîye
têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr ye.
Li gor
agahîyan Artêþa Tirk, bi 240 hezar leþker û bi hezaran tanq û topên xwe ve
li ser tixûbê(sînor) baþûr û bakurê Kurdistanê û li ser tixûbê bakur û
rojhilatê Kurdistanê qerargeh danîn û amadekariya êriþêke berfireh dikin. Tê ragahandin ku Fermandariya Bîryargeha Hêzên Bejayî ji bo demekê
ber bi Þirnexê ve bar dike.
Hat
îdiakirin ku bîryargeh dê li herêma Gabarê bicih bibe û dê ji hêla
Fermandarê Hêzên Bejayî Yaþar Buyukanit û Serkanê hêzên bejayî Ergîn Saygun
ve bê birêvekirin.Nûçe di medyaya Tirkan de jî bi berfirehî cih digre.
Di
berdewama nûçeyê de ev agahî tên kirin: "Ji bo operasyoneke mezin dest
pê bike, berî þeþ meh niha di nava Fermandariya Hêzên Bejayî de tayînên
yekîneyên nû hat kirin.
Koordinasyona
tugayên komando yên li Bolu û Kayseriyê û bi beþdarbûna tugayên ewlehiya
navîn û du tugayên din koordînasyonek pêh hatiye. Biryargeha li hêrêma
Gabarê bi konteynir û bereqeyên leþkerî û yên ku d ê koordinasyonê pêk
bînin hatine bicihkirin.Armanca sereke ya Tirkîye têkdana Dewleta Federe ya
Kurdistanê-baþûr ye. Tirkîye wek 15 salên dawî dixwaze Dewleta Federe ya
Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa
Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û wek berê jî lîstikên klasîk
amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin êrîþî Kurdistana Azad
bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê jî zexta ser gel tê
zêde kirin.
Bo pêk
anîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj
de ne.Ev plana qirêj gav bi gav tê pêkanîn.Yaseya nû ya "têkoþîna dijî
terorê" perçeyeke vê planê ye û
zextên giran tê ser gelê bakûrê Kurdistanê.Ji hemû lîstikên kûr dîsa
gelê Kurd wê zirarê bibînê.
Her wiha
îxtîmaleke din ya sewqîyata arteþa Tirk ewe ku midexeleya DYE bo Îranê nêzîk dibe û
dewleta Tirk dixwaze ku rê li ber pêþketinekî erênî bo rojhilatê Kurdistanê
jî bigre. Amerîka ji bo vê operasyonê, daxwaza tirkan qebûl kiriye. Li gor
agahiyan gava ku Serokê artêþa DYAyê Org.Peter Pace meha buhurî li Anqerê
bû ji bo vê operasyonê hatiye qani kirin û operasyonê
pejirandiye.Pêþveçûnên dawî careke din nîian dide ku Dewleta Tirk bi her
avahî dijminê neteweya Kurd e û divê Kurd hêzên xwe bikin yek û rêveberî û
dezgehên xwe xurtir bikin û di her warê de çalak bin û planên Tirkan vala
derxînin.
Leþkerên Tirk ser sîronrê
Kurdistana Azad gule berdidin
Gor agahîyên
dawî hêzên arteþa tirk gulle berdane
ser xaleka sînor ya Kurdistana Azad.Li gor zanyarîyan bi qasî 25 gulleyên
Doþkê li ser xala sînor ya Serzêrî li devera Kanîmasê hatine berdan, lê
belê ti ziyan jê çênebûne.
Divê Kurd Hiþyar bin
Pêþveçûnên
dawî piþtî bûyerên li Amed û tevahîya bakûrê Kurdistanê careke din nîþan
dide ku Dewleta Tirk bi her avahî dijminê neteweya Kurd e û divê Kurd hêzên
xwe bikin yek û rêveberî û dezgehên xwe xurtir bikin û di her warê de çalak
bin û planên Tirkan vala derxînin.
Wek tê
zanîn li Tirkîye di qada sîyasî de jî bi arteþa Tirk plana xwe dimeþîne û
herî dawîn Dewleta Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekir bi
beralîkirina arteþa Tirk û herî dawîyê de jî doh Ferhat Sarîkaya ji
wezîfeya xwe hate dûr xistin.Hin di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû
bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê vê mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev
sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale neguherî ye.
Girêdanên Pêywendîdar
Hewlên
Veþartina Terora Dewleta Tirk ya Li Þemzînanê û Yasaya Nû ya “Dijî Terorê”
Divê Terora Dewleta Tirk Bi Tundî Were Þermezar Kirin
|