|
Beþa Kurdistan
Piþtgirîyên Bo Bakûrê Kurdistanê
Zêdetir Dibin
Li Bakurê Kurdistanê terora dewleta
Tirk bênavber didome
4 Nîsan, 2006 07:29:13 (GDK)
|

Pewîsta yekîtîya neteweyî
Kurdistanê ji her demî zêdetirê
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Bûyerên ku li bakûrê Kurdistanê hefteyekê
berê berê destpêkiribû didomin.Duh li
Vêranþehra Rihayê de jî xwepêþandan çêbû û poîsan êrîþî çalakîyê kir ser,
cerdevanek gêj gule berda ser gel.
Bi mirina
li Amedê de jî 2 Kurdên brîndar û 2 þehîdên
Qoserê hejmara þehîdan gihêþt 14ê, bi qasê 450 kes jî brîndar bûne û ji
zêdetirê 550 kes hatine binçavkirin û ji 350 wan kesan jî hatin girtin.
Terora Dewleta Tirk û Bakurê
Kurdistanê di rojeva Cîhanê de ye
Medyaya
Cîhanê weþanên wek Le Monde,Abc News,BBC, I.Herald Tribune bi berfirehî
bûyerên li bakurê Kurdistanê re cîh vediqetînin.Tiþtê balkeþ ewe ku hin
weþanên bîyanî bo Kurdistanê li þûna “rojhilatê Tirkîyê” peyva Kurdistanê
bikartînîn.(Mînak:Binêrin nûçeya Le Monde)
Kurdên li Ewrûpa jî wê terora
Tirkan þermezar dikin
6ê
nîsanê roja pênc þemê li Stockholmê li meydana Sergels Torg bo protesto
kirina terora dewleta Tirk a li Kurdistana bakur û piþtgiriya têkoþîna gelê
kurd xwepêþandanekê li dar dixin.
Parlemena Ewrûpa jî bûyerên li
Kurdistana Bakur û terora dewleta Tirk girt rojeva xwe.
Roja
pêncþemê di katjimêr 15:00’ê de li Parlemana Ewrûpa bo nîqaþ kirian bûyerên
li bakûrê Kurdistanê danîþtinek tê lidar xistin.
Cerdevanek gêj li cem xwedîyên
xwe gule berda ser gel
Li Wêranþehra
Rihayê de jî xwepêþandan çêbû û poîsan êrîþî çalakîyê kir ser, cerdevanek
gêj gule berda ser gel.
Cerdevan
bi avayekî dîn bûyî dehan gule reþand ser gelê Vêranþehrê .
Lê guleyên
wî bû sedema brîndar bûna polîsekî.
Teyyîp Erdogan,Arteþa Tirk û
dijminên Kurdan tehdît dikin leþker û polîs pêktînin
Piþtî
daxûyanîya Serokwezîrê Dewleta Tirk Kurdan tehtîd kiribû û gotibû “Jin bin jî
zarok bin jî emê çi pêwist be bi kirin” ango gor emê kuþtina zarokan
bidomînin niha ser vê peyamê terora dewleta Tirk tundir dibe.Têvî zarokan
Kurdan tên qetl kirin.
Panoramaya Bûyerên li Bakûrê
Kurdistanê
28 Adar
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy,
girse dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de
pevçûn derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî
êrîþî ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên
polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.Li Amedê
dikkanan hatin girtin.Li Amedê timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya
bûyeran bigirin daketin nava bajêr.Li Edeneyê jî piþtî veþatina termên
gerîllayan de alozî derket , bûyerên tundîyê rûda polîs êrîþî ser
xwepêþandaran kir. Her wiha li Êlîh û Sêrtê jî bûyerên heman rengî rû da.
29 Adar
150
zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji aliyê
polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e dagirkirin.Dikkan
û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr jî tanq hatin
bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina çalakiyan nekir, ji
bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê ekîbên girêdayî
miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji 16'emîn Tugaya Bizirx
a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi zirx, di demên serê
sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine bicihkirin.Çalakvanan bi
taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her polîs jî wan bûyeran firsend
dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk ku daketin kolanan û êrîþî
gel û mal û dikanên kirin. Camên deriyên gelek mal û kargehan jî þikestin.
Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn jî rastî tehdîtên hêzên ewlehiyê hatin.
Di çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê hatin, jin jî bi copan hatin
tehdîtkirin.
30 Adar
Li
Amedê hemû dikkan hatin girtî û
xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li
dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan
de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin
hatin veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî
merasîmê nêzî 100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest
bi meþê kir. merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk
ciwanek din jî kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin
bicihkirin. Hate ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê
avêtiye xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate
binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya
MHP'ê,avahiya Finans Bankê û gelek
sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û
Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.
31 Adar
bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din
avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi
taybetî li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel dikin.Tê
dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber
bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi
fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk
Abdulkadîr Aksu hate Amedê.Wekî tê
zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka
Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên
lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.Li navçeya Geverê ya
Culemêrgê ji bo piþtgiriyê bidin çalakiyên li Amedê, komeke qelebalix bi
agir barîkat çêkirine, polîsan jî bi panzeran li nêzî barîkatê cihê xwe
girtin e.Li Geverê hemû esnafên navçeyê derabeyên dikanan girtine.Li Geverê
alozî didome.Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li Kuçeya Hûnerê li hev civîyan û
bi dirûþmeyên wekî, "Gelê Amedê bi tenê nîne", "Gelê me dê
hesabê bipirse" heta Suka Binerdê meþiyan. Di dema meþê de polîs bi
panzer û robokopan tedbîrên berfireh girtin.Endamê komîsyona YE Olli Rehn
got “Em ji bûyeran bi fikar temaþe dikin û em bawerin kêþebi riyên
demokratîk werin çareser kirin”.Ji ber gotinên Serokê Þaredarîya Amedê ku “êþa me 14 bû niha bûye 16” wezareta
hundir a dewleta Tirk derbarê Baydermîr lêpirsîn hate dest pêkirin.
1-2 Nîsan
Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever,
Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de
jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan.
3 Nîsan
Li Qoserê polêsan êrîþî ser protestoya Kurdan kirin û di encamê
de 2 Kurd hate kuþtin.Serokê þaxê BatmanÊ ya partîya Civaka Demokratîk hate
girtin.Hejmara gitîyan gihêþ ser 400ê.
|