|
Beþa Kurdistan
Leyla Zana Li Kurdistana Azad e
26
Nîsan, 2006 05:13:21 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Leyla Zana dê bi
rayedarên Kurdistana Azad re ser pêþketinan û li ser pêvajoya dawî
hevdîtinan çêke.
Parlementerê
berê DEPê Leyla Zana bi vexwandina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hate
bajarê Hewlerê.
Leyla Zana
bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûniþt û jê xwest ku di warê
çareserkirina Pirsgirêka Kurd a li bakurê Kurdistanê de û rêgirtina li ber
operasyoneke pêkan, roleke çalak bilîze.
Serokê
Kurdistanê Barzanî rola Leyla Zana li hember problemên ku derketbûn pêþiya
wê bilind nirxand û bal kiþande ser pêþdeçûna pirsa gelê Kurdistanê û hêvî
xwest çareseriyeka aþtiyane jê re bête dîtin, ji ber dema pêkanîna
tundkariyan derbas bûye û dîrokê jî xuya kiriye ko ev pirs bi riya
bikaranîna hêzê bi tenê zirarên mezin jê derdkevin û nayêne çareserkirin jî.
Leyla
Zana di hevdîtinê de þa bûna xwe li hember serdana Kurdistana Azad û
pêþweçûnên ku li Kurdistanê bi xwe ve ditine û her weha bidestxistinên
girîng ên gelê Kurdistana Azad nîþan
da. Zana xwest ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gorî mîsyona xwe
zêdetir bikeve nava hewldanan.
Hate hîn
bûn ku Zana dê bi Talabanî, bi serokê Parlamentoya Kurdistanê Ednan Miftî û
serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re jî hevdîtinan çêbike.
Wek tê
zanîn Dewleta Tirk di mehên dawî de zextên xwe ser gelê bakûrê Kurdistanê zêde
kirîye.Armanca sereke ya Tirkîye têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr
ye.Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy
planên qirêj de ne.Her wiha îxtîmaleke din ya sewqîyata arteþa Tirk ewe
ku midexeleya DYE bo Îranê nêzîk dibe û dewleta Tirk dixwaze ku rê li
ber pêþketinekî erênî bo rojhilatê Kurdistanê jî bigre.
Her
serokwezîrê Kurdistanê jî di derbarê hewldanên dawî ya Dewleta Tirk de goti
bû "Her destdirêjiyek li ser Kurdistanê bibe, dê helwêsteka tund
hebe".
Têkîlîya nabera Kurdistana Azad û
bakûrê Kurdistanê xurtir dibe
Di salên
dawî dawî de danûstandinên di navbera Kurdistana Azad û li bakûrê Kurdistanê
zêdetir dibe.Havdîditin û têkîlîyên bi vî rengî him xizmetê dide bo nêzîk bûna
her du perçeyên Kurdistanê di her waran de,him xizmetê dide sûdwergirtin û
têgihêþtina ji ezmûna li baþûr bo bakûrê Kurdistanê,him jî afirandina
bergehek nû û hevbeþ.
Pêþveçûnên
dawî piþtî bûyerên li Amed û tevahîya bakûrê Kurdistanê careke din nîþan
dide ku Dewleta Tirk bi her avahî dijminê neteweya Kurd e û divê Kurd hêzên
xwe bikin yek û rêveberî û dezgehên xwe xurtir bikin û di her warê de çalak
bin û planên Tirkan vala derxînin.
Wek tê
zanîn li Tirkîye di qada sîyasî de jî bi arteþa Tirk plana xwe dimeþîne û
herî dawîn Dewleta Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekir bi
beralîkirina arteþa Tirk û herî dawîyê de jî doh Ferhat Sarîkaya ji
wezîfeya xwe hate dûr xistin.Hin di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû
bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê vê mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev
sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale neguherî ye.
|