|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe
Hiþyarî:Ger di
nûçeyekê raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
330 Parêzer beþdarê dadgehkirina bûyerên
Þemzînanê dibin
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
30 Avrêl, 2006
Li ser
bûyerên ku di sermawezaa 2005-an de li Þemzînanê pêkhatibû û du berbazên
leþkerî û îtirafkarek li ser sûc hatibûn girtin û doz li wan hatibû
vekirin. Heta niha 330 parêzer serî li dadgehê dane daku wek midaxil
beþdarê vê doza ku li sêyemîn Dadgeha Cezyê Giran ya Wanê tê dîtin bibin.
Li gor
ku ji medyaya tirk hatiye wergirtin, wê ev 330 parêzer, li ser navê Seferî
Yilmaz ku li Þemzînanê Pirtûxaneya wî hatbû bombekirin, û li ser navê
malbata Mehmet Zahîr Korkmaz ku di bûyeran de hatibû kuþtin, wek midxil
beþdarê ve dadgehê bibin. Ev danîþin, di 4ê Gulan a 2006-an de li Sêyemîn
Dadgeha Cezyê Giran ya Wanê çêdibe.
Hikumeta nû ya Kurdistanê 7ê Gulanê de tê
ragihandin
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
29 Avrêl, 2006
Sekreterê
Polîtburaya PDKê Fazil MÎranî li ser kar û xebatên hukumeta yekbûyî
daxuyanîek da. Mîranî di dxuyanîyê de radigihîne ku xebatên bo hukumeta
Kurdistanê ya yekbûyî gîhaþtine merheleyek baþ.Ew radigihîne ku
Polîtburoyên YNKê û PDKê di roja 2-yê Gulanê de dicivin, lîsteya postên
wezaretan amade dikin û pêþkêþî Parlamentoya Kurdistanê dikin.
Mîranî
bi berdewamî radigihîne ku sebebê biderengketinê ew e ku hin birêvebirên
herdu rêxsitinan bo xebatên hukumeta Îraqê li Bexdayê bûne. Li gora
agahîyên Mîranî lîsteya wezîran dê di roja 7-ê Gulanê de bo raya giþtî jî
were diyar kirin.(pna)
Le Pênawî Geyandinî Dawakariyekanî
Êzîdiyekan bo nusîngey Serokî Hikumetî Kurdistan kardekeyn
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
28 Avrêl, 2006
Rawêjkarî
serokî hikumetî Kurdistan bo karubarî Êzîdiyekan, bemebestî çareserkirdin u
diyarîkirdinî rêwþuwênî guncaw, amadeyî xoy nîþanda bo geyandinî giþt
dawakariyekanî xelkî iêzîdî bo nusîngey serokî hikumetî Kurdistan.
Hazm Tehsîn
Beg ke lem nzîkane bote rawêjkarî serokî hikumet, le lêdwanêkî rojnamewanî
bo ajansî peyamnêr, rageyanduwe ke karekey rawêje, belam geyandinî
dawakariyekanî xelkî iêzîdî bo hikumetî herêm lexodegirê, betaybetî ew
karaney ke peyweste be pêþkeþ kirdinî xizmetguzarî giþtî.
Ew
rawêjkare eweþî rageyand ke wabiriyare berêz nêçîrvan barzanî serokî
hikumetî Kurdistan hendê karî dîkey pêbspêrê ke peywestin be iêzîdiyekan u
nawçe corawcorekaniyan.
Hazm Tehsîn
Beg ewey rageyand ke damezranî rawêjkarêk bo karubarî iêzîdiyekan, behengawêkî
giring dadenrêt bo kemkirdinewey mawey nêwan hikumetî Kurdistan û hendê
karubarî iêzîdiyekan.lelayekî dîke hazm tehsîn beg amadeyî xoy derbirî bo
wergirtinî giþt dawakariyekanî iêzîdiyekan bo ewey bîgeyenête nusîngey
serokî hikumet, taweku bibête asankariyek bo pêþkeþkirdinî
xizmetguzariyekan betaybetîþ bo ew þuwênaney ke lederewey kurdistan.
|