|
Beþa Kurdistan
KurteNûçe
Hiþyarî:Ger di
nûçeyekê raveyeke tune be mafên vê nûçeyê ya HAWARDENGÛBAS.com e.
Yekitiya Niviskarên Kurd a Duhokê: Tirkiyeyê
ser gelê Kurd proseyên û pêkanînên
hovane, leþkerî heye
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
11 Avrêl, 2006
Yekitiya
Nivîskarên Kurd li Duhokê daxuyaniyeke nivîskî weþand û diyar kir ku ew
êrîþ û kirinên ne mirovan e yên Dewleta Tirk li dijî kurdên bakurê
Kurdistanê þeremezar dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Di vê serdema
pêkvejiyanê û demokratîbûna tevaya cîhanê û nemana sîstemên dîktatorî û
sitemkar de miletê me li bakûrê
Kurdistanê yê bi hindek proseyên û pêkanînên hovane, leþkerî dibe.”
Di
daxuyaniyê de bang li hêzên navteweyî hate kirin ku bêdeng nemînin û wiha
hate gotin.: “Li demê ku me bawerî bi pêkvejiyanê û medenîkirina civakan û
rêzgirtina mafên mirov heye em bi navê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Duhokê
bi tundî kiryarên leþkeri yên Dewleta Tirk der heqê xelkê sivîl kirî riswa
dikîn û daxwazê ji civatên nav-neteweyî dikin ku dijî van renge kiryarên
serdema sultanan rawestin û em hemî bi hevre berevaniyê ji mafên mirovan û
mirovatîyê li seranserî cîhanê bikîn.”(dîha)
Barzanîyên koçkirî piþtî 47 salan vegerîyan Kurdistana Azad.
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
11 Avrêl, 2006
Piþtî ko
keç û neviyên þehîd Hacî Livrok Barzanî 47 sal li Rûsya derbas kirin,
vegeriyan Kurdistanê û bi kesûkar û dustên xwe þa bûn. Barzaniyên li
Sovyetistana berê li Barzanê serî li mezarên nemiran Mistefa Barzanî û
Idirîs Barzanî xist û qeftên gulan danîn ser mezarên wan û þabûna xwe ji bo
seredana mezarên nemiran nîþan da.
Tê zanîn
þehîd Hacî Livrok Barzanî yek ji wan 500 hevalên Barzanî yê nemir yê
karwanê wî yê dîrokî yê Sovyetistana berê ye ko sala 1947ê pê re çû bû wir.
Van salên dawî gelek zarokên wan hevalên Barzanî ko heta niha jî li gelek
komarên berê yên Sovyetistana berê dimînin, vedigerin Kurdistanê û piþtî
nêzîkî 40 salan ji bo cara pêþî kesûkar û malbatên xwe dibînin.
Her îro
þandeka xrîstiyanên bajarê Þeqlawe jî serî li mezarên nemiran li Barzanê
xist û dilsozî û wefadariya xwe ji rêça Barzanî re nîþan da. Tê zamnîn her
sal bi taybetî jî di demsala beharê de bi hezaran kurdistanî serî li
mezarên nemiran li Barzanê dixin.(pna)
Nuwêneranî balyozxaney wilatanî ewrupa
rexneyan le dadgayîkirdinî Kurdek le suriya
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
11 Avrêl, 2006
Dadgay
asayþî dewlet le dîmeþq(baþurî-rojavay Kurdistan) biriyarî zîndanîkirdinî
dû sal u nîuî bo "semîr msto mamed" derkird, be tometî karkirdinî
le rêkxstinî nhênî bo dabirandinî beþêkî xakî suriya u bestinewey be
wilatêkî bêgane.
nuwêneranî
balêozxaney nemsa u neruîc u holenda amadey danîþtinî dadgake bûn u
lembareyewe nuwênerî balêozxaney wilatanî ewrupa rayangeyand ke ewan le
lîjney bergirî le bendkirawe siyasiyekanda bûn u ew dadgayîkirdiney
hikumetî suriya piþt nabestê be hîç yasa u belgenameyekî bawerpêkiraw,
belku piþtî bestuwe be 'eqliyetêkî komelkujî u hemû binemayekî bergirî
cîhanî mafî mirov retdkatewe.
Her wiha
dawayan uwaye le hikumetî suriya ke dan bemafî kurd binê u ew kêþane be
dîmukirasiyane u dadwerane çareser bikat, çunke le berjewendî nîþtman u
hikumetekeyetî.le danîþtinekeda ew kesaney xwareweþ dadgayîkirdin, herçend
dadgayîkirdineke bo rojî 28î em mange dwaxira.
|