|
Beþa Kurdistan
Dewleta Tirk tehemmulî Kurd-Komê nekir û girt.
21
Nîsan, 2006 09:12:43 (GDK)
Di daniþîna 9'emîn a doza girtina Kurd-Der'ê ku li 2'yemîn
Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Amedê dihat dîtin de, biryar hate dayîn ku komele
bê girtin. Nîþandayîna zimanê kurdî yê wekî zamanê faaliyêtê, armanca
damezirandina mûze û pirtûkxaneya arþîvê ya kurdî ku di rêziknameya
komeleyê de cih digire, wekî hinceta girtinê hate nîþan dan.
Daniþîna 9'emîn a doza girtina Kurd-Derê li Dadgeha Hiqûqê ya
Asliye a 2'yemîn a Amedê hate dîtin. Parêzerê komeleyê Sedat Çinar,
Berdevkê Komeleyê Îbrahîm Guçlu û rêveberên komeleyê tevli daniþînê bûn. Di
daniþînê de wekî berê parastin bi kurdî hate kirin û wekî wergervan jî ji
Baroya Amedê Hasan Dagtekîn di salona daniþînê de cihê xwe girt.
Di daniþînê de daxwaza parêzer Çinar a ji bo rakirina biryara
tedbîrê ji hêla dadger ve hate redkirin û dozger di mutalaaya xwe de
destnîþan kir ku komeleya ku di 4'ê adara 2005'an de hatiye damezirandin di
rêziknameya xwe de daxwazên Walîtiya Amedê bi cih neanîne û ji ber vê yekê
girtina komeleyê daxwaz kir.
'Emê bidin
temyîzkirin'
Piþtî parastinên hatin kirin Heyeta Dadgehê bi hinceta ku
Kurd-Der'a Amedê di rêziknameya xwe de wekî zimanê faliyetê zimanê kurdî
qebûl kiriye û cih daye faliyetên wekî damezirandina pirtûkxaneya arþîvê ya
kurdî û muzeyê, li gorî xala 60/2'an a TMK'yê ya bi hejmara 4721'ê komeleyê
girt. Berdevkê Komeleyê piþtî daniþînê daxuyaniyek da û da zanîn ku ewê
biryarê bidin temyîzkirin. (pna)
|