|
Beþa Kurdistan
Ji Parlemena Ewrûpa Raveyek Tirsonekî;“Bila
Tirkîye Mafên Kurdan Nas Bike”
Nûçeyên Derbarê Bûyerên Bakûr de
07 Nîsan, 2006 08:34:12 (GDK)
|

Parlemena Ewrûpa
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-
Doh (pêncþemê) li Parlemana Ewrûpa bo nîqaþ
kirina bûyerên li bakûrê Kurdistanê danîþtinek hate lidar xistin.Parlemena
Ewrûpa wekî her carê di meselya Kurdistanê debi avayekî tirsonekî
tevgerîya.Di niqaþan de bi giþtî hate gotin ku divê Tirkîye mafên Kurdan
nasbike.Li Hewlêrê jî Tirkîye hate þermezar kirin.
“Hejmara kuþtîyên di encama terora dewleta Tirk de
15 ye, 550 kes hatin girtin.Kesên
binçav kirî bi îþkeceyê û zextên giran re rûbirû ne”
Parlemena Ewrûpa de bûyerên li
Kurdistana Bakur û terora dewleta Tirk hate nirxandin.
Doh
(pêncþemê) î di katjimêr 15:00’ê de li Parlemana Ewrûpa bo nîqaþ kirina
bûyerên li bakûrê Kurdistanê danîþtinek hate lidar xistin. Dewleta Tirk her çiqas nerazîbûna
xwe li dijî vê civînê dîyar kiri be jî daniþtin pêk hat.
Parlemena
Ewrûpa wekî her carê di meselya Kurdistanê debi avayekî tirsonekî
tevgerîya.Wek her carê kêþeya Kurdî di çerçoveya mfên kêmnetewan de hate dîtin
û kêþe wekî kêþeya Kurdistanê nehate dîtin.
Di
niqaþan de bi giþtî hate gotin ku divê Tirkîye mafên Kurdan nasbike,ji ber
ku çavkanîya bûyerê wisa kêþeya Kurd,lewma jî heta pirsgirêka Kurd neye
çaresar kirin bûyerên bi vî rengî wê berdewam bikin.
Hate gotin
ku Hikumetên Tirkan diasîmîlekirina Kurdan de serneketine û divê kêþeya
Kurd ne bi þîddetê lê bi riyen aqilene were çareser kirin.
Ger
dewleta Tirk êrîþên xwe ser gûndên Kurdan bidomîne û zarokên 3 salî bikûje
ne mimkune ku vê kêþe çareser bibe.Ji Tirkîye hate xwestin ku erk û sozên
xwe bicîh bîne,reforman bixe pratîkê û mafên Kurdan binase.
Parlementerên
YE'yê 2 roj berê jî þideta dewletê þermezar kiribûn û hiþyariya betalkirina
muzakereyan da bûn.
Parlementerên
Ewropayê bi armanca destpêkirina diyaloga di navbera kurd û tirkan de
nameyek ji îmzekirinê re amade kir. Parlementerên hikûmeta Enqereyê û artêþ
þermezar kir xwest ku YE înîsyatîfa siyasî hilde destê xwe.Parlementeran
gef lêkirina gelê kurd jî bi tûndî þermezar kir û hiþyariya betalkirina muzakereyan
kir.
Li paytexta Kurdistana Azad
Hewlêrê îro terora Tirkîye ser gelê bakûrê Kurdistanê hate þermezar kirin
Doh
sibehê Hewlêrî ji Meydana Karkeran meþiyan, hatin li ber Parlamentoya
Kurdistana federe civîyan. Meþ bi alaya kurdî, pankratên ku êrîþên dewleta
tirk þermezar dikin û bi þîara "Em baþûr in, piþtgirê bakur in"
hat lidarxistin.
Xwepêþanderan
bi daxuyanîyekê doz li Parlamentoya Kurdistanê kir, ku li ser vê meselê di Parlamentoyê de guftûgo bê
kirin û siyaseta dewleta tirk were þermezarkirin.
Birêvebirên
xwepêþandanê radigihînin ku armanca meþê ew e ku hukumeta Kurdistanê
piþtgirîya welatîyên bakurê Kurdistanê bike û karê dewleta tirk þermezar
bike.
Þandeyek
ji xwepêþanderan ji alîyê endamê desteya serokatîya Parlamentoya Kurdistana
federe Þêrwan Heyder hat pêþwazîkirin. Heyder di axaftina xwe de got,
xwepêþanderan mafê xwe
bikaranîye. Wî bi berdewamî got,milletê kurd li dijî her zilm û zordestîyê
ye ku li serê tê kirin.
Ji hin rewþenbîran daxûyanî
Rewþênbîrên
kurd: Em êrîþên li dijî gelê me yê sivîl û bêçek þermezar dikin.Komek
rewþenbîrên kurd bi daxuyaniyek nivîskî balkiþand ser 'êrîþa' li ser gelê
kurd ê sivîl û bêçek û anî ziman ku ew vê 'êrîþa' li dijî gel bi tundî
þeremaz dikin. Rewþanbîran destnîþan kir ew heta dawiyê li piþt têkoþîna
gelê kurdin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn re sersaxî
xwestin.
Ji zankoya Bogaziçi piþtgirî bo
Kurdan
Li
Zaningeha Bogaziçiyê, bi pêþniyara hin mamosteyên li Beþa sosyolojî (Zeynep
Gambetti û Nazan Ustundag), li ser bûyerên Amedê 5’ê Avrêlê li seat 17:00’ê
civînekê pêk hat.Di civînê de biryara serdana Amedê derket. Xwendekarên
Bogaziçiyê dixwestin ku du roj þunda herin Amedê. Lê belê piþtî civîn,
derket holê ku heke hefteyê bê herin dê baþtir be. Bi vî avayî xwendekarên
zaningehên din jî dikarin organizasyonan çêkin û piþtgiriya zêdetir
mamosteyên zaningehê bixwazin. Berê çûyinê her roj li Zaningeha Bogaziçiyê
maseyan dê bê amadekirin û têkilî bi zaningehên dinve bê xurtirkirin. Heke
ti pirsgirekek dernekeve, xwendekar dê li 14’ê Avrêlê ji Stenbol dikevin rê.
Doh manþeta New York Times de bûyerên
li bakûr hebû
Rojnameya
herî bi navûdeng a DYE New York Timese bûyerên li bakûrê Kurdistanê doh wekî
manþet pêþkeþî xwedevanên xwe kir.Di nûçeyê de derbarê rewþa Kurdan de agahî
hate dayîn û di derbarê bûyeran de jî hate gotin ku “dewleta Tirk çalakîyên
Kurdan bi tundî nêzik bûye”
Kurdên li Stockholm jî terora Tirkan þermezar kirin
6ê nîsanê
roja pênc þemê li Stockholmê li meydana Sergels Torg bo protesto kirina
terora dewleta Tirk a li Kurdistana bakur û piþtgiriya têkoþîna gelê kurd
xwepêþandanekê hate li dar xistin.
Duh li
paytextê Swêdê li Stockholmê kurdan li hember parlamentoya Swêdê bi
xwepênîþandanekê, bi beþdarîya kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê terora
dewleta Tirk hate þermezar kirin.
Xwepêþandan
bi hevkarîya HEVKARÎ û FKKS hatibû amadekirin û gelek rêxistin û partîyên
Kurdan jî piþtgirî kir.
Komîteya
amadekar di daxûyanîya xwe de got ku; “Pirsa kurd bi tedbîrên polîsî, bi tedbîrên leþkerî û bi
gulebarankirina xelkê sivîl, bi kurtî bi bikaranîna þîdetê nayê
çareserkirin. Bi kar anîna þîdetê li hember gelê kurd rewþa Tirkîyê jî
aloztir dike, rê li demokratîzekirina Tirkîyê jî digire ku ev jî ne ji
berjewendiyên gelên Tirkîyê ye. Ev bûyerên han, bi pêvajoya
demokratîzekirina Tirkîyê re û bi haziriyên endametiya YE re naguncin.
Pirsa
miletê kurdi, pirseke sîyasî ye û tene dikare bi metodên siyasî û
demokratîk bê çareserkirin.
Em bangî
Hukumeta Swêdê dikin û ji hemû hêzên aþtîxwaz û demokratîk hêvî dikin ku li
hember van êriþan bêdeng nemînin. Em daxwaz dikin ku YE, NY van êriþan
þermezar bikin û mudaxeleya Tirkîyê bikin ku êriþan li ser gelê kurd
bisekinînin û ji bo çareserîyekê gavên cidî bavêjin.”
Li Helebê jî Kurdan terora
dewleta Tirk þermezar kirin
Pênþemmê
saet di 11ê de, bi vexwendinekê ji Partiya Þepêla Pêþeroja Kurdî li Sûriyê,
nêzî 1000 kurd li pêþ avahiya baylozxaneya Tirkiyê li Helebê kombûn.
LeþkerênSûriyeyê
yên ku jimara wan bêtirî 4000 serbazî bû nehiþt ev çalakî pêk bê, rê li ber
ketin, derketin û nêzîkbûna balyozxaneya Tirkiyê girtin.
|