Dengûbas/Agahî        

 

 

Mal

 

Kurdistan/Rojev

 

Ji Cîhanê

 

Çand û Huner

 

Zanist/Teknolojî

 

Medyaya Kurdî

 

Kurdistana Azad

 

Aborî

 

Jiyan/Civak

 

Nivîs/Lêkolîn 

 

Arþîv

th a young team

  Beþa Kurdistan | HawarDengubas.com

Zimanê Kurdî

 

Lêkolîn

Zimanê Kurdî. Zêdetir

 

Hûrnêrîn
Rewþa Geþedan û Hilberîna Bi Zimanê Kurdî
Zêdetir

 

Ferhêngên Kurdî

www.ferheng.org

 

Dibistana Zimanê Kurdî

www.dibistanakurdi.com

  REKLAM-BITIQÎNIN-

 

 

 

 

Beþa Kurdistan

 

Dewleta Tirk Bi Hêncata PKK Mafên Neteweyî ya Kurdan Nasnake

 

10 Nîsan, 2006 13:12:23 (GDK)

 

Serokwezîrê Tirkan jî derbarê bûyerên li bakurê Kurdistanê de gotibû;Emê yekîtîya milletê Tirk biparêzin û li dijî hemû tehdîtan têbikoþin” û kêþeya Kurd û Kurdistanê wekî her carê xwe li nedîtinê dide

HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistanqaþan de bi giþtî hate gotin ku divê Tirkîye mafên Kurdan nasbike.Li Hewlêrê jî Tirkîye hate þermezar kirin.

 

Þevîn ARÎ / HAWARDENGÛBAS

 

Serokwezîrê Dewleta Tirk çend roje ku bi gotinên xirab êrîþî ser gelê Tirk dike û nijadperestên Tirkan fît dike.

 

Jixwe tê zanîn Arteþe Tirk,faþîstên Tirkan û hêzên ku ji berdewamîya kêþeya Kurd berjewendîyên wan hene rastîya Kurd û Kurdistanê dizanin lê belê naxwazin ew derewa ku 80 sal berê kirinê derkeve holê û ji berjewendîyên xwe nebin bo civaka ji alîyê sosyo-aborî nizmin jî meseleyê bi avayekî cûda nîþan didin.

 

 

Ji xwe girseya ku faþizmê dikin û fam nakin ku bi qasê Tirkan divê mafê Kurdan jî hebe,Kurd jî neteweyekin û bi her avahî cûda ne, bi giranî ciwan û kesên ne pêþketî û perwerdene.Dewlet û arteþa Tirkan vê girseyê re dibêjin ku “li tirkîye Kurd nînin,tenê teror heye mirovên me tên lîstikên hêzên derve” û bi avayekî xweazîyî jî ev girse tê xapandin.

 

Di meþandina vê polîtîkayê de jî amûrê herî girîng ya tirkan bi salan e jî PKK û tiþtên girêdayî wan e.Niha jî bi DTPrê ketine minaqeþeyê û dîsa bi hênceta PKK nijadperestîya Tirkan tê bilind kirin û heqeretê li Kurdan tê kirin.

 

Erdogan ku gotibû “ez pirsgirêka Kurd nas dikim” bi hiþyarîya arteþa Tirk û bi nêzik bûna hilbijartinên giþtî li Tirkîye niha bi her avahî peyama nijadperestîyê bilind dike.Li gelek deverên Tirkîyê nijadperestên Tirkan êrîþî Kurdan dikin.

 

Ji ber ku DTP jî bi vekirî tevnagere û polîtîkayeke netewî nameþîne û ji ber ku rexistinên din jî ne bi peyamên xwe ne jî bi xebatên xwe bawerîyê nadin gel û jibo gihêþtina gel amûrên xurt saz nakin û nikarin bibin alternatîf, biþaftina ser Kurdan her roj berdewam dike û potansyela heyî jî tê helandin.

 

Dewleta Tirk ne tenê bo bakûrê Kurdistanê heman demê de bo tevlihev kirina Kurdistana Azad jî di nava liv û tevgerêde ye û di hêncet PKK ye.

 

Li gor agahîyên dawî Dewleta Tirk hêzeke leþkerîyê mezin diþînin ber sînorê Kurdistana Azad.

 

Medyaya Tirkan  û rayedarên Tirk bûyerên li bakûr wekî provakasyon bi nav dikin û wekî her caran sedema bûyeran bi rastî ranagihînin û kêþeya Kurd û Kurdistanê nabînin.Di bernameyên televîzyonên Tirkan de heqeretê li Kurdan tê kirin û hin generalên kevn Tirkan dibêjin bila dewlet ser neteweya Kurd zextên xwe zêde bike.

 

 

 

 

Organên HKMG

Malpera Dezgehî-

Sereke a HKMG

www.hkmg.net

 

Medyaya Kurdî

medyayakurdi.com 

 

Zanistûeknolojî

zanistuteknoloi.com

 

Kurdistan Malper

kurdistanmalper.com

 

PirtûkûWêje

www.pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd

www.muzikkurd.com  

 

Aborîya Kurdistan

aboriyakurdistan.com

 

SînemaKurd

www.sinemakurd.com

 

Bo 35  Malperên

Din ya HKMG

www.hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Layê Kurdistanî

 

Terora Dewleta Tirk

Hin jî rexistin û weþanên Kurdî bûyeran bi avayekî çewt radigihînin û li þûna ku Dewleta Tirk þermezar bikin mijarên di rêza dûyemîn derdixin pêþ lê divê Kurd  li hember tehdîtên Tirkan divê hezên xwe yek bikin û vê firsendê bo deþîfre kirina kiryarên Dewleta Tirk û pêkanîna xwestekên neteweyîya gelê Kurd bikarbînin.

 

Divê vê hêz û tevgera ku li bakûr peyda bûye bo doz û dazxwazên neteweyî bê bikaranîn.

 

Bo vê yekê jî divê li her cihê terora dewleta Tirk were þermezar kirin,medyaya Cîhanê were agahdarkirin û potansyola li bakûr bi metodên reel û aqilene bo çareserkirina kêþeya Kurd li ba kûr were qanalîze kirin.

 

Bi avakirina enîyek neteweyî bo bakûr,avakirina televizyonek neteweyî,bieleqedar bûyîna kêþeyên civaka Kurd li bakûr,bi çalaktir bikaranîna kirina medyaya Kurdî,bi geþtirkirina dîplomasîya Kurdî û bi aqilene bikaranîna amûrên heyî û bi xurtir kirina xebatan ser xêzeke neteweyî û bi Kurdistana azad re mil bi mil divê piþtgirî li bakûrê Kurdistanê bê dayîn û divê berî her tiþtî hedefa yekemîn dewleta Tirk be.

 

 

Panoramaya Bûyerên li Bakûrê Kurdistanê

 

28 Adar

Li Amedê Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li dar xistin êrîþ kir.

Cenazeyên 4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê sibê  li Amedê ji alîyê girseyeke mezin ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy, girse dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de pevçûn derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî êrîþî ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.Li Amedê dikkanan  hatin girtin.Li Amedê  timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya bûyeran bigirin daketin nava bajêr.Li Edeneyê jî piþtî veþatina termên gerîllayan de alozî derket , bûyerên tundîyê rûda polîs êrîþî ser xwepêþandaran kir.Li Ofîsê ser avahîya MHPyê bi keviran hate êrîþkirin. Her wiha li Êlîh û Sêrtê jî bûyerên heman rengî rû da.

 

29 Adar

150 zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr jî tanq hatin bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina çalakiyan nekir, ji bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê ekîbên girêdayî miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji 16'emîn Tugaya Bizirx a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi zirx, di demên serê sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine bicihkirin.Çalakvanan bi taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her polîs jî wan bûyeran firsend dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk ku daketin kolanan û êrîþî gel û mal û dikanên kirin. Camên deriyên gelek mal û kargehan jî þikestin. Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn jî rastî tehdîtên hêzên ewlehiyê hatin. Di çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê hatin, jin jî bi copan hatin tehdîtkirin.

 

30 Adar

Li Amedê  hemû dikkan hatin girtî û xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin hatin veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî merasîmê nêzî 100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest bi meþê kir. merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk ciwanek din jî kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin bicihkirin. Hate ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê avêtiye xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya MHP'ê,avahiya Finans Bankê  û gelek sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.

 

31 Adar

bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi taybetî li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel dikin.Tê dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk Abdulkadîr Aksu  hate Amedê.Wekî tê zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.Li navçeya Geverê ya Culemêrgê ji bo piþtgiriyê bidin çalakiyên li Amedê, komeke qelebalix bi agir barîkat çêkirine, polîsan jî bi panzeran li nêzî barîkatê cihê xwe girtin e.Li Geverê hemû esnafên navçeyê derabeyên dikanan girtine.Li Geverê alozî didome.Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li Kuçeya Hûnerê li hev civîyan û bi dirûþmeyên wekî, "Gelê Amedê bi tenê nîne", "Gelê me dê hesabê bipirse" heta Suka Binerdê meþiyan. Di dema meþê de polîs bi panzer û robokopan tedbîrên berfireh girtin.Endamê komîsyona YE Olli Rehn got “Em ji bûyeran bi fikar temaþe dikin û em bawerin kêþebi riyên demokratîk werin çareser kirin”.Ji ber gotinên Serokê Þaredarîya Amedê  ku “êþa me 14 bû niha bûye 16” wezareta hundir a dewleta Tirk derbarê Baydermîr lêpirsîn hate dest pêkirin.

 

1-2 Nîsan

Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever, Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan. Li Qoserê polêsan êrîþî ser protestoya Kurdan kirin û di encamê de 2 Kurd hate kuþtin.Serokê þaxê Batmanê ya partîya Civaka Demokratîk hate girtin.Hejmara gitîyan gihêþ ser 400ê.

 

3 Nîsan

Li Wêranþehra Rihayê de jî xwepêþandan çêbû û poîsan êrîþî çalakîyê kir ser, cerdevanek gêj gule berda ser gel.Cerdevan bi avayekî dîn bûyî dehan gule reþand ser gelê Wêranþehrê .Lê guleyên wî bû sedema brîndar bûna polîsekî.

 

4 Nîsan

Li Bîrecîkê Kurdan xwepêþandanek li dijî zextên Tirkîye li dar xist.Li Dêrsîmê ber avahîya AKP de protestoya Kurdan hebû.Li Qoserên dikkan nehatin vekirin.

 

 

BEÞA KURDISTAN

 

 

Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | ©Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî |  Terms & Conditions

©Ev Dezgeha Hawar Group e. Web Development by HKMG.Hawar Kurdistan Soft&News Limited Internationalomains year                                                                                                               

Ev Xizmeteke    

 e. D

 

 

 

 

 

 

 

 

1