|
Beþa Kurdistan
Dewleta Tirk li bakûrê
Kurdistanê Zextên Xwe Zêde Dike;
Divê Kurd Hiþyar Bin, Armanca
Dewleta Tirk Çav tirsandin e!
29
Nîsan, 2006 17:21:34 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,ZAXO,Kurdistan--Armanca herî
sereke ya Dewleta Tirk þikandina xwebawerî û hiþmendîya Kurdan e.
Dewleta
Tirk di 2 hefteya dawî de sewqîyata
leþkerî ber bi sînorên Kurdistana azad û rojhilatê Kurdistanê dike û bi
alîkarîka medyaya Tirkî ev amadekarîyan bênavber nîþanî ray giþtî dide.Bi
taybetî di medyaya Tirkan de ev pêþketin tê mezin kirin.Îran jî bi heman
armancan di nava hewldanan de ye.
nûçe-þîrove / Hesen DILGEÞ
Dewleta
Tirk dixwaze ku hêza û xwe bawerîya Dewleta Federe ya Kurdistan û gelê Kurdistana
Azad bê þikestin û her wiha bi taybetî gelê bakûrê Kurdistanê û hemû çavê
Kurdistanîyan qaþo bi vê hêzê bê tirsandin.Hêzên berjewendîxwaz û dijminên
Kurd dixwazin li bakûrê Kurdistanê
asîmîlasyon û prosesa tune kirina ziman,çand û nirxên Kurdistanî ji
cihê xwe ku mayê ji nû ve û ji berê bêtir were destpêkirin.
Li bakûr
ev proses destpêkirîye û zextên mezin ser gel tê kirin.Armanca herî sereke
þikandina xwebawerî û hiþmendîya Kurdan e. Tevî ku hîna pêþnûme qanûna
tekoþîna li dijî terorê di nîqaþê de ye jî zext û cezayên pê tên xwestin bi
rojane di meriyetê de.
Nerehatîyeka Tirkîye û dijminên Kurdan wek Îran û
Sûrîye damezirandina di rojên pêþ de him Hikumeta Kurdistanê him jî
Hikûmeta Iraqê û di Iraqê de mezintir bûna hêza Kurd her waran de ye.
Her wiha
eþkereye ku Dewleta Tirk û hin grupên di nava Iraqê ku neyartîyê li Kurdan
dikin di nava hevkarîyê de ne.
Rayedarên Kurdistana Azad rastîya
Kurd û Kurdistanê bi eþkereyî dîyar dikin.
Serokê Kurdistanê
û rayedarên Hikumeta Kurdistanê bi eþkereyî nerazîbûnên xwe ji hewldanên
Dewleta Tirk re derbirîn û dîyar kirin ku bo parastina Kurdistanê çi pêwîst
be were kirin.
Dewleta
Tirk wekî her caran daxûyanîyên pêkenînî diweþîne û herî dawî jî wezîrê derve ya Dewleta Tirk Abdullah Gul
got “ez Barzanî ji xwe re mixetab nabînim”.Dewleta Tirk her çiqas Serokê
Kurdistanê Br.Mesûd Barzanî ji xwe re
wek “mixetap” nebîne jî Mesûd Barzanî bi avayekî fermî serokê Kurdistana
Federal e Tirkîye çi bike jî ev rastî li Cîhanê tê pejirandin.
Sewqiyata leþkerî ya ber sînora
Kurdistana azad didome
Tê
ragihandin ku hêzin Tirkiyeyê di destpêka hefteya dehatû de li ser sinorê
baþûrê Kurdistanê tatbîqatek eskerî li dar dixe.Sewqîyata eskerî ya
Tirkiyeyê ya ser sînor, hîn jî dewam dike. Tirkiye ji Kayseri, Bolu û
Tekirdagê hêzên hawayî derbasî ser sinorê Kurdistana azad dike.
Îro jî,
ji herêma bajarê Tekirdagê, hêzên Tanq û topan, bi trênan gihîþtin Amedê.
Ev tanq û top, piþtre jî ji operasyonan çûn herêma Þirnexê û li çiyayê Cudî
bi cîh bûn.Tê ragihandin ku hêzin Tirkiyeyê di destpêka heftiya dehatû de
li ser sinorê baþûrê Kurdistanê tatbîqatek eskerî li dar dixe.
Divê Kurd netirsin û hiþyar bin
Ger gelê
bakûrê Kurdistanê û hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin wê planên Tirkan
pûç were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan
nêzî hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û
hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.
Bi xwedî
derketina Dewleta Federe ya Kurdistanê û bi serkeftî pêkhatina prosesa
serxwebûna vê dewletê,parastina ziman,çand û hunera Kurdî pêkanîna
yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi baþ bikaranîna amûrên ragihandinên
Kurdî ên heyî dewleta Tirk wê êdî heta dawîyê têbigehêje ku Kurd bi tenq û
topan natirsin.
Tirkîye
li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên dawî
dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê
armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û
wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê
dixwazin êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê
Kurdistanê jî zexta ser gel tê zêde kirin.
Bo pêk
anîna vê armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj
de ne.Ev plana qirêj gav bi gav tê pêkanîn.Yaseya nû ya "têkoþîna dijî
terorê" perçeyeke vê planê ye û
zextên giran tê ser gelê bakûrê Kurdistanê.Ji hemû lîstikên kûr dîsa
gelê Kurd wê zirarê bibînê.
Pêþveçûnên
dawî piþtî bûyerên li Amed û tevahîya bakûrê Kurdistanê careke din nîþan
dide ku Dewleta Tirk bi her avahî dijminê neteweya Kurd e û divê Kurd hêzên
xwe bikin yek û rêveberî û dezgehên xwe xurtir bikin û di her warê de çalak
bin û planên Tirkan vala derxînin.
Wek tê
zanîn li Tirkîye di qada sîyasî de jî bi arteþa Tirk plana xwe dimeþîne û
herî dawîn Dewleta Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekir bi
beralîkirina arteþa Tirk û herî dawîyê de jî doh Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya
xwe hate dûr xistin.Hin di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû bû ku
Dewleta Tirk harî dawîyê vê mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev
sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale neguherî ye.
|