|
Beþa Kurdistan
Dewleta Tirk Him Zarokan Dikûje
Him Jî Gelê Kurd Sûcdar Dike
Li Bakurê Kurdistanê terora
dewleta Tirk bû sedema mirina 15 Kurd
5 Nîsan, 2006 08:21:46 (GDK)
|

Dewleta Tirk zarokekî Kurd a
bêtawan bi avayekî hovane kuþt.
|
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Xwepêþndanên ku li bakurê Kurdistanê dijî
zextên dewleta destpêkiribû û di encama terora Tirkîye de 15 Kurd jiyana
xwe ji dest da bû niha di rojeva Cîhanê de ye.Parlemena Ewrûpa jî bo
nirxandina bûyeran roja pêncþemê
dicive.
Bi mirina brîndarek din li Amedê
de hejmara kuþtîyan gihêþt 15ê, ji
zêdetirê 550 kes hatine binçavkirin û ji 350 wan kesan jî hatin girtin.Kesên
binçav kirî bi îþekceyên giran re rûbirû ne.
Dijminên
Kurdan li Tirkîye ji nû ve hatina rojevê ya kêþeya Kurd û Kurdistanê
nerazîne. Piþtî þehîd kirina 3 zarokên Kurd gotina serok wezîrê Tirk “Jin bin jî zarok bin jî emê çi
pêwist be bi kirin” skandeleke din ya Dewleta Tirk e.Hin generalên kevn û hin
kesayatîyên Tirk niha Kurdan re dibêjin "bila ji vir herin cem
Barzanî" û Kurdan tehdît
dikin qaþo ji welatê xwe diqewirînin.Ango Kurdan ji Kurdistanê
diqewirînin.Kurdan wekî bikaranîna zarokên tawanbar dikin.
Ji ber
ku destê tirkan de tu argûman nemaye ku xwe mafdar derxînin û bi tiþtên pêkenînî
Kurdan tawanbar dikin.
Her wiha
azad bûna Kurdistana Federal jî Tirkan tenegezar dike ji ber ku gelê bakûrê
Kurdistanê jî wek birayê xwe yên baþûrî mafên xwe yên neteweyî bixwazin.
Kurd jî
li hember tehdîtên Tirkan divê hezên xwe yek bikin û vê firsendê bo deþîfre
kirina kiryarên Dewleta Tirk û pêkanîna xwestekên neteweyîya gelê Kurd
bikarbînin.
Divê vê
hêz û tevgera ku li bakûr peyda bûye bo doz û dazxwazên neteweyî bê bikaranîn.Bo
vê yekê jî divê li her cihê terora dewleta Tirk were þermezar kirin,medyaya
Cîhanê were agahdarkirin û potansyola li bakûr bi metodên reel û aqilene bo
çareserkirina kêþeya Kurdli bakûr were qanalîze kirin.
Terora Dewleta Tirk û Bakurê
Kurdistanê di rojeva Cîhanê de ye
Medyaya
Cîhanê weþanên wek Le Monde,Abc News,BBC, I.Herald Tribune bi berfirehî
bûyerên li bakurê Kurdistanê re cîh vediqetînin.Tiþtê balkeþ ewe ku hin
weþanên bîyanî bo Kurdistanê li þûna “rojhilatê Tirkîyê” peyva Kurdistanê
bikartînîn.(mînak:binêrin nûçeya Le Monde)
Kurdên li Ewrûpa jî wê terora
Tirkan þermezar dikin
6ê nîsanê
roja pênc þemê li Stockholmê li meydana Sergels Torg bo protesto kirina
terora dewleta Tirk a li Kurdistana bakur û piþtgiriya têkoþîna gelê kurd
xwepêþandanekê li dar dixin.
Parlemena Ewrûpa jî bûyerên li
Kurdistana Bakur û terora dewleta Tirk girt rojeva xwe.
Roja
pêncþemê di katjimêr 15:00’ê de li Parlemana Ewrûpa bo nîqaþ kirina bûyerên
li bakûrê Kurdistanê danîþtinek tê lidar xistin.
Panoramaya Bûyerên li Bakûrê
Kurdistanê
28 Adar
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy,
girse dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de pevçûn
derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan. Polîs jî bi tundî êrîþî
ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema êrîþên
polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.Li Amedê
dikkanan hatin girtin.Li Amedê timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya
bûyeran bigirin daketin nava bajêr.Li Edeneyê jî piþtî veþatina termên
gerîllayan de alozî derket , bûyerên tundîyê rûda polîs êrîþî ser
xwepêþandaran kir.Li Ofîsê ser avahîya MHPyê bi keviran hate êrîþkirin. Her
wiha li Êlîh û Sêrtê jî bûyerên heman rengî rû da.
29 Adar
150
zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji
aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e
dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr
jî tanq hatin bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina
çalakiyan nekir, ji bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê
ekîbên girêdayî miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji
16'emîn Tugaya Bizirx a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi
zirx, di demên serê sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine
bicihkirin.Çalakvanan bi taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her
polîs jî wan bûyeran firsend dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk
ku daketin kolanan û êrîþî gel û mal û dikanên kirin. Camên deriyên gelek
mal û kargehan jî þikestin. Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn jî rastî
tehdîtên hêzên ewlehiyê hatin. Di çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê
hatin, jin jî bi copan hatin tehdîtkirin.
30 Adar
Li
Amedê hemû dikkan hatin girtî û
xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li
dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan
de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin
hatin veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî
merasîmê nêzî 100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest
bi meþê kir. merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk
ciwanek din jî kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin
bicihkirin. Hate ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê
avêtiye xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate
binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya
MHP'ê,avahiya Finans Bankê û gelek
sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û
Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.
31 Adar
bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din
avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi taybetî
li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel dikin.Tê
dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber
bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi
fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk
Abdulkadîr Aksu hate Amedê.Wekî tê
zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka
Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên
lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.Li navçeya Geverê ya
Culemêrgê ji bo piþtgiriyê bidin çalakiyên li Amedê, komeke qelebalix bi
agir barîkat çêkirine, polîsan jî bi panzeran li nêzî barîkatê cihê xwe
girtin e.Li Geverê hemû esnafên navçeyê derabeyên dikanan girtine.Li Geverê
alozî didome.Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li Kuçeya Hûnerê li hev civîyan û
bi dirûþmeyên wekî, "Gelê Amedê bi tenê nîne", "Gelê me dê
hesabê bipirse" heta Suka Binerdê meþiyan. Di dema meþê de polîs bi
panzer û robokopan tedbîrên berfireh girtin.Endamê komîsyona YE Olli Rehn
got “Em ji bûyeran bi fikar temaþe dikin û em bawerin kêþebi riyên
demokratîk werin çareser kirin”.Ji ber gotinên Serokê Þaredarîya Amedê ku “êþa me 14 bû niha bûye 16” wezareta
hundir a dewleta Tirk derbarê Baydermîr lêpirsîn hate dest pêkirin.
1-2 Nîsan
Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever,
Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de
jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan. Li
Qoserê polêsan êrîþî ser protestoya Kurdan kirin û di encamê de 2 Kurd hate
kuþtin.Serokê þaxê Batmanê ya partîya Civaka Demokratîk hate girtin.Hejmara
gitîyan gihêþ ser 400ê.
3 Nîsan
Li Wêranþehra Rihayê de jî xwepêþandan çêbû û poîsan êrîþî
çalakîyê kir ser, cerdevanek gêj gule berda ser gel.Cerdevan bi avayekî dîn
bûyî dehan gule reþand ser gelê Wêranþehrê .Lê guleyên wî bû sedema brîndar
bûna polîsekî.
4 Nîsan
Li Bîrecîkê Kurdan xwepêþandanek li dijî zextên Tirkîye li dar
xist.Li Dêrsîmê ber avahîya AKP de protestoya Kurdan hebû.Li Qoserên
dikkan nehatin vekirin.
|