|
Beþa Kurdistan
Divê Terora Dewleta Tirk Bi
Tundî Were Þermezar Kirin
Li Bakurê Kurdistanê dewleta
Tirk çekên rastî bikartînin encama bûyeran de 11 Kurd jiyana xwe ji dest da
3 Nîsan, 2006 06:21:32 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Bûyerên ku li bakûrê Kurdistanê 6 roj berê
destpêkiribû îro jî berdewam kir. Di encama terora dewleta Tirk ya îroyîn
de 3 Kurdên din þehîd bû û bi vê avahî hejmara Kurdên jiyana xwe ji destan
gihîþte 11ê.
Alozî Didome
Duh jî
li Qoserê di erîþên dewleta Tirk de kesek hate kuþtin.
Di
encama bûyeran de bi giþtî 11 kes jiyana xwe ji dest daye û bi qasê 350 kes
jî brîndar bûne û ji zêdetirê 550 kes hatine binçavkirin û ji 200 wan kesan
jî hatin girtin.
Her wiha
doh û îro li hin bajarên Kurdistanê de alozî û terora dewleta Tirk berdewam
kir.
Daxûyanîyên hin rexistinên Kurd bû
sedema nerazîbûnan.
Di vê
navberê de daxûyanîyên hin rexistinên Kurd jî bû sedema nerazîbûnan.Nerazîbûnên
Kurd di ser forûmên ser înternetê de jî mînakake vê yekê ye.Wan rexistinan
þûna ku terora dewletê þermezar bikin nasîhan dan gel.Bi avayekî çewt banga
aqlê selîm hate kirin.Helwestên wan rexistin an û fam nekirina helwesta gel
û bi tundî þermezar nekirina terora dewleta Tirk wek berê îro jî dibe
sedema bi hêz bûna pêvajoya îmralî û berfireh bûna lîstik û planên arteþa
Tirk û berjewendî xwazan.
Li
bakurê Kurdistanê kêþeyên neteweyî û civakî gihîþtîye asta herîbilind û
hêrsa gel bilind bûye,her çiqas alozî wek girêdayî PKK xuya dibê jî gel bi
giþtî ji zextên dewleta Tirk ne razîn e.PKK pesna xwe ji wan xwepêþandan bidin
jî bûyerên li bakurê Kurdistanê ber raya giþtîyê Cîhanê de kêþeya neteweyîya bakurê Kurdistanê
eþkere dibe.
Ji ber
vê yekê jî divê rexistinên Kurd ji ber PKK li þûna ku ber wan bûyeran çavên
xwe bigrin divê xwe nêzîkî gel bikin û sîyeseteke neteweyî û reel bimeþînin
ev potansyel û hêza gelê Kurd di xêzekê Kurdeyatî de bi avayekê konjokturel
bihelsenginîn.
Divê
beramberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng neyê mayîn.Divê li Ewrûpayê biçalakî
û xwepêþandanan terora
dewleta
Tirk were þermezar kirin.Bi qasê ku lîstikên hezên tarî bê eþkere kirin
divê ewqas jî terora dewleta Tirk were mehkim kirin.
Bi vî
avahî tev gerîn nêzîk bûna li gel dijwartir dike,gel beyî xebat kirinê rast
bin jî ji rexneyan bi avayekî xwezayî eciz dibe û divê hestên gel bê fam
kirin û hêdî hêdî li gel bernameyeke xebat kirinê hin rastîyan werin eþkere
kirin.
Jibo ku
hêzên ku Kurdan bikartînin wisa xurtir nebin li þûna ku nasîhat li gel bê
dayîn divê terora dewleta Trik were þermezar kirin û daxwaz û xebata
neteweyî wek di qadên dîplomasî,çandî,çapamenîya bê bilind kirin da ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê
were çaresêr kirin û neteweya Kurd pêþkeve û bigêhêje asta ku layiq dike.
Teyyîp Erdogan û medyaya Tirkan Kurdan tehdît dikin
Serokwezîrê
Dewleta Tirj jî Kurdan tehtîd kir û got “Jin bin jî zarok bin jî emê çi
pêwist be bi kirin” ango gor emê kuþtina zarokan bidomînin.
Panoramaya Bûyerên li Bakûrê
Kurdistanê
28 Adar
Li Amedê
Polîs ser meþa ku bo protesto kirina qetl kirina gerîllayên PKKyê di hat li
dar xistin êrîþ kir.
Cenazeyên
4 gerîllayên PKKê ku di operesyoneke de jiyana xwe ji dest da bûn serê
sibê li Amedê ji alîyê girseyeke
mezin ve hate pêþvazî kirin.Piþtî veþartina cenazeyan li goristana Yenikoy,
girse dest bi meþê kirin.Piþtî demeþê navbera polîs û xwepêþanderan de
pevçûn derket.Ciwanan bombeyen molotolf avêtin polîsan.
Polîs jî
bi tundî êrîþî ser girse kir. Piþtre jî alozî li seranserî Amedê belav bû.Dema
êrîþên polîsan de gelek kes brîndar bûn.Polîs gule barand ser gel.Li Amedê
dikkanan hatin girtin.Li Amedê timên Taybet û leþkerên tirk ji bo pêþiya
bûyeran bigirin daketin nava bajêr.Li Edeneyê jî piþtî veþatina termên
gerîllayan de alozî derket , bûyerên tundîyê rûda polîs êrîþî ser
xwepêþandaran kir. Her wiha li Êlîh û Sêrtê jî bûyerên heman rengî rû da.
29 Adar
150
zêdetir brîndar bû û 3 kes jî jiyana xwe ji dest da.Seranserê Amedê ji
aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên taybet û leþkeran ve hatin e
dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate vekirin.Li gelek deverên bajêr
jî tanq hatin bicihkirin.Ji ber ku hêzên polîsan têrî pêþî girtina
çalakiyan nekir, ji bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Meletiyê
ekîbên girêdayî miduriyetên ewlehiyê þandin Amedê. Hate hînbûn ku ji
16'emîn Tugaya Bizirx a li navçeya Erxena Amedê gelek personel û tanqên bi
zirx, di demên serê sibehê de li 7'emîn Fermandariya Kolorduyê hatine
bicihkirin.Çalakvanan bi taybetî êrîþî dezgehên dewleta Tirk dikin.Her
polîs jî wan bûyeran firsend dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk
ku daketin kolanan û êrîþî gel û mal û dikanên kirin. Camên deriyên gelek
mal û kargehan jî þikestin. Çend hemwelatiyên ku ji derve bûn jî rastî
tehdîtên hêzên ewlehiyê hatin. Di çalakiyê de zarokên biçûk rastî lêdanê
hatin, jin jî bi copan hatin tehdîtkirin.
30 Adar
Li
Amedê hemû dikkan hatin girtî û
xwendekarên zankoya Dîcleyê jî neçûn dersan û zanko boykot kirin.Li
dersxaneyan de jî ders nehate kirin. 3 kesên di encama gulebarana polîsan
de jiyana xwe ji dest dan a li Goristana Yenîkoy de bi merasîmeke mezin hatin
veþartin.Hejmara girseya ku cenazeyê gihîþt 100 hezarî. Piþtî merasîmê nêzî
100 kesên beþdarî merasîmê bûn, ber bi mala taziyeyê ve dest bi meþê kir.
merasîmê jî alozîyên mezin derket û hêzên dewletên Tirk ciwanek din jî
kuþt.Li Batmanê li gelek cihên bajêr leþker hatin bicihkirin. Hate
ragihandin ku polîsan çalakvanek ji qata 4'an a avahiyekê avêtiye
xwarê.Çalakvanên ku polîsan avêt xwarê û lingê wî þikest, hate
binçavkirin.Birîndarên din jî rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Êlihê.Avahiya
MHP'ê,avahiya Finans Bankê û gelek
sazîyên dewletê jî hate þewitandin.Li Wan,Riha,Sêrt,Mêrsîn,Mêrdîn, Qoser û
Stenbolê jî zextên dewleta Tirk bi xwepêþandanan hate þermezar kirin.
31 Adar
bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li hin bajarên din
avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin bin çavan.Bi
taybetî li Amedê taciz û êrîþên ser berdewam dike.Polîs zextê ser gel dikin.Tê
dîyar kirin ku ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber
bikaranîna çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi
fikarin ku êrîþên hovane zêdetir bibin. Wezîrê nevxwe ya Dewleta Tirk
Abdulkadîr Aksu hate Amedê.Wekî tê
zanîn Abdulkadî Aksu yek ji dijmînê gelê Kurd e û ligor wî pirsgirêka
Kurdistan nîne û divê çareserkirina bûyerên li Amedê jî zêdekirina hêzên
lêþkerî pêwîst e.li Batmanî alozî berdewam kir.Li navçeya Geverê ya
Culemêrgê ji bo piþtgiriyê bidin çalakiyên li Amedê, komeke qelebalix bi
agir barîkat çêkirine, polîsan jî bi panzeran li nêzî barîkatê cihê xwe
girtin e.Li Geverê hemû esnafên navçeyê derabeyên dikanan girtine.Li Geverê
alozî didome.Li Dêrsîmê jî bi sedan kes li Kuçeya Hûnerê li hev civîyan û
bi dirûþmeyên wekî, "Gelê Amedê bi tenê nîne", "Gelê me dê
hesabê bipirse" heta Suka Binerdê meþiyan. Di dema meþê de polîs bi
panzer û robokopan tedbîrên berfireh girtin.Endamê komîsyona YE Olli Rehn
got “Em ji bûyeran bi fikar temaþe dikin û em bawerin kêþebi riyên
demokratîk werin çareser kirin”.Ji ber gotinên Serokê Þaredarîya Amedê ku “êþa me 14 bû niha bûye 16” wezareta
hundir a dewleta Tirk derbarê Baydermîr lêpirsîn hate dest pêkirin.
1-2 Nîsan
Li Qoserê di encama êrîþan de kesek hate kuþtin..Li Gever,
Wan,Sêrt,Riha,Þirnex, Mêrdîn, Dêrsîm, Stenbol,Îzmîr û di hin bajarên din de
jî alozî çêbû.Li Amedê 2 kesên din yên brîndar jiyana xweji dest dan.
|