|
Kurdistan
Li Amedê Trejedîya
5 malbatên Kurdên rojavayê Kurdistanê
15
Kewçêr,2006 weþandin:22:18:44 (GDK)
5
malbatên kurd ku 15 roj beriya niha ji rojavayê Kurdistanê ji bo xebatê
hatin, li Bajaroka Palûke (Çarikli) ya Amedê bicih bûn. Malbatên ku li
welatê xwe muameleya turîstan dibînin û bê nasname dijîn, tenê dikarin mehek
li vir bimînin. Ji ber ku dewleta Suriyeyê tenê mehek destûra mayînê daye
wan, nikarin zêdetir bimînin. Di bin konan de jiyaneke þerpeze dijîn.
Malbatên ku ji bo debara xwe her
sal diçin deverek, zarokên xwe li malê dihêlin. Malbatên bi hezar zor û
zehmetî tên, ji ber ku kar bi destê wan nakeve û erzaqên wan tune, li van
çolan þerpeze dibin.
‘Li vir jî cîh û warê ku em lê bistirin tuneye’
Zerîfe Cimhaya 48 salî ku ji ber li Sûriyeyê mal û milkên wan tuneye hatiye
vir, da zanîn ku li Suriyeyê tenê xaniyê wan heye û wiha got: “Em pir jar û
þerpeze nin. Ji ber ku li Suriyeyê ji bilî xanî, mal û milkê me tune. Em
nikarin debara xwe bikin. Li wir kar bi deste me nakeve. Em ji bo debara xwe
hatin vir. Em xizan in. Karekî ku em bikin, tune. Li vir jî cîh û warê ku em
lê bistirin tune. Tenê em û konê
xwe ne. Em tazî û birçî ne.”
‘Polîs me aciz dikin’
Cimha, diyar kir ku di vê meha rojiyê de pir zahmetiyê dibînin û wiha dom
kir: “Kulfetê mezin hatin Tirkiyeyê. Zarokên me jî li Suriyeyê li malê birçî
û bêxwedî man. Em jiyanek pir rezîl û perîþan dijîn. Polîs tên berî me
didin.
Konên me bi serê me de xera dikin. 6 keçên min hene. Zorêkên min ên heyî jî,
bê kar in. Kar bi destê wan nakeve. Ji ber vê yekê em nikarin debara xwe
bikin û em hatine di welatê xerîb re derketine.”
Xwarinên xwe bi sergînan germ dikin
Cimha, ragihand ku ji ber ardû û erzaqê wan tune, nikarin li vir xwarineke
germ bixwin. Cimha, þert û mercên tê de dijîn bi van gotinan bilêv kir: “Em
ji bo çêkirina xwarinê, qirþ û qalan ji ber çem kom dikin.
Dîsa em sergîn û biþkulê pez kom dikin û xwarina xwe pê germ dikin. Dîsa em
firaqê xwe bi ava çem diþon. Em xwarina xwe bi ava vî çemê gemarî çêdikin.
Ev çend roj e em li vir in, lê kar bi mista me nakeve. Ji xwe pasaporta me
jî ji bo mehekê ye, em tenê dikarin mehek bimînin. Destûra ku dane me,
mehane ye.”
‘Jiyana me bi koçberiyê derbas dibe’
Fetume Salehî ya 56 salî jî diyar kir ku ew ji bo xebatê hatine vir, lê ji
ber ku kar bi destê wan nakeve, pir jar û bêzar in. Saleh, gazinên xwe bi
van gotinan bilêv kir: “Em di mercên pir xerab de dijîn. Ne avek paqij heye,
ne ardû û ne jî erzaq. Em birçî û þerpeze dijîn. Ji bo ku mal û milkê me,
her wiha xwediyê me tune, jiyana me bi koçeriyê derbas dibe.”
(M.
ALÎ ERTAÞ/DÎHA/AMED)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|