|
Kurdistan
Dewleta Tirk Tehemmulî
Cezayên Tawanbarên Þemzînanê nekir
17
Kewçêr,2006 weþandin:10:10:04 (GDK)
|

“Nexþeya Kuþtina
Kurdan” ku ji Erebeya serbazên Tirk Derketibû.
|
HAWARDENGÛBAS-- Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwest, endamên
artêþê yên li Þemzînanê li ser guneh hatin zevtkirin, jinûve bên
mehkemekirin.Serdozgeriyê xwest biryara li dijî astsûbayan hatiye dayîn ji
binî ve were xerakirin, ji ber ku di warê ûsûlê de qelse û di encama
lêpirsîneke lawaz de hatiye dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, biryara 3. Mehkemeya Cezayê Giran a
Wanê lêkola û nêrîna xwe ya li ser mijarê îro eþkere kir.
Li gorî vê yekê, serdozgeriyê biryara li dijî astsûbayên roja 9'ê Cotmeha
sala 2005'an Pirtûkxaneya Ûmûdê bombekiribûn hate birrîn, di warê ûsûlê de
qelse.
Û ji ber biryar di encama lêpirsîneke qels de hatiye dayîn xwest, biryar ji
binî ve were xerakirin.
Li ser vê yekê, dosya dozê ji bo temyîzê ji 9. Daîreya Dadgeha Bilind re hat
þandin.
3. Mehkemeya Cezayê Giran a Wanê, di doza ku 19'ê Hezîrana sala 2006'an de
bi dawî bû, bi sedema 'Însan kuþtine, çete avakirine û hewldane mirovan
bikujin' 39 sal, 5 meh û 10 roj cezayê girtinê li astsûbayên li ser suc
hatin zevtkirin Elî Kaya û Ozcan Îldenîz, birrîbû.
Li gor nêrîna serdozgerîyê rêxistinek weha nîne û loma jî daxwaza “heger
belgename û agahîyên derbarê rêxistinê de hebin, bila bikeve vê dosye yê”
dike. Dozgerî herweha dibêje ku heger îhtimala dewamkirina dadgeha hevalê
herdu astsûbayan ê binavê Veysel Ateþ ê îtirafkar hebe, bila dosyeyê wan
bibin yek.
Buyukanit hat û Kurên Baþ ketin tevgerê
Piþtî ku Yaþar
Buyukanitê bû serokê nû yê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk destê
derdorên dijberên Kurd bihêz bû Û niha jî "tol" ê ji kurdan distînin.
Wek tê
zanîn ser dozgêrê
Þemzînanê Ferhat Sarikaya ,di îdîanameya Þemzînanê de cî da bû navê wî. Li
ser vê îdianamêyê Ferhat Sarikaya, ji wezîfeya xwe hati bû durxistin.
Serdozgerê Tirk Ferhat Sarikaya, li ser bûyerên Þemzînanê de bo Fermandarê
Giþtî yê Hêzên Bejayî ya Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit de di îddia name de
destnîþan kirîye ku ji ber ku bersûcê Þemzînan parastiye û ji bo yek ji wan
berbaz Alî Kaya gotibû “ez wî nas dikim û ew kurekî baþ e” ji ber vê yekê
ser hiquqê bibandor bûye.
"Yaþar Buyukanitê jî goti bû:”Min hertiþtî bo Tirkîye kiriye û ji ber yekê
bi darizandinê wê serbilintir bim".
Dewleta
Tirk tehemmulî eþkere kirina rastîyan nekiri bû bi beralîkirina arteþa Tirk û
herî dawîyê de jî Ferhat Sarîkaya ji wezîfeya xwe hati bû dûr xistin.Hin
di destpêka bûyerên Þemzînanê de dîybar bû bû ku Dewleta Tirk harî dawîyê vê
mijarê bi dêkûdolaban veþêre.Ji ber ku ev sîyaset li Tirkîyeyê 80 sale
neguherî ye.
Tirkîye
jixwe tu pêþketinên bo Kurdan ji dil nekiribû û hemû hêzên tarî li pêy
xirab kirina rewþa heyî ya bakûrê Kurdistanê bûn.Niha jî bi yasaya nû ya
“dijî terorê” re dixwazin zextên li ser bakûrê Kurdistanê zêdetir bikin û
navê Kurdan bi hinceta PKK terorrîze bikin û piþtre jî bi heman hincetê jî
êrîþî deskeftîyên Kurdistana Azad bikin.
Ji ber
vê yekê divê rexistinên Kurdan li þûna ku banga hestîyarîyê li gelê bakûrê Kurdistanê
bikin, ji bo pûc derxistina planên dijminên Kurdan bi çalakî,meþ û xebatên
cur bi cur bi taybetî li nava welat bikevin liv û tevgerê.
Bûyerên Þemzînanê Çawa
Destpêkir
Li Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut 11 Sermaweza 2005’san de ji
alîyê 2 serbaz û çawiþekî pispor bombe hatibû avêtin û di encamê de M. Zahîr
Korkmaz jiyana xwe ji dest da bû û Metîn Korkmaz jî birîndar bû bû û piþtî
bûyerê gelê Þemzînanê êrîþ biribûn ser erebeya ku ya serbazan bû û bi rojan
çalakîyên gelê þemzînanê berdewam kiribû.
Çawiþê Tirk bi navê Tanju ku
de ji erebeyê derketibû û gûle weþandi bû ser gelê Þemzînanê û bû bû
mirîna Kurdekê bi navê Alî Yilmaz di encama dadgehêde serbest hatibû berdan.
Bûyer wekî “Susurluka Duyemîn”
tê binavkirin.
9 sal berê seyareyek ber riya Susurlukê(navçeyekê Tirkîye) qeza
kiribû û piþtî vê rûdanê têkîlîyên qirêj yên mafya,dewleta tirk,polîs û hin
serekêþîrên eslkurd derketibû holê.
Di bûyera Þemzînanê de jî serbaz telefonê kuþtarê bisedan Kurd xwînxwar Mehmet
Aðar kirin e û derdikeve holê ku dîsa lîstikên li dijî gelê Kurd heman avahî
tê meþandin û êrîþên ser Kurdan
hin jî ji parlemana Tirkîye tê birêvebirin ku Mehmet Aðar niha parlmeneter e
û serokê partîya DYP(partîya Çîller a hov) ye.
Di dîroka Komara Tirk de ser gelê Kurd bi sedan car bûyerên bi
vê rengî hat kirin lê yekemîn care ku ewqas vekirî sûcdarên bûyerê tên
girtin.Bi avayekî zelal dewleta Tirk bi her avahî (an bixwe-an jî bi destê
hêzên din) karên teroristî dimeþîne.(HAWARDENGÛBAS
/ DÎHA)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|