Bike Malpera Destpêkê | Têkîlî | Reklam

 

                                            HAWAR-DENGÛBAS

     

Dengûbas/Agahî        

Mal

 

Kurdistan

 

Cîhan

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

 HAWARDENGÛBAS | Kurdistan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kurdistan

 

Wate û Mercên Rojî û Meha Remezanê

 

 

02 Kewçêr,2006 weþandin:11:12:24 (GDK)

 

Rojî


Rojî nexwarin û venexwarina tu tiþtî ya ji bo demekê ye.

Rojî di olên xiristiyan, cihû û bi taybetî jî di ola îslamê de tê girtin. Di ola îslamê de bi taybetî di meha remezanê de tê girtin. Ji hilatina rojê ta avabûna wê kesên rojîgir ti tiþtî naxwin û venaxwin, cixareyê nakêþin û nakevin têkiliyên cinsî.


Rojî di gora ola Îslam ê

Rojî çîye?
Rojî, ji berbanga sibê ya duemîn heta dema fitarê; yanî tav diçe ava, mirov xwe paraztina ji xwarin, vewarin û tiþtin cinsî re rojî tê gotin. Bi sal û nîvê piþtî koçkirina Mihemmed Pêxamber, ji Mekê cû Medînê, Roji girtina meha Remezan ê ferz bû. Rojî ayînek ( îbadat ) bedenî ye.

Rojî yek ji Ruknê Îslam ê ye û Mihemmed Pêxember bi tevayî 9 salan rojî girtîye.

Rojîya meha Remezan ê bi vê ayeta pîroz ferz bûye. Xwedê Te`ala di Quran a Pîroz de waha dibêje; “ Gelî ew kesên bawerî anîne, çawa rojî ji yên berîya we re ferz bû bû her wusan ji we re ferz bûye. Tê hêvî kirin ku hûn xwe (ji gunehan) biparêzin“. Sûreya Beqere: 2/183


Þertên ferzbûna Rojîyê


1- Mirov Misiliman be. 2- Mirov balix-kamil be 3- Mirov bi aqil be. 4- Þîyana mirova ya girtinê hebe.


Ferzên Rojîyê


Divê mirov ji berbanga sibê ya duyemîn hetanî tav diçe ava.

1. Xwe ji xwarin 2. Vexwarin 3. Têklîyên cinsî biparêze. 4. Û veriþandina xwe ji qestî neyîne

Xwedê Te`ala di Quran a Pîroz de waha dibêje; ( Bixwun û vexwun hetanî berbanga sibê ku bendê sipî ji yê reþ dîyar dibe û paþê hetanî êvarê Rojaya xwe temam bikin) Sûrêya Beqere: 2/187


Sinetên Rojîyê


- Zû fitara xwe veke û paþîvê jî dereng bixwe. Pêxember silavên Xwedê lê be, di hadîsekî xwe de waha dibêje; “ Umeta min dema fitara xwe zû vekin û paþîva xwe jî dereng bixînin, di qencîyê da ne“ - Di meha Remezan ê de, divê mirov pir bi xêr û ber be û derîyê xwe ji hejar û belengazan re veke û alîkarîya kesên feqîr bike. - Dema hinekan ji mirov re tiþtên ne baþ got an jî çêr û xiber da, mirov bêje; “ ez bi Rojî me“ û bersîva wan nede.

 

Dema mirova bersîva kesên nebaþ da mirov jî dibe wekî wan û xêra Rojîya mirovan namîne. Divê mirov ne tenê bi divê xwe bi Rojî be, her wusan divê mirov biçav, guh dest, ling hemû cismê xwe bi Rojî be. Divê mirov çavê xwe ji mêzekirina namûsa xelkê, guhê xwe ji guhdarî kirina xeybetê, divê xwe ji derew û çîvanokan bi parêze. - Di dema fitarê de mirov bêje; “ Ya Rebî, min ji Te re Rojî girt û li ser rizqê Te fitara xwe vedik im, ez Te ji hemî tiþtên kêm û nuqsan diparêzim û ji Te re spasdar im. Ya Rebî, Tu Rojîya min qebûl bike û bê guman Tu her tiþtan dibihîze û dizane“


Tiþtên Rojîyê betal dikin


1- Mirov ji qestî xwarin bixwe an jî tiþtek vexwe. 2- Çi ji pêþ û çi jî ji paþ mirovan de tiþtek here hundurê mirovan.Wekî derman û tiþtên din. 3- Ji qestî veriþandina xwe bîne. 4- Ji qestî têkilîyên cinsî bike. 5- Bêyê ku têklîyên cinsî bike, bixwe piþta xwe ( menî ) bîne. 6- Jin bikeve edetan-kirasan (heyd) 7- Dîtina xwînê piþi zayînê. 8- Mirov dîn( cinû) bibe. 9- Mirov ji ol derkeve û bibe murted


Rojên ku mirov nikara tê de Rojî bigire


1- Roja Cejna Remazan ê, herem e ku mirov rojî bigire. 2- Roja cejna Qurban ê, herem e ku mirov rojî bigire. 3- Û sê roj piþtî cejna Qurban ê ku ji wan re tê gotin rojên teþrîq.


Rewþa kesên ku nikarin Rojî bigirin


Kesên salmezînin an jî ne salmezinin lê nexweþin û tu hêvîya saxbûna wan tune û nikarin Rojî jî bigirin, dikarin Rojî bixun û paþ ji ber her rojekî de fidye (kefaret) bidin feqîrek. Mirov her roj çi dixwe wî wekî fîdye dide feqîran. Kefaretê Rojîyê di roja îro de, mirov danekî mirovek feqîr bi xwarinê têr bike. Jina bi hemle an jî zarokan dimijîne, dema Rojî li ser nefsa wan xeter bin, dikarin Rojî bixwun û paþê jî rojîya xwe qeza bikin. Her wusan mirovên rêwî jî di esna rêwîtîyê de dikarin rojî bixun û dema zivirî mala xwe, bi tenê rojên xawrî qeza dike û fîdye lê nakeve. Lê dema ew jinên ku ji jîyana zarokên xwe bi tirsin û rojî girtina wan zirarê bide zarokên wan, wê demê dikarin rojî bixwin û paþê him rojîya xwe qeza bikin û kefaret jî bidin feqîrek.(Wikipedia / serhed.net )

 

 

 

Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

 

Binivsîne  |  Biçe Jor   

 

 

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan


 

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com

 

WêjeûZiman:

wejeuziman.com

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com 

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirok.hkmg.net

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

 

Bo Navnîþanên Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

irêdan  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî | Derbarê HD 

©Ev Weþana Hawar Kurdistan Media Group e.| Web Development by HKMG. Hawar Kurdistan Soft | agahi@hawardengubas.com

hawardengubas.com | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | bike malpera destpêkê           

 

Ev Weþanekî    

 e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1