|
Kurdistan
Piþtî Þemzînanê Niha jî
Qilabanî(Uludere)
28
Kewçêr,2006 weþandin:09:45:09 (GDK)
Li gundê
Aroþê (Ortakoy) ya Qilabana Þirnexê, bûyereke ku diþibe bûyera Þemzînanê pêk
hat. Gundiyên Aroþê, bi hinceta ku dê li herêmê bûyerên mîna Þemzînanê
çêbikin, wesayîta Tofaþ Kartal a spî ku bi plakaya 73 SH 839 e, dan
sekinandin. Gundiyan her sê kesên di wesayîtê de derxistin û ew birin nava
gund. Bi sedan kes li ser Riya Îpekê li hev civiyan û ji her sê kesên bejin
bilind ku kincên sivîl li wan in pirs pirsîn. Kesên di wesayîtê de, gotin ku
ew leþker in.
LI GUND ALOZÎ DIDOME
Piþtî demekê leþkerên Qereqola Aroþa ya gund hatin cihê bûyerê û xwestin ku
gundî van kesan serbest berde. Leþkeran, ji gundiyan re got ku ew hevalê wan
in. Lê gundiyan, li hemberî vê daxwaza leþkeran nerazîbûn nîþan da û van
kesan berneda. Gundiyan çar aliyên kesên ji wesayîtê derxistin dorpêç kirin
û wan nedan leþkeran. Gundiyên ku nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku
heman wesayît û heman kes, bi qasî 3 hefteyan li derdora gundê wan keþfa hin
tiþtan dikin û ew ji ber vê yekê ji wan bi guman in. Gundiyan, got ku ew
ditirsin ev kes bûyerên mîna Þemzînanê li vir bikin, hin cihan biteqînin û
ji ber vê yekê ew dixwazin ev kes bêne girtin. Hate ragihandin ku ji kesên
di wesayîtê de 2 kes riyê wan bi awayekî giloverkirî (topsakal) berdaye û yê
din jî bê rih e û zerik e. Dema rojnameya me çû çapê, alozî berdewam bû.
‘DI WESAYÎTÊ DE MUHÎMAT HEBÛ’
Yek ji gundiyan Hamza Berk, diyar kir ku kesên di wesayîtê de çend caran li
dora gund geriyane û got: "Sê çar car di nava gund de hatin çûn. Sê zilam tê
de bûn. Ji gund derketin em li du ketin. Me li derketina gund, me ew girtin
û me anî nava gund. Milet hemû kom bûn ser serê wan. Di navbera me û wan de
nîqaþ û alozî derket. Fermandarê Qereqola Aroþê ya Jendirmeyan Selçuk ku
paþnavê wî nayê zanîn hat wan ji nava destê me derxistin û birin qereqolê.
Di nava erebeyê de 3 keleþkof hebûn. Belge tê de bûn. Bombeyên destan tê de
bûn. Muhîmat tê de hebûn. Þarjor hebûn. Ew ji herêma Þirnexê hatine.”
Berk,da zanîn ku ger ew nehatibana girtin dê bûyereke mîna Þemzînanê pêk
anîbana û eþkev kes bêne darizandin û ji ku hatine ji rayagiþtî re bê
aþkerakirin..(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|