|
Kurdistan
Serketina Hezkirina
Kurdan;Mehmed Uzun Ji Nexweþxaneyê Derket
17
Kewçêr,2006 weþandin:09:50:01 (GDK)
Nivîskar
Mehmet Uzun ku 3 meh e li Amedê, ji ber qansêrê li nexweþxanê dihate
dermankirin îro ji nexweþxanê derket.
Ûzûn, ji bo kesên wî tenê nehiþtine û piþtgirî danê, bi civîneke çapemeniyê,
sipasî wan kir. Nivîskarê kurd Mihemed Ûzûn ku li Sêwêdê bi qansêra mîdê
ketibû û 95 roje li nexweþxaneya Venî Vîdî ya Amedê dihat dermankirin, îro
ji nexweþxanê derket.
Ûzûn, dema ji Sêwêdê hat li ser sedyeyê ew birin li nexweþxanê razandin, lê
îro jî tevî doktorên xwe bi meþê ji nexweþxanê derket. Nivîskar Mihemed
Ûzûn, bi munasebeta derketina ji nexweþxanê civîneke çapemeniyê li dar xist
û got, ''Ez bawerbûm ku axa bakurê Mezopotamya, axa Amedê ji min re bibe
þîfa. Bi piþtgirî û morala Gelê min da min, ez hatim van rojan.''
Ûzûn diyar kir ku ji niha û pêve ewê li Amedê bi cih bibe û ji bo her kesê
destek dayê malavayî kir.
Piþtî Ûzûn, nivîskar Þêxmûs dîken, serokê Odeya Tabîban Adem Avcýkýran û
serbijîþkê nexweþxana taybet a Venî Vîdî jî axivîn û gotin, wê piþtgiriya
wan a ji bo Ûzûn dewam bike. Doç. Dr. Mehmet Dursun jî anî ziman ku Mihemed
Ûzûn, êdî hemû pêdiviyên xwe, bi xwe bi cîh tîne.
Mihemed Ûzûn piþtî axaftinan bersiv da pirsên rojnamevanan. Ûzûn li li ser
bibîrxistina Xelata Wêjeyê ya Nobelê ku dane Orhan Pamûk got, ''li huzûra we
ez Orhan Pamûk pîroz dikim''
Ûzûn li ser pirseke din diyar kir ku ewê romana xwe ya nîvco mayî temam bike
û derbarê eleqe û hezkirina Gel de, ewê romaneke biçûk jî binivîsîne.
Nivîskar Mihemed Ûzûn wekî din got, ''ezê li ser Melayê Battî û nivîskarên
Kurd binivîsînim. Ez dixwazim romaneke biçûk li ser wêjeya kilasîk a Kurd,
zimanê Kurdî û xwezaya wê binîvîsînim û diyarî Gelê xwe bikim.''
Uzun, eþkere kir ku dê romanek biçûk binvîse û bi vî awayî bibe bersiva vê
piþtgiriyê. Uzun, hestên xwe bi gotinên wekî "Nivîsên ku ez pê gelek hestyar
bûm, hatin nivîsandin. Bi sedan, bi hezaran name hatin nivîsandin. Li hizûra
we dixwazim dîsa ji gelê xwe re ragihînim. Min di tevahiya jiyana xwe de
xwest ku berhemên di xizmeta wan de binvîsim. Ez qurbana wan im" anî ziman.(dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|