|
Kurdistan
Kurdistan bê zimanê Kurdî
nacebire
28
Kewçêr,2006 weþandin:09:58:16 (GDK)
Zimanzan û nivîskarê kurd
Ezîzê Cewo der barê pirsgirêkên zimanê kurdî û çareserkirina pirsgirêkan de
nêrînên xwe bi me re parve kir. Ezîzê Cewo, diyar kir ku divê dewlet tu
cudahiyê nexe navbera zimanan.
Ezîzê Cewo, da zanîn ku ziman bi axaftinê bi pêþ dikeve û heta gundekî
Kurdistanê hebe dê zimanê kurdî hebe. Cewo, ragihand ku berê ji ber teknîk
ew qas bi pêþ neketibû her tiþt bi kurdî bû, lê niha rewþ hatiye guherîn.
Cewo, axaftina xwe wiha domand: “ Niha merc hatine guhartin, bi þev û roj bi
zimanê biyanî yê dewletê bername, fîlm, dembihêrî, perwerde û tiþtên din bi
televizyonê tên weþandin. Ji bo van hemû hêz û derfetên dewletê tên
bikaranîn. Ji dibistana perwerdehî heta zanîngehê perwerdehî bi zimanê
serdest e.”
TEVKUJIYA SPÎ
Cewo, bi lêv kir ku li zimanê kurdî wekî ‘kurê dêmariyê’ tê nihêrîn û wiha
got: “Li vir pirsgirêk ne tenê bêderfethiþtin e. Kurdî, her wiha wekî
zimanekî qedexe ye. Van salên dawiyê ji bo hinek kursên zimanê kurdî axaftin
çêbûn (ew jî ji bo neteweyekê, ne kêmneteweye!). Ji bo wê jî ev ji bo kurdan
dihat wateya bêrûmetiyê.” Cewo, bal kiþand ser rewþa kurdan a li Tirkiyeyê û
wiha got: “Kurd li ser xaka kal û bavên xwe ew di karê dewletê de kar dikin,
diçin leþkeriya wan, serdayiyan (vêrgî) didin dewletê, bi wan pereyan
butçeya dewletê çêdibe. Ji vê butçeyê jî ji bo serokkomar, serokwezîr,
serleþker, leþker, polîs, saziyên dewletê, çanda tirkî, zimanê tirkî, ji bo
avakirina gund û bajaran, tendurustiyê, sosyalî û tiþtên din tê parvekirin.
Lê gelê kurd ji wan hemûyan bêpar dimîne. Ji bo wî tenê rêyek hiþtine:
leþkeriyê bike, kar û xizmeta reþ bike, an koçber bibe û bihele, ji
kurdeyetiyê bibe. Mafên xwe yê xwezahî binpê dike, di qada navneteweyî de
navê vê yekê tevkujiya spî ye.” Cewo, ragihand ku di rewþeke wiha de divê
dewlet tu ferqiyê nexe navbera zimanan, di bingeha xwe de hemû ziman di warê
mafê bikaranînê de wekhev in û ev yk jî mafekî gerdûnî ye.”
‘HER MALEK DIBISTANEK E’
Cewo, anî ziman ku bi zanyaran hatiye piþtrastkirin ku zarok bi zimanê xwe
yê dayikê perwerde nedîtibe, nikare bi hêsanî zimanekî biyanî fêr bibe û
heta ew di warê psîkolojîk de jî ne rehet e. Cewo got ku divê kurd mafên xwe
yên neteweyî bi riyên çareseriyê bigerin û bi reformên demokratîk çareser
bikin. Cewo, destnîþan kir ku kurd li welatê xwe ji mafê xwe yê perwerdehiyê
bêpar mane û axaftina xwe wiha domand: “Divê her maleke kurd bibe
dibistaneke zimanê kurdî. Her kes divê hewl bide ku zimanê xwe ji gel fêr
bibe. Ne ku zimanekî berevajî û tevlihev bi riya weþanên me
(radio-televizyon, kovar û rojname) li gel ferz bikin. Ew demek bû, ku me
digot, bila bi kurdî biaxivin, çawa dibe, bila bibe! Niha demeke din hatiye
û daxwezên gel jî êdî ne yên berê ne.”
‘ZIMAN GIRÎNG E’
Cewo, der barê konferans, civînên li ser zimanê kurdî jî wiha axivî:
“Encamên konferans û civînan li ber çavan e! Ya sereke, cêribandin çêdibin,
li riyên çareseriyê digerin, beþdarên konfêransan cêribandinên xwe pev
diguhêrin, zanînan didin û distînin, hînî dilêþiya li hember zimanê kurdî
dibin. Ji bilî van, bala raya giþtî dikiþînin ser pirsgirêkê, û ew pirsgirêk
navneteweyî dibe.” Cewo, der barê kampanyaya ji bo perwerdehiya ziman ya li
bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin jî wiha derbirî: “ Bi rastî bibêjim, ez
li vir hinekî bi fesal nêzîkî peyva ‘kampanya’ dibim! Kampanya tên û diçin,
lê zimanê kurdî û pirsgirêkên wî dimînin. Ez ne behsa vê kampanyayê dikim.
Her çiqes ez têdigihîjim, rewseke me ya awarte li holê ye, kampanyayên wiha
ji bo wê ne, ji bo ku pirsgirêkê ji cih bilivînin. Lê dîsa jî em divê
pêdiviya zimanê kurdî tenê wekî kampanyayekê dernexin holê. Ev kampanya divê
bibe destpêkeke ji bo pêvajoyeke bêdawî. Pêdiviya zimên divê ji bo kurdan
bibe mîna pêdiviyên av û hewayê! Ew divê pêvajoyeke bêdawî be, divê ew bibe
wateya jiyana her kurdekî û mercê hebûna wî. Ew têkoþîna heta niha hatiye û
tê meþandin jî ji bo vê ye. An na kurdê bê zimanê dayikê, zimanê bê axaftvan
wê di encamê de Kurdistaneke bê kurd ji cîhanê re bihêlin. Ev jî sûc e! Û ji
vî sûcî beþê mezin jî wê para me kurdan bikeve, eger em derengî bibin.”
KONFERANS GIRÎNG E
Cewo, der barê konferanseke ziman ku di 18’ê kewçêrê de li Amedê bê
darxistin jî nêrînên xwe wiha vegot: “Bi dîtina min, pirsgirêkên zimanê
kurdî di vê serdemê de wê tenê bi konfêransên zanistî- praktîkî çareser
nebin. Ji ber ku em der barê zimanekî bi destûrî qedexekirî de diaxivin.
Helbet, konfêrans di vî warî da rola xwe ya girîng dilîzin. Amadekarên
konfêransê çi çarçove ji wê re danîne, ez hê nizanim... Lê, her çi jî hebe,
ew ê pirsgirêkê destnîþan bike, ji bo çareseriyê rê û rêbazan bigere, wê
bibe pergalek ji bo navneteweyîbûna pirsgirêkê û bi van tevan re wê hebûna
wê pirsgirêkê bi xwe dayne ser masa çareseriyê. Ew ê bibe bingehek ji bo
destpêka çareseriyê. Ji bilî vê, wê hinek tîþtên zanistî, mêtodolojî û
pratîkî ji bo pêþerojê derên holê. Ez bi bawer im, ku konfêransa ku dê pêk
bê, wê bibe gaveke erênî li ser riya bigirseyîbûn, pêþketin, zîndîbûn û
rizgarbûna zimanê kurdî.
Pêþerojeke mezin û ronî li pêþiya zimanê kurdî ye, û ew ê pêþerojê jî gelê
kurd wê bi destê xwe bisêwirîne!”
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|