|
Kurdistan
Murad Karayilan bo
Kurdistan TV axifî
23
Kewçêr,2006 weþandin:15:36:22 (GDK)
Duh
Murad Karayilan serokê Konseya Koma Komelên Kurdistanê bo mêhvanê progirama
siyasî ya televizyona me Ronî.
Di progiramê de ku her duh yek þembê bi awakî paket hatibû amadekirin,
Karayilan bi fermî li ser banga aþitî û agirbesta ku yêkî vê mihê yek alî ji
bal PKKê ve hatiye ragehand rawestiya û ji bo cara yêkê piþtî ragehandina
agirbestê bi fermî dîtinên xwe li dûr agir bestê û rewþa niha ya pirsa kurd
li Kurdistanê Tirkiyê anîn ziman.
Karayilan diyar kir ku agirbest ji baweriya PKKê ya bi çareseriya aþtiyaneya
pirsa kurd tê û ev yêk ji bo wan setratîje , ne taktîk.
Karayilan herweha jî bal kiþande ser cidahî ya vê agir bestê ji agir bestên
berê yên PKKê got: PKKê ev agir best di demekê de ragihand ku ji aliyê
meydanî ve û herweha jî ji aliyê siyasî ve ber pêþ ve di çû û dibin ti
pestoyên leþkerî de meçbûrî ragihandina agir bestê ne boye.
Serokê Konseya Koma Komelên Kurdistanê KKKê herweha jî li ser rola alî yên
cida yên ku daxwaz ji PKKê kiribûn agir bestê rabigehîne ji rawestiya got :
gelek alî yên cida yên Kurdistanê bi taybetî jî yên Kurdistana Îraqê û
Europa û Emerîka jî daxwaz kirin ku em agir bestekê rabigehînin , lewra ev
alî nihajî dikarin di vê meselî de ji bo çareseriya aþtiyaneya pirsa kurd li
Kurdistana Tirkiyê rola xwe bilêzin.
Li dur pêþwaziya dewleta Tirik ya ji agir bestê jî Karayilan diyar kir ku
weke em hêvî dikin Tirkiyê pêþwaziyek wisa li agir bestê nekirye , lêbelê
tevî vê yêkê jî operasyonên leþkerî yên artêþa Tirik kêmtir bûne û hêvî
xwest ku agir best armanca xwe ya çareserkirina aþtiyane pirsa kurd pêkbîne
, ji ber ku þerê bi salan îspat kiriye ku pirsa kurd bi çek nayê
çareserkirin.
Karayilan dawiyê jî bal kiþande ser wê yêkê ku vê agir bestê di vî demî de
li Tirkiyê du alêtî ya li ser ret û qebûlkirina wê çêkiriye û her çiqas ne
fermî jî be , lêbelê ji Europa û Emerîka jî sîgnalên destpêka gûhertinekê li
hember pirsa kurd li Kurdistana Tirkiyê xoya dikin.
Dawiyê jî Karayilan li ser yêkbûna neteweyê kurd rawestiya û got: li hemû
beþên Kurdistanê kurd hewcedarî yêkbûneke neteweyine .(ktv)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|