|
Kurdistan
Bila
Îskoçya bibe mînak ji bo Kurdistana bakûr
21
Kewçêr,2006 weþandin:21:10:05 (GDK)
Nûnerên ji Yêkitîya Ewropî, Tirk û Kurdan li konferanseke navneteweyî li
Brukselê li ser peywendîyên linav her sê alîyan, li ser pirsa Kurdî li
Tirkîyê dipeyivin.
Li piþka destpêkê ya wê konferansa du-rojî, roja Duþembî, yêk ji beþdaran,
endamekî Skotlandî yê Parlamentoya Ewropî Alyn Smith bû. Smith li dû wê
gotara xwe li hevpeyvîneke bi Piþka Kurdî ya Dengê Amerîka ra bal kêþa ser
demê vê kombûne.
Parlamenterê Ewropî got ew konferansa Brukselê li demekî pirr giring tête
kirin ji ber ku ew rewþa li Tirkîyê û guhartinên heta niha yên hikûmeta Tirk
dinirxînît, berî ku Komîsyona Ewropî raporta xwe ya derbarê pêþveçûna
Tirkîyê ber bi endamîya Yêkitîya Ewropî ve radigehînît.
Çaverê tête kirin ku ew komîsyona rêvebir ya Yêkitîya Ewropî paþ nêzîkî sê
heftîyan, li 8ê meha têt, wê raporta xwe ya girîng ragehînît.
Lê serokê wê Komîsyonê, Jose Manuel Durao Barroso bi gotinên xwe yên vê
heftîyê rengê wê raportê dîyar kir. Wî rêberê Yêkitîya Ewropî got bizavên
hikûmeta Tirk hêdî ne, lewma belkû ew welat heta 20 salên dî jî li benda
endamîya Yêkitîya Ewropî bimînît.
Peyivdarê Ewropayê yê Partîya Niþtimanî ya Skotlandî Alyn Smith hevbîr e.
Ew dibêje, eger Tirkîye bibîte endam jî, belkû ew bi demekî hêj dirêtir
çêbît. ‘‘Yêk ji xalên em dixwazîn ku hikûmeta Tirk têbigehînîn eve ye, em
dibêjin belê em digel axiftin û danûstandinan în, lê qebûlkirina endamîya
Tirkîyê qet tiþtekî piþtrastkirî nîne. Eger Tirkîye pêþveçûneke girîng neket
ber bi guhartinê ve, belkû dergeh dîsa lê bête girtin û divêt karbidestên
Tirk baþ ji vê serwext bin.’’
Alyn Smith endamê Skotlandî yê ji Brîtanyayê li Parlamentoya Ewropî got
Yêkitîya Ewropî heta niha hewqas pal nedaye Tirkîyê ku ji dest bidet ku ew
xwe jê bidete paþ.
Ew dibêje stratejîya heta niha derbarê Tirkîyê da ji prensîban pêtir li ser
þert û berjewendîyên sîyasî bûye.
Parlamenterê Ewropî dibêjît ger li þûna mafên kesan Ewropa derbarê pirsa
Kurdî da daxwaza mafên koman biket, wek pênasîna bi Kurdan wek endamên
komekê, wê gavê belkû ew li serê pêþîn gelek astengan biêxîte rêya guhartinê
da li Tirkîyê. Û dibêjît li dû þertûmercên sîyasî yên Kopenhagen, Bruksel dê
daxwaza mafên kesan biket, ne yên koman bo kêmanîyan. Bi gotina wî, hizra
hindekan ew e ku bi mafên kesan, rêya mafên koman jî vedibît.
Alyn Smith digel wê stratejîya Yêkitîya Ewropî ye, ji ber ku ew linav
destûdarê niha rêbaza rastebîn e, bi gotina wî, Enqerê vê gavê derbarê
Kurdan da naçemît, li ber dananêt.
Lê daxwazên Ewropîyan ji Kurdan jî hene
Smith dibêjît ‘‘Ji ber ku biryarên rawestandina þerrî yên berî niha hatîne
þkandin, nehatîne bicih înan, em vê gavê gelek bi hiþyarane berê xwe dideyne
biryara dawîn ya rawestandina þerrî ji Partîya Karkerên Kurdistanê. Ya ku em
dixwazîn bibînin eve ye ka PKKe dê yêkcar dest ji çekî berdet. Em ji mînakên
Skotland û Îrlandayê, ji mînaka Leþkerê Komarîxwazên Îrlandî dizanîn ku ji
bo hindê demek pê divêt, lê divêt em her û her rawestabndina þerrî ya
bêkêmasî û ragirtina þerrî ji alîyê PKKê ve bibînîn, lê heta niha me ew hêj
nedîtî ye.
Endamê ji herêma Skotlandê ya Brîtanyayê dibêjît bila guhartinên li van heþt
salan li Skotlandê, damezrandina parlamentoya herêmî, guhartinên
destûrnameyê, bi dîyaloga demokratîk bibine numune bo çareserkirina pirsa
Kurdî li Tirkîyê.
‘‘Ez bawer dikem ku ya ku me li Skotlandê pêkînayî, derbarê parlamentoyê da
wek piþkeke Padþahîya Hevgirtî ya Brîtanyayê, her çiqas Skotland hêdî hêdî
ber bi serxwebûnê ve diçît, mînakeke çak e bo Kurdistanê ku çav bidetê,
bêgûman linav Tirkîyê, û bêgûman ew dikarît bibîte piþka me li wê miþtomira
sebaret paþeroja Tirkîyê.
Lê Alyn Smith, endamê Skotlandî yê Parlamentoya Ewropî dibêjît wek hevalekî
bîyanî ew nikarin ji Tirkîyê ra bêjin ka karûbarên xwe çawa birêve bibet.
Kombûna bi navê ‘‘Konferansa Navneteweyî li ser Yêkitîya Ewropî, Tirkîye û
Kurdan’’ li Brukselê dê roja Sêþembî bidawî bêt.
Eger bixwazî li vê raportê guhdarî bikî, ji kerema xwe re li jor nivîsa þîn
ku dibêje Li raportê guhdarî bike bitiqîne.(Birusk
Tugan / Washington, DC / VOA)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|