|
Kurdistan
Li
Nisêbînê gorek tomerî ku hate îdîakirin aydî Ermeniyan e hate dîtin
18
Kewçêr,2006 weþandin:01:39:43 (GDK)
Li Gundê Xirabêbaba ya Girêdayî Navçeya Nisêbîna Mêrdînê, gundiyên ku
xwestin ji bo miriyê xwe gor vekin, rastî gorek tomerî hatin. Di þikeftê de
hestiyên cesedên ku hatine lodkirin û hate îdîakirin aydî nêzî 300 ermeniyên
di sala 1915'an de hatine kuþtin, hatin dîtin. Tê diyarkirin ku di þikeftên
li gund de, gelek cesed hene.
Li Gundê Xirabêbaba ya Girêdayî Navçeya Nisêbîna Mêrdînê, bi awayekî
tesadufî, gorek tomerî derket holê. Gundiyên Xirabêbabayê, di 17'ê kewçêrê
de li goristana gund a li herêma ku þikeft lê ne, dest bi kolandina gorek ji
bo xizmek xwe yê li Antalyayê miriye kir. Gundî, di karê kolandinê de rastî
þikeftek ku firehbûna wê 3 metre ye hatin. Gundiyan kevirên þikeftê þikand û
tê de rastî gorek tomerî ku bi dehan cesed tê de hene hatin. Gundiyên ku li
hemberî vê dîmenê matmayî bûn, ser gorê bi keviran girt û serî li Qereqola
Gundê Stîlîlê dan.
Rayedarên qereqolê jî, gundî ji gorî dûr xistin, ji wan re gotin 'tu tiþtek
nekin, em dê piþtre lêkolîn bikin. Çavlirê ye ku di rojên pêþ me de dozgerî
li gund lêkolîn bike. Hate îdîakirin ku gora tomerî, aydî ermeniyên di sala
1915'an de hatine kuþtin e. Deriyê daketinê yê þikeftê girtî ye. Di þikeftê
de hestiyên mirovan û nêzî 40'î qoqên serî hene. Ji bilî misînek kevir ku ji
bo vexwarina avê tê bikaranîn, tu tiþtek din nehat dîtin. Di dîwarên þikeftê
de jî, çalên bi qasî nîv metre kûr in, balê dikþînin.
'Gundî dixwazin bê ronîkirin'
Li ser vê tesadufê, îdîaya 'li vî gundê ku beriya niha aydî ermeniyan bûye,
di bûyerên sala 1915'an de 300 ermenî hatine kuþtin û bi tevahî hatine
definkirin' dîsa hate rojevê. Li gorî îdîayan, li þikeftên li derdora gund,
gelek gorên tomerî
hene. Gundiyên ku nexwestin navê xwe eþkere bikin, gotin ku beriya niha jî
li derdora gund, þikeftên ku deriyê wan ê daketinê girtî bûne, vekirine û tê
de rastî gelek hestî û qoqên serî rast hatine. Gundiyan diyar kir ku derheqê
gora tomerî de tu tiþtek nizanin û xwestin ku bûyera gora tomarî bê
ronîkirin.(DîHA)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|