|
Kurdistan
Parastina Celal Talabanî, Parastina
Deskevtiyên Netewî, Aþitî û Azadî Ye
DAXÛYANÎ
02
Kewçêr,2006 weþandin:06:20:48 (GDK)
Axaftina Serokkomara Iraqê
Celal Talabanî li Dewleta Yekbûyiya Amerîka, li Tirkiyê bûye sedema
helwesteka tund û êriþa hikumet û muxalefeta vê welatê û medyayê mîlîtarîst,
kevneperest, nijadperest û þovenîstên Tirk.
Qisekerê hikumeta Partiya Dadî û Pêþveçûnê (AKP) Cemil Çiçek, derberayê
axaftina Celal Talabanî usa dibêjê. “Em guhê xwe nadin gotina serokeþîret û
yên ku pêlav maç dikin.” Ango Cemil Çiçek bi gor destura dewleta xwe diaxive
û ji bo serokên siyasiya Kurdistanê Baþurê dibêje “serokeþîr.”
Sedema êriþa Cemil Cîcek, partiyên opozîsyonê û medyayên wan li ser Celal
Talabanî, Kurd bûn û xebata wî ye, axaftina wî ye, yên li ser çereseriya
kêþeya Kurd bi rêka demokrasî û aþitiyê.
Êniya dij-Kurd li Tirkiyê, axaftina Serokkomarê Îraqê ji xwe ra kiriye
hencet û dest bi kar bûye.
Êriþ kirin li ser Celal Talabanî, niþana qebul nekirina Serokkomariya wî ye,
ku jiyana xwe pêþkeþê rizgariya gelê Kurd kiriye.
Êriþ kirin li ser Talabanî, erîþ kirin e li ser hemu Kurd û mafên wan yên
netewî û demokratîk.
Êriþ kirina hikumeta AKP, opozîsyon, nijadperest û þovenên Tirk û medyayê
wan, erîþ kirin e li ser ezmun û deskevtiyên netewiya Kurdistana Baþurê.
Êriþ kirin li ser Talabanî, ne tenê pirs û kêþayên navçeyê çareser nake, her
usa wê aloztor û tevlihevtir bike.
Em weku PDK-Bakur, PSK û PWD piþtgiriya axaftina Serokkomarê Iraqê dikin û
ji hêzên welatparêz, sazî û dezgeyên Kurdistana Bakûrê dixwazin, ku diji
êriþên neyar û nehezên Kurd, piþtgiriya Celal Talabanî bikin.
Hezên aþitixwaz û demokrat û pêþverûyên Tirk divê bizanin êriþên hanê
neyartiya Kurd lý Týrkiyê bi hêztir dike. Lewma jî divê diji êriþên li ser
Talabanî, dengê xwe bilind bikin.
Hikumeta Tirkiyê, ku dixwaze Serokkomarê Iraqê axaftina xwe “serrast” bike,
divê ji ber gotina gisekerê xwe, lêborinê ji Celal Talabanî bixwaze.
Dewleta Tirk divê dev jê êriþên hanê û dijminahi li serokên Kurdistana
Baþurê, ku bilî ji tevlihevtir û aloztir kirina kêþayan, tû feyda wî nîne,
berde û li ser rêzgirtina hevdu, ligel Hikumeta Herêma Kurdistanê
pêyvendiyên baþ dayne û pêþve bibe
28’ê Îlona sala 2006
Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-Bakur)
Partiya Sosyalîsta
Kurdistan (PSK)
Partiya Welatparêzên
Demokrat-Kurdistan (PWD)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|