|
Kurdistan
Daxûyanîya Grûba Xebata Kurd ya Neteweyî û Demokratîk
21
Kewçêr,2006 weþandin:18:33:22 (GDK)
Daxuyanîya Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratîk
Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratîk, li ser proja Yekîtîya Neteweyî
heta nuha li deh bajaran civînên Herêmî û bi gelek kes, alî û sazîyan re
hevdîtin pêkanîye. Li ser helwest û proja Grûbê; gelek gotar, giftûgo,
þîrove û nivîsên cudareng jî, di medyayê de hatine nîqaþkirin.
Em bi dilgermî dibînin ku, li seranserê civata Kurd, proja Grûba Xebatê a
Yekîtîya Neteweyî bi 'îhtîyatî' be jî, optîmîstîyek erênî peydakir ye. Nuha
em li jêr reþnivîsa Destûra Yekîtîya Neteweyî a ku ji teref Meclîsa
Grûba me de hatîye pejirandin, pêþkêþî bala hemû þexsîyetên eleqedar û gel
dikin. Em dixwazin heta civîna mezin li ser vê reþnivîsê fikr, rexne,
pêþnîyarî û þîroveyên cudareng bistîn in. Munaqeþe û lêgerînên me li ser nav
jî dom dikin. Heta nuha gelek nav hatine telafûz kirin. Li ser nav du
nihêrînên cuda derketine holê. Ji vana;1-Bila peyva 'Kurd' - 'Kurdîstan'
muheqeq di navê me de cîh bigre, 2-Peyva 'Kurdîstan' dibe ku astengîyê derxe
pêþîya me, ji wê bonê bila ev peyv nuha neyê bikaranîn e.
Em di derheqa 'nav' de jî pêþnîyarî û agahîyan we dipên. Pêvajoya xebata
Grûbê dom dike. Em amadene ku ji nuha û þûnde li pênc bajarên din (Melet,
Ruha, Batman, Þirnex, Agrî) bi gel re civînên Herêmî rêxîn in û her wiha bi
hemû alîyên Yekîtîya Neteweyî re hevdîtinan pêkbîn in.Her weha emê li ser
'Rêzname' û 'Modêla' Yekîtîyê di 25-26ê Çirîya Pêþîn de li Dîyarbekir
sempozyûmekî konkrêt amade bikin û piþtre 'reþnivîsa Rêznamê' û 'Modêla'
Yekîtîyê jî bi pejirîn in.
Piþtî van xebatan (dawîya vê salê an destpêka sala bê de) ewê civîna mezin a
ku 'qedera' Grûbê tayîn bike, li Dîyarbekir pêkbê.Bi hêvîya di berekî
netewî, demokrat, plural û þoreþgêr de hevre xebatê.. bi hestên germ û
biratî hurmet û slavên xwe pêþkêþî we dikin.
Reþnývîsa Bernamê a Gruba Xebata Netewi a Kurd
Tevgera Netewî ya Demoktatîk ya Yekbûyî (TNDY) li mîrata têkoþîna azadîya
Kurdan xwedî derdikeve; ew ê ji xwe re bike wezîfe û berpirsiyarî ku li ser
hîmên rêya têkoþîna netewî ya demokratîk a rizgarîya Kurdan xebatê bike;
TNDY xebatên bo yekbûna netewî ya demokratîk ên di dîroka nêzîk a Bakurê
Kurdistanê de bi alîyên xwe yên erênî-neyînî ve, wek lêgerîn û têkoþînên di
rêya azadîya netewî de dibîne.
TNDY tespît dike ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ê têkoþîna netewî ya
demokratîk a rizgarîxwaz jî ew e ku hêzên netewî yên demokratîk heta nuha
yekbûneke mayînde pêk neanîye. Di serî de Baþûr, dînamîkên sîyasî yên li
perçên Kurdistanê him di nav yek bi yek perçan de yekbûn pêk neanîne, him jî
di navbera perçan de piþtgirî, mekanîzmên yekîtîyê neafirandine; ji ber vê
yekê pevketinên navxweyî û têkçûnên dijwar qewimîne û ji bo gelê me bûne
sedema berdêlên giran.
Dema ku pêwîst dibe, rejîmên kolonyalîst ên Rojavayî û yên Rojhilatî ku
welatê me parve kirine, li gel nakokî û pevketinên di navbera wan de, li
dijî gelê Kurd pev re tevgerê dikin; li hemberî vê di têkoþîna azadîya gelê
Kurd de yekbûn pêk nehatiye.
Lê belê di van salên çûyî de tevgera netewî ya demokratîk li Baþûr raber kir
ku bi pêkanîna yekbûnê meriv çawa dikane bi serketin û serfirazîyan pêþde
biçe.
Sîyaseta kolonyalîstan a “perçe bike û birêve bibe” jî bandor li vê
perçebûna sîyasî kiriye û meriv dikane bi berpirsiyarî û hostetîya sîyasetê
vê astengê rake.
Koma Xebatê li Bakurê Kurdistanê ji bo yekbûneke netewî lêgerîneke miþterek
a kom, partî, derdor û kesayetîyên welatparêz e; ber bi rakirina astenga
perçebûna sîyasî ve gavek avêtiye. Em armanc dikin ku bi TNDY vê gavê bikin
meþeke biryardar û bi îstîkrar.
TNDY balê dikiþîne ser wê yekê ku di rojên pêþ de yek ji pirsgirêkên me yên
sereke dê pêkanîna îradeya neteweyî ya yekbûyî ya demokratîk be, û bang li
gelê xwe dike ku bi vê armancê yekbûnê pêk bîne.
Yek ji vatinîyên sereke yên TNDY ew e ku tecrubeyên berê yên yekbûnê ji xwe
re bike ders; partî, rêxistin, kesayetî û sazîyên pîþeyî û sendîkayî yên li
welatê me di bastûra xwe de bigihîne hev, û yekîtîya netewî pêk bîne.
Di vê pêvajoyê de, li gel hemû hewldanên me dê hêzên welatparêz ên ku li
derveyî TNDY bimînin jî hebin. TNDY armanc dike ku bi van hêzên welatparêz
re wek dost bimîne, bi wan re xebat û çalakîyên miþterek pêk bîne.
TNDY dê wek prensîp, xwe him ji gelê me him jî ji dinyê re li gora xeta
pratîk-polîtîk a ku tê de birêve diçe tarîf bike. Têkoþîna me ne li dijî
gelan, lê li dijî wan rejîman e ku mafên gelê me xesp kirine. Em di serî de
gelên herêmê, bang li hemû gelên dinyê dikin ku piþtgirîya têkoþîna gelê me
ya meþrû û mafdar bikin.
Kurdistan, Rojhilata Navîn û Dinya
Kurd yek ji gelên niþtecî û qedîm ên Rojhilata Navîn û Mezopotamya ne. Gelê
Kurd yek ji gelên afirandar ên Þaristanîya Mezopotamya ye, ku yek ji
þaristanîyên kevntirîn ên dinyê ye.
Kurdistan, berê di navbera du hêzên sereke, împeratorîyên Osmanî û Îranî de
bi Peymana Qesra Þîrîn a 1639an bi dudan hat perçe û parvekirin. Dûre piþtî
Þerê Dinyê yê Yekemîn ji alîyê Brîtanya, Fransa û dewletên herêmê ve bi
çaran hat parvekirin. Di pêvajoya vê perçe û parvekirinê de, hemû
serhildanên gelê me yên bo azadîyê ji alîyê van hêzan ve hatin tefandin.
Komara Mahabadê ya Kurd ku di dema Þerê Dinyê yê Duyemîn de hat damezrandin,
bi zordana bloka DYA-Brîtanya û ji herêmê vekiþîna YKSS hat rûxandin.
TNDY, nexþeya ku di van pêvajoyan de bêyî îradeya gelê Kurd û gelên herêmê
hat xêzandin, wek yek ji çavkanîyên sereke yên pirsgirêkên herêmê dibîne;
yekîtîya welat û gelê Kurdistanê wek mafekî dîrokî dihesibîne.
Him navendên hêzên navneteweyî him jî dewletên kolonyalîst ên herêmê li ser
Kurdistanê li gora berjewendîyên xwe hesaban dikin; hewl didin ku li gora
van hesaban tevgera sîyasîya Kurd kontrol bikin û rêberîya wê bikin. Lê belê
pirsgirêka sereke ew e ku gelê Kurd û dînamîkên wî yên sîyasî nikanîbûne
projeyeke netewî pêk bînin, ku hesabên wan ên pêþedemê jî di nav de bin.
TNDY xwe wek îfadeya yekgirtî ya sîyasî ya van hesaban tarîf dike û li gora
wê tev digere.
TNDY weha dipejirîne ku, dema ku li perçeyekî þerê neteweyî pêþde bikeve,
perçên din mil bidinê; di navbera perçên Kurdistanê de piþtgirîya sîyasî bê
pêþdexistin û wek prensîp, hevdu rexne bikin û pêþniyaran pêþkêþ bikin.
Bakurê Kurdistanê
Komara Tirkîyê projeya afirandina netewa Tirke. Ji ber vê sedemê ye ku
rejîma Tirkîyê ji damezrandina komarê û vir ve sîyaseteke li ser red û
înkarkirina rasteqînîya Kurd û Kurdistanê pêþde biriye. Ev sîyaset bi
çewsandin, ji holê rakirin û asîmîlasyonê hatiye bicîhkirin.
Van salên dawî, bi milyonan girseyê Kurd him wek encameke pêþveçûna ekonomîk
û him jî bi pratîkên valakirina Kurdistanê ji alîyê rejîma kolonyalîst ve bi
darê zorê bo bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê hatine koçkirin. Ev
pêþveçûn ji alîyekî ve bûye sedem ku bajarên Kurdistanê çeloxwarî û bi lez
mezin bibin, vehûnana bajarên me xerab bibe û bibin çolter, ji alîyekî din
ve jî bûye sedema vecivîna nifûsa Kurdistanî li metropolên Tirkîyê. Êdî li
Kurdistanê navendên xwedî giranî yên nifûs û jîyana ekonomîk-sîyasî bajar
in.
Ciwanên Kurdistanê bi sedemên ku di serî de perwerda zimanê dayikê ji hemû
derfetên perwerdeyî bêpar in, yekser muxetabên tundkarîyê û girseya sereke
ya bêkarîyê ne, bi pirsgirêkên girîng ên netewî, civakî, ekonomîk û akademîk
re rûbirû ne.
Jinên Kurdistanê her ku diçe li gel zîraetê, dibin hêmaneke girîng a girseya
xebatkarên sektorên endustrî, ticaret û xizmetê jî. Ev pêþveçûn ji bo jinan
li gel pirsgirêkên giran, di jîyana ekonomîk û civakî de, derfetên azad û
xwedî kesayetî bûyinê jî pêþkêþ dike. Jin di heman demê de hêmanên sereke
yên ragirtin û derbaskirina ziman û çandê ne; ji ber vê yekê, rûbirûyî
sîyasetên kolonyalîstan ên kûrkirina asîmîlasyonê dibin.
Li Kurdistanê ji ber sîyaseta asîmîlasyon û zilmê jin û ciwan bi çewisandina
giran a sîyasî û pirsgirêkên giran ên civakî re rûbirû dimînin; ji ber vê
yekê TNDY di wê bawerîyê de ye ku ji bo jin û ciwanan nêzîkbûneke
cudagirtina pozîtîv bêtir mecbûrî bûye.
Gelê me, her çiqas dewrên hilbûn û þûnveçûnê hebin jî, wek sekneke gelemperî
di nav xwe de her tim potansîyeleke sîyasî ya dînamîk hewandiye; ev
potansîyela ku her tim li doza azadîya neteweyî xwedî derketiye îro jî heye.
TNDY, pêkanîn û pêþdexistina sîyaseteke neteweyî ya demokratîk armanc dike
ku van dîyarde û pêþveçûnên ekonomîk, civakî û sîyasî li pêþ çav bigire.
TNDY di qada vekirî de têkoþîna sîyasî dike; di têkoþîna xwe de li gel
lipêþçavgirtina legalîteyê, meþrûîyetê ji xwe re dike bingeh, û wek awayê
têkoþînê jî îtaet nekirina sîvîl û çalakîyên girseyî tercîh dike.
Armancên Sereke
1) TNDY, Kurdistanê wek welatê netewa Kurd dibîne; pirsgirêkê wek pirsgirêka
rasteqînîya welat û miletekî dibîne, û li gora vê tesbîtê li çareserîyê
digere; balê dikiþîne ser wê yekê ku navika çareserîyê mafê çarenûsîya gelê
Kurd e.
Pirsgirêka netewa Kurd di nav bastûra unîter a Komara Tirkîyê de nayê
çareserkirin. TNDY ferzkirin û projeyên ku di vê çarçovê de bi domdarî dixin
rojevê ji binî ve red dike.
TNDY, wek armanca sereke ya sîyasî vê yekê diparêze û ji bo wê têkoþînê
dike: divê gelê Kurd li ser xaka xwe ji hêla hiqûqî, birêvebirî û sîyasî ve
qedera xwe bi xwe tayîn bike û bi gelên dinyê re li ser bingeha bi giþtî
wekhevîya mafan, têkilîyan pêk bîne; divê ji bo tesbîtkirina mafê çarenûsî û
awayê bicîhkirina wî serî li îradeya azad a gelê Kurd bê dayin; TNDY vê yekê
wek prensîpa sereke diparêze. TNDY li Kurdistanê bastûreke dewlet û civakeke
weha dipejirîne ku xetên wekhevîxwazî, azadîxwazî, piralî û pirrengîtî û
demokratîk bihundirîne, û normên wê yên civakî û hiqûqî xurt bin.
2) TNDY dîyar dike ku pêþedema hindikahîyên netewî yên Ermenî, Ereb, Asûrî,
Çerkez û Tirk ên li Kurdistanê girêdayî qedera gelê Kurd e û mafên
hindikahîyên neteweyî yên ji alîyê netewî û çandî ve bi azadî xwe
îfadekirinê girîng dibîne. Bi heman nêzîkbûnê ji bo hindikahîyên netewî yên
Kurdên li Anatolya Navîn û metropolên Tirkîyê jî mafên netewî û çandî
diparêze, û ji bo pêþdebirina mafên netewî û çandî yên girseya Kurd ya li
Ewropayê têdikoþe.
TNDY wek nêzîkbûneke sereke ya derbarê hindikahîyên li Tirkîye û Kurdistanê
dîyar dike ku pirsgirêk û daxwazên hindikahîyên neteweyî yên ku li
cografyake taybetî (bajar, qeza, gund, hwd) piranîya nifûsê pêk tînin ji yên
hindikahîyên neteweyî yên li bajar û metropolan cuda ne û ji lew re
çareserîyên wan jî dê cuda bin. TNDY dê ji bo çareserîyeke li gora van
cudatîyan lêgerînê bike. Ew ê ji bo çareserîya di vê derbarê de peymanên
navnetewî bike referans.
3) TNDY azadîya ol (dîn) û bawerîyê wek azadîyeke sereke dibîne. TNDY
azadîya ol û bawerîyê ji mafên bingehîn ên mirovan dibîne; garantîkirina
azadîya îbadetê li gel azadîya bawerîyê ya kesan û grupan diparêze û azadîya
olî di heman demê de wek azadîya mafê nebûna mensûbê olekê jî dibîne.
4) TNDY wek armanceke sereke, parastina wê yekê dike ku çavkanîyên
dewlemendîyên li welatê me li gora berjewendîya gelên Kurdistanê bên
bikaranîn.
5)Bi kûrbûna pêvajoya tevlêbûna Tirkîyê ya YE (Yekîtîya Ewropayê) ku ji
dervê îradeya sîyasî ya gelê me pêþve çûye/hatiye pêþvebirin, gelê Kurd û
nûnerên wî yên sîyasî jî rûbirûyî encamên erênî-neyînî yên vê pêvajoyê
dibin.
TNDY Bang li YE dike ku rasteqînîya miletê Kurd û têkoþîna azadîya wî nas
bike, dema ku Kurdistan di pêvajoya guftûgoyan de tê rojevê, bibîne ku
muxetabên wan gelê Kurd û nûnerên wî yên sîyasî ne û li gora wê têkilîyan
pêk bîne. Her weha divê dînamîkên sîyasî û sazîyên sivîl ên Kurdistanê jî
paralelî pêþveçûna guftûgoyan projeyeke netewî ya hevgirtî û berbiçav ji YE
re pêþkêþ bikin.
6) TNDY dîyar dike ku têkoþîna rizgarîya netewî ya gelê Kurd û têkoþîna
demokrasî û guherînê ya gelên Tirkîyê du dînamîkên sereke ne ku bandorê li
hev dikin; her mewzîyeke ku gelê Kurd di rêya azadîya netewî de bidest bixe
dê ji bo têkoþîna demokratîk a gelên Tirkîyê qezencek be û di heman demê de
di têkoþîna demokratîkbûnê ya rejîm û civaka Tirkîyê de, her gaveke girîng a
demokratîkbûnê dê ji bo têkoþîna gelê me qezencek be. TNDY bang li dînamîkên
azadîxwaz ên Tirkîyê dike ku mil bidin têkoþîna azadîya netewî ya gelê Kurd.
Daxwazên Rojane
TNDY di têkoþîna rojane de, li gel daxwazên netewî yên dema kurt, daxwazên
dema kurt ên ekonomîk û civakî jî tînê zimên. Ji van daxwazan yên sereke ev
in:
1) Amadekirin û ji raya giþtî re pêþkêþkirina qanûneke bingehîn ku hebûna
gelê Kurd û hindikahîyên netewî nas bike û mafên wan ên netewî ewle bike;
2) Zimanê Kurdî wek zimanê fermî (resmî) bê pejirandin.
3) Zimanê Kurdî û zimanên hindikahîyên netewî wek zimanên perwerde û
xwendinê bên qanûnîkirin þerd û mercên vê yekê bên pêkanîn, û di qada
çapemenî û weþandinê de çewisandin û qedexeyên li ser van zimanan bên
rakirin;
4) Berdana hemû girtîyên sîyasî, rakirina qedexeya li ser sîyasetmedarên
qedexekirî û bicîhkirina azadîya wan a xebata sîyasî; rakirina hemû astengên
qanûnî û îdarî yên li ber raman, bawerî û sîyaseta Kurdistanî;
5) Bidawîanîna sîyaseta înkar û ji holê rakirinê ya li ser gelê Kurd û ji
holê rakirina hemû encamên vê sîyaseta þer a ku bi salan li dijî gelê me
hatiye bicîhanîn;
6) Pêþdebirina têkoþîna mafên ekonomîk, civakî, pîþeyî yên karker, gundî,
karmend û esnafan, û naskirina mafê sendîkayî yê grev û peymana giþtî bo
xebatkarên bi mûçe;
7) Mayîn danîn li dijî mirovatîyê sûc in, divê welatê me ji her tewre
mayînan bê paqijkirin;
8) Divê vehûnana welatê me ya dîrokî û ekolojîk bê parastin, dawî li
projeyên ku vê vehûnanê tehdît dikin bê anîn.
9) Eskerîya mecbûrî li Kurdistanê zilm e, ambargoyeke li ser îradê ye. Divê
dawî li ferzkirina eskerîya mecbûrî bê anîn û li dijî wê têkoþîn bê kirin.
10) Divê sîstema qorîcîtîyê bê betalkirin; þerd û mercên vegera gundîyên ku
ji gundên valakirî hatine koçkirin bên pêkanîn û zirarên wan bên
tezmînkirin.
11) Divê guherandina navên jîngehên Kurdistanê bê betalkirin û navên wan ên
Kurdî dîsa bên bicîhkirin.
12) Divê bastûrên mîlîter û paramîlîter ên ku di þerê taybetî yê li dijî
gelê Kurd de bi salan hatine bikaranîn bên dîyarkirin û belavkirin, û ji
tetikkêþan heta bi fermandarên wan hemû berpirs bên cezakirin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|