|
Beþa Kurdistan
Li Tirkîye Plana Kûr ya Hêzên Tarî bi Êrîþa ser Dadgeha bilind
Kete Konaxekî Nû
21
Gulan, 2006 10:56:34 (GDK)
Li HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan--Pêþketina
Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê
Kurdistanê hêzên nijadperest , arteþa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên
faþîtst, çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên
xwe winda dikin xiste nava livûtevgerê.Hedef AKP û deskeftîyên Kurdan e.
Hesen DILGEÞ / HAWARDENGÛBAS
Êrîþa
ser dadgeha bilind a Tirkan ku ji alîyê parêzgerekî bi navê Alparslan
Arslan rojeva Tirkî serûbin kir.
Bûyer ji
alîyê medya Tirkan û kemalîstan ve wekî êrîþa ser rejîmê hate binav kirin û
li Tirkîye carekî din pela nijadperestîyê tê rakirin.Lê stratejîst û kesên
nêrînfireh hê ji destpêkê ve vê êrîþê wek perçeya herî dawîn a planên tarî
bi nav kirin.
Wek tê
zanîn li Tirkîye di demên dawî de bi taybetî piþtî eþkere bûyîna terorra
dewleta Tirk ya li Þemzînanê û pêþketina Kurdan li Kurdistana azad û bi
dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest,arteþa
Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên faþîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û
hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin xiste nava livûtevgerê.Eþkereya
ku ev bûyer jî weK Susurluk û Þemzînên karê hêzên tarî ne.
Di
hedefa wan hêzan de herî pêþî gelê Kurd heye lê planên xwe bi lawaz kirina
hêza AKPyê dixwazin cêbecebikin.Ji ber ku bi desthilatdarîya AKPyê
statukoya wan hatibû rûxanidin û AKP bi tirsonekî be jî hin gavên cidî
avêti bû.
Niha her
hêz bi planakê hev beþ dixwazin li gor xwe berjewendîyek bi dest bixin.Wekî
tê zanîn li tirkîye bo hilbijartinên giþtî jî tenê salek ma û kemalîst û
dijmînê Kurdan CHP jî dixwaze ji vê planê para xwe bistîne.Zêde bûna
bûyerên bi vî rengî jî bi nêzik bûna hilbijartinan ve jî girêdayîye. AKP jî
ji ber tirsa winda kirina hilbijartinan di demên dawî de helwesta xwe ya
berê guhart û peyama xwe ya nijadperestîyê zêde dike.Piþtî bûyerên li Amedê
li seranserî Tirkîye êrîþên ser Kurdan zêde bû.Li îzmîrê faþîstên Tirk
kampanyayek neo-faþist bi navê “bila zêde bûna nifusa Kurdan bila were
asteng kirin” dane destpêkirin.Li anatolya navîn jî hin gundê Kurdan ji
alîyê nijarperestên Tirkan ve hate dorpeç kirin.Bûyer û êrîþên bi vî rengî
didomin.
Armanca hemû wan hêzan;
• Ji
holê rakirina destkeftîyên Kurdan li bakûrê Kurdistanê û carekî din bilindi kirna nijadperestîya
Tirkî ne.
•
Rûxanidina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye û pêþî lê girtina pêþketinên li
rojhilatê Kurdistanê ye
• Xera
kirina aramîya li bakûrê Kurdistanê ye.
• Rûxandina
desthilatdarîya AKP ye.
Ango di
hedefa plana hevbeþ ya wan hêzan him gelê Kurd û him jî AKP heye
Pêþveçûna
di vê pêvajoyê de bêgûma rola Erdogan û AKP jî gelek zêde ye.AKP bi avayekî
stretejîk û aqilane tevnegerîya û rewþa xwe jî xiste xeterê.Her wiha qet
gûman nîne ku rola PKK û Ocalanê jî di pêþketinên dawî de heye.Ji xistina
tengasîyê AKPyê PKK jî tê bikaranîn û disa bi destê wan Kurd têne terorîze
û pasîfîze kirin.
Lîstikên
bi vî rengî hemû pêvajoyên ku Kurd bi hêz dibin de tê pêkanîn.
Dewleta
Tirk dixwaze ku hêza û xwe bawerîya Dewleta Federe ya Kurdistan û gelê
Kurdistana Azad bê þikestin û her wiha bi taybetî gelê bakûrê Kurdistanê û
hemû çavê Kurdistanîyan qaþo bi vê hêzê bê tirsandin.Hêzên berjewendîxwaz û
dijminên Kurd dixwazin li bakûrê Kurdistanê
asîmîlasyon û prosesa tune kirina ziman,çand û nirxên Kurdistanî ji
cihê xwe ku mayê ji nû ve û ji berê bêtir were destpêkirin.
Li bakûr
ev proses destpêkirîye û zextên mezin ser gel tê kirin.Armanca herî sereke
þikandina xwebawerî û hiþmendîya Kurdan e. Tevî ku hîna pêþnûme qanûna
tekoþîna li dijî terorê di nîqaþê de ye jî zext û cezayên pê tên xwestin bi
rojane di meriyetê de.
Bûyera erîþa ser dozgerîyê çawa
çêbû
Tetikkêþ
Alparslan Aslan bi xwe sala 1977ê li Bîngolê ji diya xwe buye, bi eslê xwe
kurd e. Bavê wî mifetiþê perwerdeya destpêkî ye. Wî perwerdeya destpêkî û
navîn li Bîngolê û Elezîzê dîtiye, piþtre li Unîversîteya Marmarayê huqûq
xwendiye û buye parêzger. Di ber karên xwe yên dizî yên êrîþkar ên
terorîstî re Arpalan Arslan li Îstenbolê awuqatî dikir û pirranî diket
berdadkirinên tirkên ultranasyonalîst yên sentezîstên tirk-îslamî.
Li gor
agahiyên ku polîs dide peywendiyên Alparslan Arslan bi rêxistinên dizî yên sûîqastan Turk Intîam Tugayi
(Tugaya Tolhildanan a Tirk), Turk Muqawemet Teþkîlati (Teþkîlata Miqawemetê
ya Tirk) û bi çeteyê eskerî ê ku vê dawiyê gelek endamên wan hatin girtin û
bi navê Çeteyê Saunayê dihat naskirin re hebûn.
Herwiha
li ser Alparslan Arslan bi xwe, di dema binçavkirina wî de hin belge hatibûn
dîtin ku ew peywendîdar e ji aliyekî de bi kanala televizyonê a Dogu
Perînçekê kemalîst (ê bi nav sosyalîst) ULUSAL TV re û ji aliyê din jî bi
kovara Turk Solu re ew a ku par kampanya li hember kurdên Anadoluyê û
metropolan vekir da dikan, mal û xizmetên wan bên boykotkirin. Turk Soluyê
kurd wek xeterek nîþan dabûn ku ew ziman, kultur û medeniyeta tirkan qirêjî
dikin, asîmîle dikin cih li tirkan teng dikin.
Alparslan
Arslan roja sûîqasdê jî hem bi
telefonê hem rûbirû li gel serokê Ata Ocaklari (Yaneyên Ataturk) Tarkan T.
peywendî danî. Di lêkolînê de derket ku bi Yekîtiya Hêzên Welatperwer a
ultranasyonalîst re peywendîdar e. Di dema girtinê de derketibû ku Arslanê
tetikêþ jî bi vê rêxistinê re peywendîdar e. Ev rêxistin di demên suîqasdên
berê de bi têkilbûna sûîqasdan hat tawanbarkirin.
Kurd tenê bi yekrezî û pêþketina
di her waran de dikarin serkevin
Ger gelê
bakûrê Kurdistanê û hemû gelê Kurd bi yekrezî tevbigerin wê planên Tirkan
pûç were derxistin.Di salên dawî de wekî hemû karesat û êrîþên mezin Kurdan
nêzî hevûdin kir.Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê nêzîkî hev bibin û
hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.Bi xwedî derketina Dewleta Federe ya
Kurdistanê û bi serkeftî pêkhatina prosesa serxwebûna vê dewletê,parastina
ziman,çand û hunera Kurdî pêkanîna yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi
baþ bikaranîna amûrên ragihandinên Kurdî ên heyî dewleta Tirk wê êdî heta
dawîyê têbigehêje ku Kurd bi tenq û topan û êrîþan natirsin.
|