|
Beþa Kurdistan
Iraq her roj Hinekî din Dirûxe û Kurdistana Azad Jê Dûr Dibe
25
Gulan, 2006 10:56:34 (GDK)
|

Li Iraqê tenê 4 rojên dawî de
ji zêdetirê 300 kes jiyana xwe ji dest dan
|
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan-Li
Iraqê þer berdewame û Iraq her roj paþ dikeve. Rêveberîya Kurdistan bi her
avahî ji Iraqê cûda ye. Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr
dibe.
Hêlîn PASEWAN / HAWARDENGÛBAS
Li Iraqê
êrîþ û teqîn berdewamin û herî dawî di teqînekî li Bexdayê de 28 kes mirin.Li
Iraqê ew 4 salin ku bi operesyona DYEyê rejîma Baas hatîye rûxandin û 4
salin her roj bi dehan Iraqî jiyana xwe ji dest didin û Iraq di her waran de her roj hinek din paþ
dikeve.
Baþûrê
Kurdistanê ku li vê derê 14 sal berê rêverîya azad ya Kurdistan hatîye
damezirandin û bi hikumet, parlemen û dezgeh û sazîyên xwe li gel kêmasî û
astengîyan be jî pêþdikeve.Di operesyona Emerîka de jî Kurd bi bergehekî
stratejîk û konjokturel di hêla DYE de cîh girtin û ew hevkarî dîsa di
çerçoveya berjewendîyên her dû
alîyan de didome.
Kurd ne
fermî be jî niha nêzî serxwebûnê ne.14 salin ku Kurd bi zimanê Erebî naxwînin
û naaxifin.Her tiþt bi Kurdî ye.Rêveberî bi her avahî ji Iraqê cûda
ye.Kurdistana azad her roj hinek din ji Iraqê dûr dibe.
Di nava rêveberîya
hikmî ya Kurdistana azad de her çiqas wek gelek welatan pirsgirêkên navxweyî
hebin jî Kurdi di riya pêþketin û avadanîyê de ne.Hema hema tu waran de
Kurdistana azad bi Iraqê re girêdayî nîne.Êdî neft jî bi destê Kurdan li
Kurdistana azad tê derxistin.
Kurd
niha ji ber rastîyên konjokturel niha ji Iraqê venaqetin.Hê meseleyên aborî,avadanî,dîplomatîk
û pirsa Kerkûkê hin jî nehatine çareser kirin.
|

Ereb pêþketina Kurdan naxwazin û
Kurdan wekî “noker” dibînin
|
Rastîyeke
din jî ewe ku Erebên Iraqê jî ji rewþa gelê Kurd nerazîne û pêþketina
Kurdan naxwazin.Xalkê baþûrê Kurdistanê li gor perçeyên din ya Kurdistanê kêmtir
bi welatê dagirker re entegre bûne heta hêç nebûne.
Iraq jî
wek welatên din yên dagirkerên Kurdistan welatek sunî ye û di nav Ereban de
jî nakokîyên mezin û dîrokî hene.
Rewþa
dawîyê li Iraqê de careke din derket holê baþûrê Kurdistanê bi her avahî ji
Iraqê cûdatir,pêþketî û ewletir e.
Ji
hikmetê heta medyayê,ji ziman û çandê heta taximên fitbolê, Kurd ji Ereban
ji Iraqê cûdatir in û “dûr” in.
Ger li
Iraqê rewþ ber bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji
Iraqê bi temamî veqetin.
Ji ber
ku ne mecbûrin ku di nav vê xirecirêde bimînin li baþûrê Kurdistanê bi her
avahî bingeha Dewleteke Kurdî hatiye avakirin û mafê Neteweya Kurd e ku di
vê beþê de ser bingeheke neteweyî ji bo parastin û pêþxistina heyîna
Kurdistanîyatî û hemû hêlên civak,aborî,çand hêza biryar dayînê li Cîhanê
ya gelê Kurd dewletek serbixwe avabikin.
|