|
Beþa Kurdistan
Kurdistan Di Riya
Serxwebûnê de ye!
Manþet/Hawar Dengûbas/Serhad B.RÊNAS
Kewçêr 26, 2005
KURDISTAN/HD-- Pêþketinên ku Li Kurdistanê di salên dawî de pêk
tên, lezgînîya çûyîna ber bi Kurdistana Serxbixwe jî zêde dikin..
|

Celal
TALABANÎ û George BUSH(Corc Buþ)
|
Pêþketinên ku Li Kurdistanê di salên dawî de pêk te, lezgînîya
çûyîna ber bi Kurdistana Serxbixwe jî zêde dikin.Ji sala 1992an þunde
pêþketinên neditî li Kurdistanê pêk hat.Bi taybetî 1992an de îlan kirina
Dewleta Federa ya Kurdistan di dîroka Kurdistanê de werçerxanek bû.
Kurd berîya 1992an de ji têkoþîna man û nemanê dikirin,piþtî
1992 jî têkoþîna pêþketinê,avadanîyê,nasandinê û bê gûman serbixwe bûyînê tê
dayîn.Kurd di þerê Emerîka-Iraqê ya 2003an de jî bi stratejîyekî konjokturel
û reel tevgeriyan.
Bêþit dijminên Kurdan li dijî her pêþketinê ku bo Kurdistan pêk
tê eciz û diltend dibin.Mixabin rewþa Kurdistana Bakur ne wek ya Kurdistana
Baþur bû.Ji ber politikayên teslîmkar li Bakur þikestin û têkçûn çêbû û Kurd
hat bê deng kirin.Li Bakur niha di xeta Tirkbûnê
De hewlanên nû pêk tên.DTH jî pêþengê vê siyasetê ye.Her çiqas
hin Kurdên Bakurî li ber bayê Tirkbûnê ketibin jî hin pêþveçûn bo
Kurdistana Bakur jî hêvî dide.Li Bakur de meseleya bingehîn nebûna
alternetîfekî baþ û xwedî stratejî
ye.Hezên ku ne di riya Tirkîyeyî bûn de ne jî ji ber berjewendîyên
xwe yên rojane yekîtîyek navxwe pêknayînin.
Her tim di organên xwe de behsa yekîtîyê dikin û qaþo gelê Kurd
hiþyar dikin belam tu gav nîne bo vê yekê.Bermayîyên rabirdûyê hin ji
bingehên wan wenda nebûne.
|

Serokê Kurdistanê û George BUSH(Corc Buþ)
|
Bi giþtî 13 salên dawî de ji dîplomasîya Kurdî heta sînemaya
Kurdî di gelek waran de pêþveçûn û destkeftîyên girîng çêbûn.Li Kurdistana
Baþur ne serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên media,Hikumeta
Kurdistan,Parlemena Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan
sazî,dezgeh, rêxistinên neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) heye.
Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo serxwebuna Kurdistanê þehîd
daye,xwîna vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat kirîye,berxwedaye lê
Serxwebuna xwe ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro çareserîya tenê
ya hemû keþêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD
heye.
Kurd neteweke ji ber vê yekê jî
ew hemû pêþketin ya hemû gelê
Kurd e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we
diçe.Parastina Kurdistana Azad ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka
bingehîn û neteweyî ye.Her wiha bi avayekî giþtî di çand,huner û medyaya
Kurdî de jî pêþketinên girîng çêbû.
Di 5 salên dawîn de bi giþtî
Di Medyaya Kurdî de
-Bi dehan portalê nûçe û agahdarîyê,bi sedan malperên
înternetê vebûn
-Gelek rojname û kovar tevlî kerwana medyaya Kurdî bûn.
-Ser satalaytê 2 televizyonên nû yên Kurdî dest bi weþanê kirin.Her wiha li
Kurdistana azad jî hin televîzyonên cîgayî avabûn.
-Ser satalaytê 5 radyoyên Kurdî dest bi weþanê kirin.
Di Mûzîk,wêje û sînemaya Kurdî deç
-Yekem car filmên Kurdî di qada navneteweyî de xelat verirtin.
-Gelek albûmên bi qelîte tevlî arþîva mûzika Kurdî bûn.
-Bi taybetî li Kurdistana Azad
hejmara çap kirin û xwendina pirtûkên Kurdî zêde bûn û weþanxaneyên
nû hat vekirin.
Di dîplomasî û
rêvebirî Kurdî de
-Navê Kurdistan di qada navneteweyî de ji berê zêdetir hat
bisîn.
-Li Iraqê bi fermî serokkmar Celala Talabanî û Mesûd Barzanî
jî serokê Dewlete Federe ya Kurdistanê bû.Zimanê Kurdî jî duyemîn zimanê
fermî ya Iraqê bû.
-Serekên Kurdan di qada navneteweyî de bi protokelên herî
bilind hat pêþwazî kirin.Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî li zimanê Kurdî
li Qesra Sipî yekem car da axaftin.Serokê Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî
bi avayekî fermÎ bo Washington(Waþinton) hat dawet kirin.Ku îro Serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokekê dewletek serbixwe ji alîyê Serokê DYE
ve hat pêþvazî kirin.Ev tevgera DYE yê wek “Qebûl kirina rastîya Kurdistanê”
tê þîrove kirin.
Îro gelek Kurd têgihîþtinê ku di her waren de bi %100 pêþketin
û çareser kirina kêþeyan girêdayî xwedî bûna dewletekê serbixwe ye.Riya
jiyanek û Kurdistanek asûde,pêþketî,modern û dewlemed ji serxwebûnê derbas
dibe. Bila mirovê Kurd ji bîr neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema
dewletên serbixwe ye,cihan global buye û ji ber wê jî pêdivî dewletekê re
nîne" dikin herî pir girêdayê ramana dewletên neteweyî ne.Kî dew ji
Dewleta xwe ya serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji Fransiyan
bipirsin,ji Elmanan,ji Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan heye,ji
Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji
Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi tûndî bersiva NA bidin.Çima 50 milyon
Kurd bibêjin belê.
Pêk anîna hiþa neteweyî ya Kurdî,modernîze kirina civaka
Kurdî,pêk anîna hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta çareserkirina kêþeyên
civaka Kurd dikeve ser milê
rêvebir,rewþenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên
hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.
Bê serbixwe bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng
were çareserkirin û peþxistina zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi
wan re girêdayîye.Bo rizgar kirina Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd
xwedî sîyasetek Kurdistanî be.Bergehek eqilane divê bo helsengandin û
nirxandina xeterên ber siberoj(dahatû) û berdewamîya heyîna Kurd.An ew
hiþmendî di gelê Kurd de pêk were an jî pêþberî milletê Kurd rojên reþbînane
ewê derkeve peþberî dahatûya Kurd.Ên ku wan rastîyan tênegihîjin bêgûman ji
alîyê mejûyê ve werin dageh kirin û bi bêrûmetî û bêbextîyarî ji vê Dinêyê
biçin.
Bo serneketina Neteweya Kurd tu sedem nîne.Divê êdî xwebicuk
dîtin di nava gelê Kurd de rabe.Çima Mûzika Kurdî li cîhanê nebe Mûzîka
herî pêþketî,çima zimanê Kurdî nebe
zimanê ku herî zêde tê hilberîn û tê nasîn,çima wêjeya Kurdî di qada
navneteweyî de nebigêhêje astekê bilin,çima medyaya Kurdî di nav medyaya
Cîhanê de medyaya herî modern,pêþketî û herî biqelîte.Ev hemû dikarin pêk
bên.Ne ji bawerîyê derin.Divê her Kurdek ji xwe bawer be û her tiþtê xweþ û
pêþketî layiqê xwe bibîne.
Di vê konaxê de HAWARDENGÛBAS û Hawar Kurdistan Media Group jî bi her avahî bo
pêþketin, modernîzasyon û gihîþtina Serxwebûna Kurdistanê de rola xwe bi
qasê delfetên heyî bileyze. Meþaleya ku Celeled Bedirxan vexistiyê em
bihewre gurtir bikin. Armanc ewe ku HKMG di dahatûyê de çalak bûna xwe zêde
bike.
|