|
Sala 2007 Sala Qedera Kerkûkê ye
Kerkûk bajareke girîng
ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan ditirsin ku Kerkûk bikeve
destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir be.Her wiha girêdana
bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî pengavekî dawîn ya
serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê Kurdistan welateke
pirr pêþketî be.Dewleta Tirk bi destpêbûna
qonaxa çareserîyê lîstik û planên xwe yên qirêj gurtir kir.Wek tê zanîn di
dawiya sala 2007ê de bo çareserkirina meseleya Kerkûkê dê referandûmeke bêne
çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazin rê li ber vê referandûmê bigrin.Ji
ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û dêk û dolabên wan
derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Di vê pêvajoyê de di beralî kirina
bo xebatan û ragihandin û agahdar kirinê de bareke mezin dikeve ser hemû
medyaya kurdî.Em wek HAWAR DENGÛBAS di vê çerçoveyê de bi
nûçe,gotar,agahdarî,dîplomasîya sist daxîlî vê pêvajoyê ne.Di vê rûpela
taybet de hemû nûçe,gotar û þîroveyên ku di weþana me de têne weþandin cih
bigrin û her wiha di beþa "Tu çi dibêjî" de hûn dikarin pêþniyarên xwe
binivsînin.
|